36 sal ceza

Dîrok: Pûşper 15, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 684

36 sal ceza

 

Piştî nivîsa min a li ser Menaf Osman û romana wî ya bi navê “Girê Şêran”, du name ji du deverên cuda ji min re hatin. Balkêş e ku her du kes bi xwe jî di nav karê rojnamegerî û nivîskariya kurdî de ne û her du jî bi Menaf Osman re di girtîgehê de mane. Ez sipasiya xwe ji bo Hogir Berbir û Yeko Ardil pêşkêş dikim. Ka em agahiyên wan li ser xwediyê romana girê şêran bixwînin.


Name - 1

Der barê Menaf OSMAN de ez dikarim hinek agahiyan bidim; hevalê min ê girtîgehê ye, ê ku zimanê zikmakî rê min daye ew bi xwe ye û niha di girtîgeha Meletiyê de ye
Di sala 1985-86'an de tevlî refên gerîla bû. Di sala 1993’yan de gava ku cîgirê fermandarê Eyaleta Mêrdînê bû, li herêma Mêrdînê dîl ket. Ji rojavayê Kurdistanê ye. 40-45 salî ye. Nêzî 10 salan gerîlatî kiriye. Nivîsên wî ên bi erebî, gava ku li Başûr mamoste bû, ji rojnameyekê qunciknivîsî dikir. Nivîsên wî yên îngîlîzî jî vê dawiyê -2001’ê vir de dest bi îngilîzî kir- nivîsandine lê nivîsên wî hîn derneketine derve. Çîrokên bi zimanê tirkî jî nivisandine û hatine çapkirin... Ji xeynî pirtûka Girên Şêran, min bi xwe romana wî ya duyemîn Evdo Lawo-Dergûşa Jînê kişand ser rûpelên dektîloyê û derxist derve, gereke niha li Enstîtuya Stenbolê be. Ji xeynî van nivîsan, helbest û çîrokan jî dinivisîne û mîna dosya gihîştine Enstîtuyê. Wêneyan jî xêz dike. Nêzî 1000 wêne xêz kiriye û li ser navê wî li Amed û bajarên Kurdistanê ên cihê cihê pêşangeh hatine vekirin. Bi xemgînî ez dibêjim; 36 sal cezaya girtinê lê hatiye birîn...

Name - 2

Menaf Osman salên 90’î li herêma Eyaleta Xerzan yek ji fermandarê eyaletê bû.
Piştî xebateke dûvedirêj a li herêma Bedlîs, Batman, Tetwan û Norşînê, li Batmanê hat girtin. Di îşkenceyên dijwar re derbas bû. Me hev li girtîgeha Dîlokê (Entab) dît. Wê demê jî yek ji berpirsên rêveberiya girtîgehê bû. Bi tirkiyeke baş diaxivî, lê bi xwe ji Bar Eliasê bû, kurdî, erebî û îngilîzî dizanibû.
Menaf gava wekî gerîlayekî derdikeve qada şer, hîç bi tirkî nizane, lê di nav refên şervanan de fêrî tirkî dibe. Gava cardin vedigere Bekaayê birêz Ocalan dibîne ku Menaf bi tirkiyeke têkûz diaxive, mat dimîne. Ocalan wiha dibêjê: "Menaf, me tu wekî kurd şandî, lê tu wekî tirk li me vegeriyayî!"
Menaf jî wiha bersiv dide: "Serokê min, ji bo ku ez baş ji ramana te têbigihijim min xwe fêrî tirkî kir."
Ocalan jî dibêje, zêde ber bi tirkî ve meçe, tu yê reseniya xwe winda bikî.
Menaf li Libnanê endazyarî xwendibû. Aliyê wî yê wêjeyî wê demê jî xwe dida çav. Li girtîgeha Dîlokê kovarek bi navê PEYMAN derdiket. Menaf hem bi kurdî û hem jî bi tirkî yek ji nivîskarên daimî yê kovarê bû.
Bi vê mebestê dixwazim bîranîneke xwe ya bi birêz Osman re jî bi te re parve bikim. Dawiya sala 95’an li Tirkiyeyê hilbijartin hebû. Wê gavê biryarek derxistin û gotin ku girtî jî divê bikarin dengê xwe bi kar bînin. Gardiyanek ev agahî ragihand me, lê ji Menaf re got: Mixabin tu yê nekaribî dengê xwe bi kar bînî, ji ber ku tu biyanî yî. Menaf jî tiliya xwe ya tetikê lebitand û got ku wî dengê xwe li çiyayên Xerzan û li gelek deverên din bi kar aniye.
Li ser bersiva wî, em gişt keniyabûn.
Gotineke din a Osman jî ev bû, her gav dubare dikir û digot ku du rêyên derketina ji vê zindanê heye: "Yan emê bi serbilindî ji vir derkevin yan jî emê serpişt (di nav darbestê de) ji vir derkevin.“
Menaf Osman bi cezayê muebetê hatiye cezakirin.
Birêz Osman niha li girtîgeha Adiyamanê ye.

***

Bi xwendina van her du nameyan ez giham bersiva wan pirsên ku min di nivîsa xwe ya dawî de kiribûn. Her wisa ew gumanên ku xwendina romana Girê Şêran bi min re peyda kiribûn, rast derketin.
Ma ku em bala weşangeran bikşînin ser pêwîstiya hebûna hin agahiyan li ser pirtûka her nivîskarê ku yekem pirtûka wî bê weşandin. Carnan ew agahî dikarin bibin kilîta xwendin û têgihiştina wê pirtûkê.
Rast e, bi bersiva pirsên xwe kêfxweş bûm, lê 36 sal cezayê girtîgehê, ez 36 caran xemgîn kirim.
Wisa jî 36 gul, hejmareke kêm e ji bo nivîskarekî ku nivîsandina wî wêneyekî rasteqîn ê jiyana wî ye û jiyana wî jî wêneyekî rasteqîn ê nivîsandina wî ye.
Ne her nivîskar dikare bibe xwedî şerefeke wisa layiqî afirandinê.

helimyusiv@hotmail.com

**

Nivîsa Helîm Yûsiv a "Menaf Osman kî ye û li ku ye?"

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019