Çima rûmet û ’xirûra neteweyî’ li cem hinek nivîskar û hunermendên kurd kêm e?

Dîrok: Rêbendan 20, 2011, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 647

Çima rûmet û ’xirûra neteweyî’ li cem hinek nivîskar û hunermendên kurd kêm e?

Ji bo ku em vê mijarê baş vekin, pêdiviya me bi hin pîvanan heye. Anku divê em rewşa xwe bidin beramberî rewşa miletekî din ku wekî miletê kurd bindest û ji mafan bê par e. Li cîhanê, mînakên kevin û yên nû pir in, lê mînaka herî nêzîkî Kurdistanê, di vê çarçovê de, Filistîn e. Min ev beramberî careke din kiribû, wekî bibîrxistinê, ez careke din vedigerim ser vê beramberiya watedar.

Kurdistan û Filistîn

Bê guman, ne Filistîn Kurdistan e, ne jî Tirkiyê Îsraîl e. Xala hevbeş di navbera her du welatan de bindestî ye. Xala girêdayî mijara me jî cerdevaniya sipî ye. Şêweyê têkiliya nivîskar, hunermend û rewşenbîrên miletê bindest bi dezgehên weşan û ragihandinê yên dewleta dagirker re ye. Cudayiyeke girîng heye ku, berevajî dewleta tirk, dewleta Îsraîlê zimanê erebî li miletê filistînî qedexe nekiriye.

Helwesta nivîskar û hunermendên ereb:

Di dîroka çanda vî welatî de, ne berê, ne jî niha, ez navê tu nivîskar an hunermendên naskirî nas nakim ku di pirojeyên dewleta Îsraîlê de beşdar bûne û ji ber ku dezgeheke weşanê bi erebî ye, ew wekî dezgeheke ji bo xwe “normal” dîtibin û piştgiriya wê kiribin. Alava ragihandinê ya herî navdar û temendirêj ku bi erebî weşan dikir Radyoya Dengê Îsraîl bû. Vê dezgeha weşanê jî şervanên filestînî wekî “mûxerib” -xerabkar- ku mîna peyva “terorîst” e; ya ku TRT 6 ji bo şervanên kurd bikartîne. Wisa jî navê “Rêxistina Rizgariya Filistînê” ya Erefat wekî “rêxistina terorê” dihate binavkirin.
Ji hêla siyasî û rêxistinî de, rêxistina îsraîlî ya bi tenê ya ku çend nivîskar û helbestvanên fîlistîniyan, yên mîna Mehmûd Derwîş, Semîh Elqasim û Emîl Hebîbî, di salên pêncî û şêstiyan de, bûbûn alîgir û endamên wê, Partiya Komonîst ya Îsraîlî bû. Vê partiyê hemû mafên filistîniyan, tev li dewletbûnê, diparast. Bi derbasbûna demê re, ev partî jî marijinal bû û ew navên ku me gotin, vegeriyan nav refên rêxistinên filistîniyan, yan jî bi awayekî serbixwe jiyana xwe ya siyasî û wêjeyî domandin.

Çend bûyerên balkêş:

- Ji ber ku Adonîs, carekê li civateke rewşenbîran li Ewropayê amade bûbû, ku berpirsiyarekî mezin yê dewleta Îsraîlê jî beşdar bû -ez bawer dikim Şîmûn Perez bû- yekser ji nav Yekîtiya Nivîskarên Ereb hate avêtin û ji hêla piraniya nivîskar û rewşenbîrên ereb ve hate şermezarkirin.
- Adward Seîd, ji ber ku derfeta wî ya çûna Filistînê û beşdarbûna di serhildana “keviran” tune bû, rojekê li başûrê Libnanê ew derfet dît û bi avêtina kevirekî beşdarî serhildana zarokên miletê xwe yê bindest bû. Ev beşdariya sembolîk hemû dîtin û nêrînên vî rewşenbîrî di der barê zarokên keviravêj de li ber çavan raxistin.

Ji bo em rê li ber şîroveyên şexsî bigrin, ji ber ku mijara me ji kesan wêdetir, helwest e, ez ê di der barê mijara TRT 6’ê de behsa tu navan nekim, lê her tişt li ber çavan e. Tenê, ji rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ez ê mînakeke destnîşankirî bidim, ku bi temamî xizmeta mijara me ya cihê vê danûstendinê dike.

- Di 12’yê Adara 2004’an de, miletê kurd li rojavayê Kurdistanê û seranserê Sûriyê serî hilda. Piştî ku leşkeran xwîna kurdên sivîl rijandin, xelk bi girseyî daketin kolanan û pêla hêrsa miletê kurd hemû peyker û poster û heykelên Hafiz Esed ê mirî dan ber xwe û dest bi hilweşandina wan kirin. Yê ku xwedî, ne li hêrsa miletê xwe yê bindest, lê li wan peykerên serokdewletê mirî derket, hunermendekî kurd bû, ku xwediyê vê stiranê ye:
“Kurdistan yan neman
Em kurdin li ser riya xwe man
Bo Kurdistana rengîn
Em tevde jê re qurban”
Hunermenê kurd Seîd Yûsif ku zêdeyî çil salî ye bi kurdî distirê û bi dehan stranên wî bûne beşek ji paşxaneya hunerî ya kurdan, xwe da ber mesrefa çêkirina peykerê ku di dilê Qamişloka birîndar de, bi destê zarokên wê yên hêrsbûyî hatibû hilweşandin. Balkêş e ku heman hunermendî ji Sûriyê rê girt û berê xwe da TRT 6 û bi behaneya ku bi kurdî ye pesnê wê da û xwe wekî hunermendekî ku têkiliya wî bi siyasetê re tuneye nîşan da.
Baş e, gelo mirov dikare “paradoksên” bi vî rengê ku TRT 6 ji me re pêşkêş dike, ji bilî li cem kurdan, li cem kîjan miletê bindest û li kîjan quncikî ji quncikên vê cîhana me ya tijî êş û alozî bibîne?

Rexneyeke dualî:

Di baweriya min de, ji bilî aloziya exlaqî ku encama kesayetiyeke ketî û bê ast e, ev paradoks xwe dispêre gelek sedemên din jî. Yek ji wanên girêdayî mijara me ya beramberiyê ew e ku hebûna dewletên erebî, bi hemû îmkan û hêza xwe ya aborî rê li ber hembêzkirina wan hunermend û nivîskarên filistînî vekir û ew ji beşdarbûna di pilanên cerdevaniya sipî ya Îsraîlê de parastin. Wekî mînak, Mehmûd Derwîş, wekî mînaka herî berbiçav, bi dehê caran pere ji destê rêjîma Seddam girtine û deriyê hemû paytextên dewletên erebî jê re vekirî bûn.
Di rewşa kurdan de, hunermend an nivîskarê ku Xwedê ew xirûra neteweyî û rûmet nekiriye para wan û berî her tiştî, xwe li “cihên germ” digrin û wan cihên germ li cem kurdan nabînin, berê xwe didin ber deriyên dewletên dagirker. Di navbera dîroka xwe û berhemên xwe yên bi kurdî ji aliyekî de û beşdarbûna di pilanên wan dewletên dagirker yên sipî de, ji aliyê din de, asê dimînin û dikevin nav paradokseke wiha seyr.
Desthilatdariya başûrê Kurdistanê jî ku wekî hemû hêzên siyasî yên kurd li Bakur û Rojava û Rojhilat jî li pey “bikaranînê” ne, ezmûneke xerab di vî warî de nîşanî me dide. 

Gelo ev nivîskar û hunermendên wiha vê wêrekî û cesaretê ji ku tînin? ku wisa ro li nîro, bê şerm û fedî, dibin beşek ji dezgeheke dewleta ku li pey qirkirina miletê wan û zimanê wan e?

Baweriya min ew e ku, kêmasiyên siyaseta kurdan jî, ji vê diyardeyê re dibin alîkar.
Heta niha li bakurê Kurdistanê stratîjiyeke dirust, di derbarê karê çandî, wêjeyî û hunerî de, tune ye. Siyaseta “çawa lihevhat” û piştgirêdana bi hestên welatparêziyê li pêş e. Anku tu pilan û pirojeyên berfireh, an jî veqetandina butçeyeke mezin û layiqî girîngiya vê qadê ji bo hunermendî û nivîskariya kurdî li meydanê nayê dîtin.
Di encamê de jî, wekî mînak; nivîskarekî ku wekî “alçaq” û “xayîn” tê pêşkêşkirin, piştî çend mehan, an çend salan, wekî qehremanekî neteweyî tê binavkirin. Ev siyaseta “bê hafize” û xwejibîrker wêrekiyê dide van nivîskar û hunermendên ku di warê cerdevaniya sipî de çalak in.

Hêjayî gotinê ye ku, li hember van helwestên neyênî yên hinek nivîskar û hunermendên kurd, yên xwedî helwesteke bi rûmet jî hene, ku bi serhişkiyeke mezin, bi dilên germ û bi dijwariyeke mezin jî beşdarî bişkivandina şax û baxên wêje û hunera kurdî ya nûjen dibin.

helimyusiv@hotmail.com

*

Beşa Yekem a vê nivîsê:

- Hewildanên normalkirina cerdevaniya sipî (1/2)

 


 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019