Bi mînaka Cezayîrê tofana asîmîlasyonê

Dîrok: Gelawêj 9, 2009, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 659

Bi mînaka Cezayîrê tofana asîmîlasyonê

Agahiya yekem:
Cezayîr yek ji welatên ereb e ku di bin destê frensiyan de bû. Di sala 1962‘yan de gihîşte perava azadiyê. Bû welatekî serbixwe û zimanê erebî, di destûrê Cezayirê de, bû zimanê fermî yê wî welatî.

Agahiya duyem:
Ji sala 1980’î de, piştî derbasbûna 18 salan di ser serxwebûna welêt re, heta niha ku zêdeyî 45 salan di ser serxwebûnê re derbas bûne, ji hêla nivîskarên Cezayirê ve 434 roman bi zimanê frensî û 115 roman bi zimanê erebî hatine nivîsandin.
Anku hejmara romanên ku bi frensî hatine nivîsandin, çar qatan zêdeyî hejmara romanên ku bi erebî hatine nivîsandin.
Wisa jî hejmara romanên ku berî 1980’î hatine nivîsandin 46 bi frensî ne û 29 bi erebî ne.
Ev agahî, yên birêveberê pirtûkxaneya cîhana ereb li Parîsê Elteyib Welederûsî ne, ku ne tenê agahiyan dide, belê balê jî dikişîne ser rewşa xirab ya zimanê erebî li hember tofana zimanê serdestan – frensî – ku zêdeyî çil û pênc salan ji serxwebûn û azadiyê jî nikarîbûn bandora wî zimanî ji mejî û giyanên nivîskarên xwe derxînin.
Jixwe mebest ji van agahiyan, ji rêzkirina hejmaran bêhtir, balkişandina ser bandora zimanê serdestan ya kûr e, ku giyan û dilê civakê – nivîskar - dane ber xwe û di mejî û giyanê wan de cih girtiye. Ji bilî vê yekê, derfetên navdarî û firotinê yên ku ji bo frensî hene, mirov nikare bide beramberî erebî û kêmbûna xwendin û firotina romanên bi vî zimanî, tev ku 22 dewletên ereban hene.
Gava mirov li van hejmaran dinêre û rewşa zimanê kurdî ya li hember zimanê serdestan dinêre, mirov dikare hinekî texmîn bike bê riya rizgariya ji bandora jehra asîmîlasyon û pişaftinê çiqasî dijwar û zehmet e.
Rewşa romanê li Cezayirê tîne bîra me ku, êdî em nema bi çavekî sivik li bandora zimanê serdestan binêrin û nemînin li benda bidestxistina mafên siyasî ji bo jiholêrakirina bandora vê cînayeta mezin ya ku navê wê asîmîlasyon e.
Rê dirêj e, îro dereng be, dîsa jî roj roja rawestandina vê tofanê ye.

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019