Çima kesek guh nade nivîskarên kurd? (1/2)

Dîrok: Hêzîran 8, 2009, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 715

Çima kesek guh nade nivîskarên kurd? (1/2)

Di destpêkê de, divê ez vê yekê zelal bikim ku mebesta min ji “nivîskarên kurd” nivîskarên kurmancînivîs in.
Dema mirov li rewşa çapemeniya kurdî, tevgera siyasî û civakî ya kurdan dinêre, ev paşguhkirina berhem, dîtin, şîrove û helwestên nivîskarên kurd bala mirov dikşîne û dikare bibe cihê pirs û gumanan. Gelek caran ev pirs bi min re çêdibûn, lê bêdengî û xemsariya van nivîskaran, bi taybetî yên ku li hundirê welêt dijîn, dibû sedem ku ez jî qala vê mijarê nekim.
Ez ê vekirî bibêjim ku ev bêdengî û xemsariya van nivîskaran asta cidiyeta nivîskariya wan, li cem min, dikire bin sîwana şubhe û gumanan.
Vê heftê, mala Xwedê ava, dereng be jî, ji hêla du nivîskaran ve, ev bêdengî hate şikenandin.
Nivîsa Omer Dilsoz ku pirsa aîdiyeta “nivîskarên kurd” tîne holê.(1) Nivîsa Dilawer Zeraq ku êdî ne wekî gihayê tal yê hewşê, lê belê bi xwe hest dibe ku ew “nivîskarên kurd” bi temamî li derveyî hewşê têne hiştin.(2)
Di vê nivîsa xwe de, ez ê li gor dîtina xwe, hinekî din li vê mijarê bi berfirehî bikolim. Di vê xelekê de, ez ê hinek têbîniyên xwe li ser rewşa nivîskarên kurd li Bakur binîvisînim û di xelekeke din de jî li ser heman mijarê li Rojava, Başûr û Rojhilat binîvisînim.

Bakur, dewlet û siyaseta wê

Ji destpêka salên notî de û bi derketina rojnameya heftane “Welat” re, Kurmancî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kete qonaxa geşbûnê. Bi bilindbûna asta berxwedana kurdan re û bi berfirehbûna şiyariya neteweyî re, hêdî hêdî xwîn bi kurmanciya birîndar û qedexekirî ve hat. Îro zêdeyî bîst û pênc salan di ser wê destpêkê re derbas bûne. Ez ê qala rewşê bi tevayî nekim, lê aliyê girêdayî mijara me di çi astê de ye gelo?. Her du nivîsên min bi navkirin hinek ronahî davêjin ser asta ku nivîskariya kurdî tê de ye.
Di rastiyê de, ev rewş ji zû de li holê ye. Festîval û komcivînên girseyî dibin delîveya rûdana vê rastiya tal ku bi çavekî biçûk û bi bênirxî û bêhurmetî li nivîskarên kurd tê nêrîn. Yan wan tune dibînin, eger hebin jî bêqîmet û bê giranî ne. Yan jî, ji ber ku nikarin bi zimanê dagîrkeran yê xweşik, binîvisînin, berê xwe dane kurdî û xwe “tiştek” dihesibînin!.
Ew jî- aliyên têkildar- rê nadin van “qamqut” û “bejinkinik” û “pîsik”ên ku dixwazin xwe mîna nivîskarên “bejinbilind” û “xweşik” û “mezin” bibînin. Di kûrahiya hişmendiya wan de bajarvanî, nûjenî û xweşikbûna dagirkerên xurt û zimanê wanî spehî heye ku her dem xwe dide hember gundîtî, paşdemayîn û fehşbûna zimanê ku tenê dayik û pîrikên wan yên rûqermiçî pê daxivin, heye.
Dewleta Tirk, piştî ku di tunekirina bizava kurdan a siyasî û çekdarî de têkçû û neçar ma ku hebûna kurdan, ne bi awayekî qanûnî be jî, bipejirîne, neçar ma ku wêje û edebiyata wan jî bipejirîne. Lê…
Wekî ku di siyasetê de tevdigere û bi afirandina kurdên xwe projeyên xwe dimeşîne, di warê edebiyatê de jî kurdên xwe diafirîne û dîmenê edebiyata kurdî bi wan bi sînor dike. Mînaka herî ber bi çav jî Mehmed Uzun ê ku di gurbûna şerê dijî kurdan de, ji Swêdê rê girt û çû leşkerî ji bo wê dewletê kir. Wisa jî di hemû jiyana xwe ya romanivîsînê de yek roman li ser şerê van bîst û pênc salan nivîsand. Di wê romanê de jî keçeke kurd, gerîla, dike evîndara serbazekî Artêşa Tirk. Keça kurd a evîndar, nav lê dike “kevokê” û wê davêje hembêza sebazekî tirk ê evîndar û navê wî dike “Baz”. Roman li ser evîna Baz û Kevokê ye.! (3)
Ev roman yek ji mînakên ecêb e yên ku min di jiyana xwe de li ser welatekî dagîrkirî xwendine ku nivîskar ji miletê bindest e û dîmenê serbazekî leşkerên dagirker ew qas xweşik û yê keça kurd ew qasî dûrî rastiyê, nîşan dide. Ev dîmen jî, ji sedî sed, bi romanên ku nivîskarên tirkan ên nijadperest nivîsandine re, digunce. (4)
Dewlet û derdorên wê, bi zanebûn, edebiyata kurdî bi Mehmed Uzun bi sînor dikin. Ji xwe gava ku mirî be, çêtir e ku li jiyanê be. Ji ber vê, dema mirov, di vê dema me de, dîmena edebiyata kurdî di çapemenî û derdorên tirk de dişopîne, pêvajoya edebiyata kurdî li cem Mehmed Uzun dixitime. Anku, çend klasîkên kurdan hene ku bi sedê salan di ser mirina wan re derbas bûye û di vê dema me de jî Mehmed Uzun heye.
Eger piştî Uzun kesek hebe, jixwe ev in ên ku bi tirkî dinîvisînin. Balkêş e ku çapemeniya tirk her dem pala xwe dide çend wergêrên tirkî, yan jî çendên tirkînivîs û wan wekî pisporên edebiyata kurdî dide pêş. Ew jî vê rolê bê dudilî pêk tînin.
Di bernameyên televîzyonên tirkan de, divê nivîskarên mîna Muhsin Kizilkaya û Abidîn Parilti, wergerê ji nivîskarên kurd re bikin yan jî qala wergerên xwe bikin. Lê gava ku xwe wekî nûnerên vê edebiyatê ji bo tirkan pêşkêş bikin, ew neheqiyeke mezin li edebiyata kurdî û li nivîskarên xwedî berhemên wêjeyî dikin.

Çend mînakên xerab ji TRT 6’ê

Bi vekirina TRT 6’ê re, riswakirina kurmanciyê gihîşte asta herî bilind. Ji bo ez nivîsê zêde dirêj nekim. Ez ê sê mînakan ji sibê û nîro û êvarê bidim. Sê xanimên ku bi kurmancî nizanin, an jî tenê dikarin kurmanciyê rezîl û riswa bikin bûne pêşkêşvanên sê bernameyên  ku di sê demên cuda de têne weşandin. Serê sibehê Guler Işika ku nizane “senetçi” bi kurdî hunermend e, Niştî Sitêrka ku li şûna ku bêje “min got”, dibêje, “Ez gotim”, piştî nîro û Nilufer Akbala ku ne bi zazakî baş, ne jî bi kurmancî baş dizane û ji soranî jî ..xan, kaka, danîşe û gewre dizane, danê êvarî, bernameyan ji kurdên “belengaz” re, bi “zimanê wan” pêşkêş dikin.
TRT 6, televîzyona dewletê ya ku bi kurdî weşanê dike, sibê û nîvro û êvarê sê berhemên siyaseta xwe ya heştê salî, bi kurmanciyeke xerab e, derdixîne hermber me. Bandora wan, li şûna ku li zimên bibe, li guh û mîdê dibe. Kurmanciyeke wisa diaxivin ku hem guhê mirov diêşîne û hem jî mîda mirov.
Eger bi çend mînakên ku me dan siyaseta dewletê ya li hember kurmancî û nivîskarên kurd ev be. Li hêla kurdan rewş çawa ye, gelo?

Bakur, kurd û siyaseta wan

Balkêş e ku di hemû helwest û şîrove û bizavên rewşenbîrî de yên ku hem ji hêla kurdan de û hem ji hêla tirkan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê rû didin, mirov li navê yek nivîskarê kurd rast nayê. Wekî ku lihevkirinek di navbera her du aliyan de hebe.!
Hemû daxuyanî, çalakî û helwestên ku di riya çapemeniyê re têne weşandin ên bi navê rewşenbîran, ji bilî rehmetiyê Mehmed Uzun, hemû yan nivîskar û rojnamegerên tirk in yan jî yên kurdên tirkînivîsin.
Şîroveyeke baş ji hêla nivîskarekî yan rojnamevanekî tirk derdikeve, di hemû malper û alavên ragihandinê yên kurdan de dibe nûçe û nivîs û belav dibe.
Heta niha, ez carekê jî be, li helwesta nivîskarekî kurd rast nehatime ku kurdan ew ji xwe re kirine nûçe yan jî palpişt. Eger tiştekî wisa hebe, wê dîsa tirkînivîsek be. Anku, nivîskarên kurd çi binîvisînin, çi nenîvisînin, ew ji bo çapemeniya kurd tune ne. Ev jî tê wê wateyê ku wê ji bo ya tirk jî tune bin. Ji bo dewletê jî ev e ya ku tê xwestin.
Hemû malper û alavên ragihandinê yên kurdan û bi hemû îdeolojî û aliyên xwe dikevin bin vê sîwanê. Çend şîroveyên ku xwediyên malperan yan jî çend qunciknivîs dikin, di quncikên xwe yên mirî de dimînin û piştî çend rojan, winda dibin.
Bi kurtayî, dengê nivîskar û rojnamegerên tirk û carnan kurdên tirkînivîs di çapemeniya tirk û kurd de deng vedide.
Dengê nivîskarên kurd bê vedeng dimîn e. Ew xwe bi xwe li dengên hev guhdarî dikin, lê ew deng li tu deveran deng venade.
Eger rewş bi giştî wiha be, bi taybetî jî di festîvalên çand û hunerê de ku mijara me zelaltir dikin vê rastiyê bêhtir li ber çavan radixînin.

Ji serpêhatiyên beşdarbûnê

Di 2003-2004’an de, ez bûm mêvanê çend festîvalên çand û hunerê û li bajarên cuda. Li gelek bajaran ew beşdarî, çi axaftin be, çi îmzekirina pirtûkan be, bi awayekî baş derbas bû. Lê, carekê û li Batman û Heskîfê ez rastî serboriyeke pir xerab bûm. Ji ber ku ew serpêhatiya xirab xizmeta mijara me dike, ez ê bi kurtayî qala wê bikim. Wê salê, ji bo nivîskar û rojnamegerên tirk ên beşdar salonên fireh di orta bajêr de hatibûn veqetandin. Demeke baş ji bo wan hatibû destnîşankirin û reklameke baş ji bo wan hatibû kirin. Di dema axaftina wan de salon dihate dagirtin. Ji bo semînera min a li ser romana kurdî jî cihekî rût û zelût li serê çiyayekî Heskîfê ji bo min di serê sibehekê de hatibû veqetandin. Serê sibehê, hîna Şaredarê Batmanê yê wê çaxê û hemkarên wî di xew de bûn, li jora wan kevirên rûtî hişk, ne mîkrofon hebû, ne cihên rûniştinê, ne jî kesek ji rêveberan. Bêhtir ew zilamekî balkêş tê bîra min. Zilamekî dabû pey min û dixwest ez jê re “şerqiyakê” bibêjim. Hevalekî jê re got: “Xalo ev yazar e yazar”. Lê wî bawer nedikir û her digot: “Yaho min ew di televîzyonê de dîtiye ha!”. Ez jî ji serê wî çiyayê rût polî poşman vegeriyam. Min ne qala romana kurdî kir, ne jî dilê min bi ser binavbûna Heskîfê ve ma.
Mebesta min ji nivîsandina vê serpêhatiyê zelalkirina helwesta ji nivîskarên kurd e. Vaye îsal, bi awayekî din, li festîvaleke din, ne cih ji bo wêjeya kurdî tê veqetandin, ne jî hebûna nivîskarên kurd li wê derê bi tiştekî tê hesibandin.
Hêjayî gotinê ye ku rojên edebiyatê yên ku li Amedê çêdibûn, serboreyeke girîng û ji bo wêjeya kurdî çalakiyeke baş bû. Ez carekê ji bo wan rojan hatim vexwendin, wê carê jî min piraniya nivîskarên kurd ên ku li Amedê dijîn, li wir nedîtin.
Hingî ev mijar pir alî ye, mirov nema dikare ji nav hev derxîne. Ji hêlekê de bandora kompleksa xwebiçûkdîtinê ku civaka kurd heta qirikê di nav de maye. Ji hêla din de siyaseta kurdan ya ku maye heyrana zimanê tirkan û nivîskarên wî zimanî. Ji hêla din de jî ku yekî wekî min rexneyê li siyasetmedarên kurd bike, wê nivîskarekî kurd ê mîna Adil Zozanî bê û dersên welatparêziyê bide min. Lê dema heman rexne siyasetmedareke dilsoz mîna Leyla Zana bike, wê Adil Zozanî bêdeng bimîne.
Ji bo em hemû sûcî nexînin aliyê siyasiyan, divê nivîskarên kurd hinekî di sedemên bêdengî û bêhelwestbûna xwe de jî biponijin û xwe rexne bikin.
Dinya li ser serê wan xera dibe. Dewlet û çapemeniya wê wan nabîne. Siyaseta kurdan û bi taybetî beşek ji birêveberên wê yên heyranên tirkîtiyê wan biçûk û bê nirx dibînin. Bi navê wêjeya kurdî û bi navê nivîskarên kurd kesên ku bi kurdî nizanin xwe didin pêş. Li hemberî van rûdanan hemûyan bêdengî û bê helwestî tê çi wateyê gelo?
 Dilawer Zeraq dibêje:
“Me wê hingê tu gotin û bersîv li tu kesî venegerand, me deng ji xwe birand, me xuseta xwe ya axaftina di ber xwe de û mineminkirinê car dî pêk anî”
Çima kirî “bêdengî, axaftina di ber xwe de û minemin” bibin xisûsiyetên nivîskarên kurd?
Ez ê bi vê pirsê nivîsa xwe biqedînim. Di nivîseke din de, ez ê li ser nivîskarên kurmancî li Rojava û Sûriyê û li deverên din, binîvisînim.


***

(1) Omer Dilsoz: Kurdînivîsîn û pirsa aydiyetê
(2) Dilawer Zeraq: Em êdî ne yê/a hewşê ne!
(3) Romana „ Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê“.
(4) Agahiyên berfirehtir li ser vê mijarê di gotara Zeyno Zeynep de tên dîtin. Gotar bi vî sernavî ye "di romana tirkan de kurd.." wergera ji tirkî: Davut Ozalp, Kovara Zend, hejmar: payîz 2008, rûpel19-28

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019