Çeka ku hîn nehatiye keşifkirin, ziman

Dîrok: Adar 12, 2009, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 764

Çeka ku hîn nehatiye keşifkirin, ziman


Di vê dema dawî de, piştî ku dewleta tirk dest avêt zimanê kurdî û xwest di riya zimanê kurdî re pişta kurdan deyne erdê û rê li ber têkçûnên nû veke, hinekî liv û tevgera siyaseta kurdan li Bakur ber bi vî aliyî de çû. Bê guman, eger mebest ji vê yekê tenê qezencin demî û biçûk bin, wekî ku şêxmûs Sefer di nivîsa xwe de texmîn dike(1), wê encama vê "xwedîderketina" li zimên rewşa zimanê me li Bakur şerpezetir bike.

Mifta deriyê Serxwebûnê

Ji bo miletekî nabe ku ziman tenê wekî alaveke qezenckirina dengên hilbijêran bê bikaranîn, lê dikare bibe çekeke girîng di pêvajoya bidestxistina mafên rewa de. Dema mirov bi hûrbînî li dîroka tevgera siyasî ya nû dinêre mirov dikare bi hêsanî bigihîje wê baweriyê ku ev çeka girîng heta niha ji hêla birêveberên vê siyasetê de, nehatiye keşifkirin.
Diyar e ku kurd nikarin bi şerê çekdarî axa welatê xwe bidestbixînin û leşkerên dagirkeran bavêjin derveyî sînorên Kurdistanê, ne rewşa hundir û ne jî rewşa dinyayê ji bo vê xewnê alîkar e. Ango şensê kurdan di serkeftinên çekdarî û mezin de nîn e. Ligel ku cihê şanaziyê ye ku dewletên dagirker bi hemû hêza xwe ya pêşketî û nûjen nikarin kurdan têk bibin. Li vê derê, eger em li çekên di destên her du aliyan de binêrin, bihêztirîn çek di vî şerê giran, yê hebûn û tunebûnê de, zimanê kurdî ye.
Eger mirov li zimên bi wateyeke kûr binêre, ziman rehên xwe davêje binê giyanê mirov û hişê wî û dikare bibe stûna kesayetî û taybetiya mirov, wisa jî dikare bibe çavkaniya giyanê neteweyekê. Bi gotineke din, eger neteweyek bindest nikaribe azadî û serxwebûna xwe di asta cografî, siyasî û civakî de bidestbixîne, her wisa ew serxwebûn xizmeta berjewendiyên dewletên li cîhanê desthilatdar, neke, ew dikare li serxwebûn û azadiya xwe ya giyanî bigere û mifta vê rêya dirêj jî, berî her tiştî, ziman e.

Pîvana cidiyeta gera li azadiyê ye

Baweriya min ew e ku ziman û îmkanên ku ji bo pêşxistin û vejîna wî têne veqetandin dikarin bibin pîvana jidilbûna tevgereke neteweyî. Çiqasî tevgereke dûrî xwedîderketina li zimên be, ew qasî dûrî azadiya miletê xwe ye. Xwedîderketin bi wateya xwe ya piratîkî û aborî. Demeke dirêj e ku tevgera siyasî li Bakur ziman paşguh kiriye, ji lew re jî encamên kambax niha li ber çavên her kesî ne. Pirs ew e gelo, di vê çarçoveya giyanî ya ku me gotibû de, tevgera siyasî dikare li kurdî xwedî derkeve yan na? Di baweriya min de, bersiva vê pirsê wê siberoja hemû kurdan li Bakur destnîşan bike.

Zimanê erzan û nivîskariya belaş

Bi çavdêriyeke bi lez tê dîtin ku tu nirx û qîmet ji bo kurdî nayê dan. Nivîsandina bi kurmancî belaş e. Erzantirîn nivîsar di dinyayê de nivîsarên kurmancî ne, belengaztirîn nivîskar li ser rûyê erdê nivîskarê kurmanc e. Kêmtirîn meaş, meaşê xebatkarên dezgehên kurdan e. Keda herî erzan keda berhemdarên kurmanciyê ye. Bêkestirîn kes di qada weşangeriya dinyayê de weşangerê kurmanc e. Pirtûka herî "sêwî" û bêxwedî pirtûka kurmancî ye. Ev rewş jî asta jidilbûna siyaseta kurdan li ber çavan radixîne.
Pîvana me di vê çarçovê de ne tenê aliyê aborî ye, belê mebest ew e ku girîngiya faktora aborî di vî warî de nikare bê mandelekirin.
Xwedîderketina bi siloganan li zimanê kurdî tiştekî ji rewşê naguhere, lê eger ji bo zimên pilan û piroje bêne danîn û ji bo van pilan û pirojeyan îmkanên aborî bêne veqetandin û bi awayekî rasterast têkevin xizmeta çand û wêjeya kurdî de, wê gavê mirov dikare qala xwedîderketina li zimanê kurdî bike.
Bi bêrîkên vala û siloganên germ û xweşik wê zimanê me perîşantir bibe, her wisa wê rê ya azadiya me dûrtir û dijwartir bibe.
Eger tevgera siyasî ya kurdan li azadiya kurdan digere, rê diyar e û gava yekê........ziman e.

.................................

(1) Şêxmûs Sefer "Pêlîstoka destê kê?!", 10.3.09 Diyarname.

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019