125 çîrokên Zinarê Xamo

Dîrok: Êlûn 1, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 670

125 çîrokên Zinarê Xamo


Zinarê Xamo, wekî gelekên din ji nivîskarên kurd, ji qada siyasetê tê. Her çendî ew meseleya nivîskariya xwe dixîne stûyê qederê ku bi tesadufî ew kiriye nivîskar (rûpel 345) lê dîsa jî vî karî bi cidiyeteke mezin dike. Bi şopandina nivîsên wî ji “hindik û rindik” hetanî bi “Antolojiya Çîrokên Zarokan” ku, mijara vê nivîsa me ye, hetanî bi nivîsên wî yên siyasî, mirov dikare çend xisletên taybet yên nivîskariya wî destnîşan bike. Yek ji wan ew e ku dikare helwesta xwe ya rexnegirî bi şêweyekî qerfî bide nîşandan. Wisa jî bi xwîneke sar, bi delîl û dekumet, cirra xwe li ber mijara xwe xweş dike û bi dilekî germ dîtinên xwe dinîvisîne. Ev xisletên giştî yên nivîskariya wî di vê pirtûka wî ya nû de, bi awayekî din, tên cem hev. Pirtûk kedeke mezin û demdirêj ji berhevkirin û vegotinê ye.

Pirtûk: Antolojiya Çîrokên zarokan. Weşanên Apec. Stokholm 2008.

Ev pirtûk ji 125 çîrokan pêk tê. Hinek ji wan li her derê naskirîne, mîna Şengê û Pengê. Hinek ji wan li ser zimanê mezinan li civatan dihatin gotin, mîna kê zengil têxe stûyê pisîkê?. Hinekên wan ji cem nivîskar bi xwe ne ku ji diya xwe bihîstine yan jî ji devê kalemêr û pîrejinan girtine, mîna Toz beg. Hinek ji çîrokan bi du sê şêweyan têne gotin, nivîskar hinek ji wan bi cih kirine, lê mînakin din jî hene ku bi yek şêweyî nivîskar ew bi cih kirine. Ji bo em dirêj nekin, ez ê tenê yek mînakê bidim. Çîroka Birayê şêr (rûpel 16) Stiriyek dikeve lingê şêr. Gur ji ber ku bawerî pê nayine, wî girê dide, stirî ji lingê wî derdixîne û diçe. Şêr mecbûrî rovî dibe ku girêdana lingên wî veke. Şêr vedigere malê û ji zarokên xwe dixwaze ku xwe ji bo koçberiyê amade bikin û wisa çîrok bi dawî dibe: “Warê ku gur min lê girê bide û rûvî jî min azad bike, ez hew li wî warî dimînim.”
Ev çîrok bi xwe bi navê çîroka welatê Çirto û Virto tê naskirin û li dawiya çîrokê şêr vê yekê dibêje ku “Welatê ku Çirto min lê girê bide û Virto min azad bike, ez hew li wî welatî dimînim.”
Nivîskar bi xwe di (gotina dawî) de, jêderên xwe destnîşan kirine, her wisa çîroka xwe bi van çîrokan re gotiye.
Destpêka ku ev pirtûk dikeve dest mirov, dibe ku navê wê…çîrokên zarokan, mirov li xwendina wê germ neke, lê bi xwendina çîroka yekem re ew ramana şaş ku, ev pirtûk tenê ji bo zarokan hatiye nivîsandin, ji hişê mirov dûr dikeve û şûna xwe dide rastiyeke din ku, ev pirtûka çîrokan ji bo mezinan jî bi nirx e û hêjayî xwendinê ye. Her çendî çîrok li ser zimanê lawir û heywanan hatibin gotin, lê dîsa jî encamên serpêhatiyên hezarên mirovan di hundir xwe de dihewînin. Bi hezarên mirovan di afirandina wan çîrokan de beşdar bûne, wisa jî bi xêra wê hêza afirêner ya ku di naverok û awayê honandina van çîrokan de, xwe li hember demê parastine û gihane roja îro. Bi demê re jî tiştek ji nirx û wateya xwe winda nekirine. Ev nayê wê wateyê ku em ji girîngiya şêwe û awayê nivîsandina van çîrokan û nivîskarê wan kêm bikin, berevajî wê, Zinarê Xamo bi zimanê xwe yê şayik û zelal çêjeke din daye van çîrokên gelêrî û ew careke din  ajotine ber deriyê vejînê.
Ez bawer dikim wê mezin ji zarokan bêhtir karibin çêj û tamê ji xwendina vê berhemê werbigirin.


helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019