Cînayetên dijî pirtûka kurdî, cînayetên nivîskaran- 3

Dîrok: Nîsan 1, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 649

Cînayetên dijî pirtûka kurdî, cînayetên nivîskaran- 3

Helîm Yûsiv

Eger em ji têkiliya nivîskarê kurd, bi pirtûkê re dest pê bikin, em dibînin ku têkiliya wî bi pirtûka kurdî re cihê ye. Berî em bên ser têkiliya wî bi pirtûka wî re, mirov dikare wê cihêtiya di danûstendina bi pirtûkên kurdî re xweş, bibîne. Li hember pirtûka her zimanê ku pê dizane, ji bilî kurdî, bi rêz û hurmet radiweste. Gava ku pirtûk dibe kurdî ji mirûz û dirûvên rû bigre hetanî bi wî dîmenê ku di serê wî de çêdibe, eşkere diyar dibe ku êdî bi çavekî cuda, bi çavekî biçûk li pirtûkê û li xwediyê wê dinere.
Bi vê psîkolojiya nivîskarên kurd, ligel tunebûn an kêmbûna xwendevanên kurdî mirov dikare têbigihîje bê çima li welatekî ku zêdeyî pêncsed nivîskarî lê dijîn, hejmara firotina pirtûka kurdî sê sedî dernas nake.
Dema em bên ser têkiliya wî bi nivîsên wî bi xwe re, mirov ji xwendina piraniya pirtûkên kurdî digihê wê baweriyê ku pirtûk bi zaravayê malbata wî hatiye nivîsandin, gava fireh dibe, dibe zaravayê gundê wî, gava firehtir dibe dibe zaravayê herêma wî û di vê yekê de bi israr e ku kilîta dergehên gramera kurdî di bêrîka wî de ye. Pîrika wî ew kilît, bê zingar û toz, daye dest wî.
Li vir pêwîst e mirov bi bîr bixe, ev nayê wê wateyê ku mirov dev ji zaravayê herêma xwe berde, lê mebest ew e ku asta kurmancî niha li her deverê dinyayê pê tê nivîsandin ji bîr nebe. Ango zimanê herêmê nebe asteng li pêşiya van pêşketinên berbiçav ên ku kurmancî ber bi standartkirinê ve dajon.
Di piraniya berhemên kurdî de herêma nivîskêr ji hevokên destpêkê yên pirtûka wî xuyanî dibe. Ev ne herdem kêmasî ye, lê ez bêhtir li ser wan dibêjim ewên ku di nivîsên wan de xuyaye ku haya wan ji kurmanciya ku îro pê tê nivîsandin tune ye.
Hinek ji nivîskaran jî hene ku nivîsên xwe ji lingan heta bi serî dispêrin weşanxaneyên bê redaktor, yan wê pirtûk bi hemû şaşitiyên xwe derkeve, yan jî wê weşanger mîna wî beşê yekem ji nivîskaran pirtûkê li gor xwe çap bike. Ango, armanc dibe derxistina pirtûkê, lê çawa derkeve, ew ji nivîskar re ne derd e.
Bê guman, ev her du beşên ku me qal kirin şaşîtiyên mezin di der heqa pirtûka kurdî de dikin û divê rojekê berî ya din sînor ji van kirinan re bêne danîn.
Tunebûna rexnegirên pispor û lêkolîneran rewşeke wisa aniye holê ku her nivîskarekî kurd xwe destpêka pêvajoyeke bê mînak di wêjeya kurdî de bibîne. Bi dehê caran mirov li vê hevokê rast tê "Ev cara yekem e ku tiştekî wisa bûye, yan jî hatiye kirin."  Wekî ku kurd û zimanê wan ji derveyî dinyayê bin.
Taybetiya rewşa kurdan nivîskarê kurd diajo ber berpirsiyariyên zêde ku, piraniya wan ne ji karê wî ne, lê nivîskarê kurd ji bo pirtûka xwe bi wan karan ranabe. Wisa pirtûka wî bê xwedî û bê deng dimîne. Wekî mînak, tunebûna dezgehên ragihandinê yên ku bi wêjeyê re têkildarin, her wiha yên wergerê û belavkirinê.
Ev çend xalên min hejmartin, careke din xalin giştîne û her nivîskar nakeve bin siya her xalê. Lê kêm zêde her nivîskarekî kurd ji van kêmasiyan para xwe hildigre. Her wisa jî hemû xalên derbasbûyî cihê nîqaş û danûstendinê ne.
Baweriya min her ew e ku her nivîskarekî kurd, destpêkê li pirtûka xwe û pişt re li pirtûkên hemkarên xwe- bi kêmanî bi xwendina wan- xwedî derkeve, wê rewşa pirtûka kurdî hinekî din bê guhertin.


helimyusiv@hotmail.com


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019