Çima Îsa Hiso kuştin?

Dîrok: Gelawêj 9, 2013, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 664

Çima Îsa Hiso kuştin?

Bersiva vê pirsê di nivîsa Îsa Hiso ya dawiyê de pir zelal e. Dema mirov vê nivîsê bi hûrbînî dixwîne, xuya dike ku xwediyê wê yek ji wan birêveberan e ku mîna endezyarekî pirojeyê xweseriya kurdan û birêveberiya herêmî ye, ya ku ev demeke hem çapemeniya erebî û hem jî ya kurdî pê mijûl e. Wisa jî nêzîkbûna kurdên Rojava ji avakirina birêveberiyeke xweser ve, dengekî xurt veda bû. Ji Amerîkayê bigire, heta bi Tirkiyê, wisa jî ji rêjîma Sûriyê bigre heta bi hêzên siyasî yên rikberiya ereb û heta bi komên çekdar yên îslamî ku dest bi êrîşn xwe yên xwînî kirin û heta niha ew êrîş û hovitiya dijî kurdan berdewam dike. Bêyî ku ez dest bidimê, min nivîsa Îsa Hiso ji erebî wergerand kurmancî. Eger mirov piştî xwendina vê nivîsê rasterast kujerê wî destnîşan neke, lê dîsa jî mirov dikare sedemên kuştina wî bi rehetî nasbike. Nivîs ev e:

"Sazkirina birêveberiyeke herêmî û demokratîk li herêma rojavayê Kurdistanê, gaveke girîng û bi pêş ve ye

miletê kurd, li rojavayê Kurdistanê, derbasî qonaxeke nû bûye. Di vê qonaxê de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû maye. Wisa jî gelek dozên ku di dirêjayiya dîrokê de, li Sûriyê, bi ser hev de kombûne, hene. Ji bo em karibin van pirsgirêk û aloziyan çareser bikin, pêdiviya me bi karekî pir û bi xebateke hevbeş heye. Miletê kurd, li Sûriyê, di hemû serdemên derbasbûyî de ji hêla hikumetên cihê ve dihate birêvebirin û rojekê ji rojan di derbarê çarenûsa xwe de nebibû xwedî biryar. Vê rewşê bandora avêtibû ser vîna miletê kurd û ew ji ser rê dagerandibû, bi awayekî ku herdem berjewendiyên wan hikumetan di ser berjewendiyên xwe re digirt. Ji ber vê, jidayikbûna daxwaza miletê kurd ku di riya sazkirina birêveberiyeke herêmî û demokrat de, da ku karibe di vê qonaxê de ew xwe bi rê ve bibe, pêşketineke gelekî girîng e. Hem ji hêla dewletên herêmê ve û hem ji hundir (hundirê Sûriyê) ve, wê gelek zehmetî di riya vê pêşketinê de derkevin. Zêdeyî sed salî ye ku ev milet raserî zilm û zorê tê û rojekê ji rojan qedera xwe bi dest xwe ve neaniye. Ew qas sal in ku miletê me di vê rewşê de dijî, îro roj biryar daye ku ji xwe re birêveberiyeke xweser ava bike, ev bi serê xwe pêşketineke û gaveke mezin e. Em hemû dizanin ku berî 19'ê tîrmeha 2012'yan li rojavayê Kurdistanê, rojekê ji rojan miletê kurd wekî îro nebibû xwediyê vîna xwe û rêjîma Baasa şêvînî ew vîna wî ji dest girtibû. Îro roj miletê me biryar daye ku ew bi xwe xwe biparêze. Pêkanîna vê biryarê jî di herêmên kurdan de, di riya hêzên parastina gel re tê kirin. Her wisa di riya hêzên leşkerî yên ji bo parastina xelkê û dezgehên giştî û yên taybet re. Destanên qehremaniyê yên ku hêzên parastina gel li herêmên rojavayê Kurdistanê pêşkêş kirin, bûn 

sedem ku şûn û şopa wê zordariyê bilez û bez ji holê rabe û vîna neyarên gelê me yê kurd hilweşe û hêdî hêdî vîna gel bi xwe li şûnê cih bigre. Ev bixwe ji bo hemû pêkhateyên herêmê gaveke demokratîk e, girîng û ber bi pêş ve ye. Ev pêşketin jî bi serdestiya gel ya di riya birêveberiya xweser ya demokratîk û hevbeş ve, tê cih bi cihkirin."

***

Nivîsa dawî ya Îsa Hiso, ku di rûpelê wî yê facebookê de, berî şehadeta wî bi çend saetan belav bûye. Dem 30.07.2013. 

Oxir be Kurdê dilsoz û têkoşerê jidil Îsa Hiso. Cihê te bihuşt be.


helimyusiv@hotmail.com

 

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019