Bila birêz Barzanî ligel rojnamegerî meaşekî muxbîriyê jî bide wî

Dîrok: Gulan 28, 2017, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 725

Bila birêz Barzanî ligel rojnamegerî meaşekî muxbîriyê jî bide wî

Di roja 26.05.2017‘an de, li ser pasvanên li ser sînorê di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de rê li ber helbestvanê kurd Ehmed Huseynî (Serokê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê-HRRK) girtine û nahêlin ku ew ji Rojava derbasî Başûr bibe, min çend hevokên bi hêrs, di facebooka xwe de, nivîsandin. Tiştên min nivîsîn ev bûn: “Neviyên "Sykes Picout", pasvanên sînoran, kûçikê li ber deriyê Tirkan, tenê ew dikarin nehêlin Ehmed Huseynî ji aliyekî welatê xwe here aliyê din.” Piştî du demjimêran li ser daxwaza hin dostan min ev nivîs ji wir rakir.
Piştî du rojan, ev rojnamegerê ez behsa wî dikim, kopiya posta (nivîsa) ku min nivîsandibû hem di malpera xwe de ya bi navê Avestakurd û hem jî di facebookê de wekî nûçeyeke berfireh da weşandin. Lê ka em binêrin bê vî hostayê zîrek çi bi naveroka vê hevokê kiriye û bi çi awayî ew belavkiriye:
Sernûçe
(Helîm Yusuf ji bo başûrê Kurdistanê dibêje "Kûçikên li ber deriyê Tirkan")

- Di sernûçe de li şûna kesên ku nehiştin Ehmed Huseynî derbas bibe, kiriye “başûrê Kurdistanê”.
Yanê qaşo min li ser hemû başûrê Kurdistanê gotiye “kûçik”
- Balkêş e, ku li sê deveran di nûçeyê de navê min derbas dibe û hersê caran şaş hatiye nivîsandin, du caran Yusuf û carekê Yusun" li şûna Yûsiv hatiye nivîsandin.
Destpêka nûçeyê
- Nûçe bi vê danasînê destpêdike (Rewşenbîrê PYD’ê Helîm Yusun).
Ez nizanim vî mexlûqî ev danasîn ji ku aniye.
PYD partiyeke nû ye ku di 2003’yan de çêbûye. Gava PYD çêbû, pênc pirtûkên min ên çapkirî hebûn. Ji dema çêbûna vê partiyê heta niha tu têkiliyeke min a rêxistinî pêre çênebûye. Lê ew çima vê dibêje, emê bên ser sedemê.
Jixwe paşnavê min şaş nivîsiye (Li cihek Yusun nivîsiye), ew jî tiştek din e.
Orta nûçeyê
(Helîm, ku sirgûnkirin, revandin, girtin û îşkencekirina bi dehan siyasetvan, ronakbîr û serkirdeyên Kurd li rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayîş û çekdarên PYD ve nabîne, behsa wê yekê dike ku nehîştin Ehmed Hisên ji rojavayê Kurdistanê derbasî başûrê Kurdistanê bibe.)

Di facebookê de min bi dehên caran li ser girtina siyasî, leşkeriya neçar, bûyerên lêxistina hin rojnamegeran û her wisa hetanî li ser kuştinên ku li Rojava qewimîne nivîsandiye. Li ku neheqiyek wisa hebe ez gotina xwe dibêjim ew li Başûr be jî Rojava be jî. Lê Vî rojnamegerê zîrek yek ji wan nivîsan nedîtiye, lê piştî du rojan pê hisiya ye ku min ji bo başûrê Kurdistanê di facebookê de gotiye "kûçik" û mîna nêçîrvanekî jêhatî ew posta ku hatibû rakirin kopî kiriye û nûçeyeke wiha li hev aniye.

Dawiya Nûçeyê
(Helîm Yusuf, berî çend rojan li Hewlêrê bû û beşdarî civînekê bûbû, niha jî ji bo başûrê Kurdistanê dibêje “Kûçikên ber deriyê Tirkan”. Ka hûn ji Helîm re çi dibêjin?)

Ev cara sisêyan e ku ev derewa xwe dubare dike, carekê destpêkê, carekê li ortê û careke din jî li dawiyê dibêje ku min li ser "başûrê Kurdistanê" gotiye kûçik. Ya rast, ev wêrekiyeke mezin e gava ku van derewan bi posta min a ku tiştekî din dibêje, re belav dike. Wisa jî, dixwaze ji xwendevanê vê nûçeyê re bibêje, binêrin ev kes çiqasî nankor e. Berî demeke kin rê danê û hate cem wan û niha jî li wan (başûrê Kurdistanê dibêje kûçik). Ji ber vê divê careke din destûr ji bo hatina wî ya Hewlêrê neyê dayîn. Wisa jî mohra (rewşenbîrê PYD’ê) ji bilî biçûkxistinê, ji bo vê armancê hatiye bikaranîn.
Ev yek ji nûçeyê biwêdetir îxbariyeke ji bo desthilatdariya başûrê Kurdistanê, da ku rê ne tenê li ber Ehmed Huseynî, lê belê li ber yên mîna min jî bigrin. Bi gotineke din, wekî hedef bême nîşandan.
Pêşniyara min
Pêşniyara min ji bo rêzdar Nêçîrvan Barzanî jî ev e, ji bilî meaşê ku ji Rûdaw ji bo vî rojnamegerê zîrek tê dayîn, divê meaşekî din jî, ji bo vê hostayiya di muxbiriyê de, bo wî bê dayîn. Nebe, nebe ew jî kedeke û hostayiyeke wiha di liehevanîna nûçeyan de ne karekî hesan e. Nexasim ji bo biserkeftina di şerê birakujiyê de, ku li ber derî ye, wisa jî ji bo belavkirina nefretê di navbera hêz û aliyên kurdan de, roleke wan ya pir girîng heye.
Ji bo vê jî divê em qedir û qîmetê wan baş bizanibin.

 **

Nûçeya Avesta: 

 

 

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019