Dîrok: Gelarêzan 15, 2008, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 752
Demeke dirêj e ku ez tev li civatên wêjeyî nebibûm. Min bêriya civatan kiribû. Van deh rojên derbasbûyî derfet çêbû ku ez du şemiyan tev li du civatan bibim. Du civatên berevajî hev. Ez ji ya yekem derketim û “rih bi min ve hat”ibû . Civateke ji zêdeyî du sed kesî li Bonnê, di 2.11.2008’an de kom bûbûn û di bin navê Mîhrîcana Helbesta Kurdî* de, geh bi kulmên mezin, geh jî bi kulmên biçûk her kesî ji hêla xwe de dixwest şitla kurmanciya kesk av bide. Hinek bilind firiyan û hinek nizim, lê hemûyan bi hev re dikaribûn mirov bêyî li hatina xwe poşman bibe, ji wir vegere. Berevajî wê civata din, ku di 8.11.2008’an de li Frankfurtê bû. Civata belavkirina xelatên “Pêşbaziya Helbest û Çîrokan ya Huseyîn Çelebî”** bû. Destpêkê, divê bê gotin ku aliyên vê pêşbaziyê yên erênî jî hene ku ji pazdeh salan ve ye ev pêşbazî bi kedeke mezin a çend xwendekaran, salê carekê, çêdibe. Ji lez û bez û mijûlbûna herdem ya amadekarên vê civatê xuyabû bê çiqasî zehmet e, ku ji bo çalakiyeke wêjeyî, yan jî gereke ku wêjeyî be, mirov bi sedên kurdan bîne cem hev. Ji dûr ve gava mirov li mijarê dinêre hem ciwanî û xortaniya van xwendekarên hêja, hem jî dana kedeke mezin di riya wêjeya kurdî de kêfa mirov tîne. Lê ji nêzîk ve dema mirov rewşa zimanê kurdî di vê civatê de dibîne, mirov ji bêhêvîbûnê ji hawhaw dikeve. Bê guman ev bêhêvîbûn xwe dispêre çavkaniyeke mezintir ku ew civaka kurd a li Ewropayê ye û bi taybetî civaka kurdên bBakur.
Ez ê sê mînakên biçûk rêz bikim:
- Yekem hevoka xortê ku hatibû min bibe cihê civatê, di telefonê de, ew bû ku bi kurdî nizane û li zimanekî din digeriya da ku em ji hev fêm bikin.
- Yekem hevoka xortê ez vegerandim rawestgeha trêna vegerê ew bû ku ew bi kurdî nizane û tenê bi tirkî û almanî dizane.
- Li ser standa pirtûkan, min li buhayê pirtûkeke bi kurdî pirsî. Ya pirtûkfiroş nizanîbû “Ev bi çiqasî ye” tê çi wateyê.
Ew cara sisêyan bû ku zimanê almanî tê bi hawara min ve.
Dema min li rewşa van xort û keçan û bi dehên xwendekarên mîna wan dinêrî ku digotin ew li Almanyayê ji dayik bûne yan jî di zarotiya xwe de hatine Almanyayê, lê yek hevokê bi kurdî nizanin saz bikin. Wisa jî hemû bi tirkî baş dizanin. Min bi xwe nikaribû ez wan tenê sûcdar bibînim. Ji wan bêhtir bala min diçû ser rewşa dê û bavên wan. Ev çi hêz e dihêle diyeke kurd ne li Tirkiyê û ne li Kurdistanê, li Almanyayê bi zarokên xwe re bi tirkî biaxive?
Ew zarok îro di Zanîngehên Almanyayê de bûne xwendekar û li kêleka almanî tenê bi tirkî jiyana xwe derbas dikin. Ji bo ez neheqiyê li çend xwendekarên ku baş bi zimanê dayika xwe dizanibûn nekim û hejmara wan ji hejmara tiliyên destekî kêmtir bû, ez dikarim bi rehetî bibêjim ku piraniya civata xwendekarên roja belavkirina xelatên pêşbaziyê ji van xwendekaran pêk dihat ku ne haya wan ji wêjeya kurdî heye û ne jî berhemên nivîskarekî kurd xwendine û ne jî haya wan ji helbest û çîrok û romana kurdî heye.
Min, bi hestin tevlihev, li wan xwendekarên ciwan ên kurd dinêrî bê çawa dixwazin taybetiya xwe biparêzin û wekî xortin dilsoz tevbigerin, lê herdem bi zimanê biyanî.
Çavekî min bi dilgermî li ser wan tevger û hewildanên wan bû, çavê min ê din li ser mala kurd li Ewropayê bû.
Agirê ku ew mal daye ber xwe, zarokên wê malê çawa bê rih û bê rû kiriye.
Ew her du civatên ku di bin siya wêjeya kurdî de li her du bajarên Almanyayê çêbûn, du dîmenên cuda bûn ji rewşa civaka kurd a li derbideriyê ku carna mirov dilxweş dike, carna jî dihêle mirov li ber neynika rastiyê xwe melûl û şikestî bibîne.
Li ku derê zimanê kurdî li ser lingan be, mirov jî pê re bejinbilind û geş dibe. Li ku derê zimanê kurdî şikestî û heliyayî be, dil jî dişke û serê xwe dixîne bin lihêfa tenêtî û xerîbiyê.
***
* Festîvala Helbesta Kurdi li dar ket
** Xelatên Huseyîn Çelebî hatin belavkirin
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019