Cînayetên dijî pirtûka kurdî, Cînayetên weşangeran-1

Dîrok: Rêbendan 1, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 622

Cînayetên dijî pirtûka kurdî, Cînayetên weşangeran-1

 Hetanî ku pirtûk derdikeve di gelek qonaxan re derbas dibe. Emê vê carê, bi kurtayî be jî, li ser cînayetên weşangeriya kurdî rawestin.

Hemû weşanxaneyên kurdan, kêm zêde, ji standartên weşangeriya ku li hemû deverên cîhanê hene, dûr in.
- Dema pirtûk wekî destnivîs diçe ber destên weşanger, bi awayekî bi rêk û pêk, bersivê nade. Eger bersiv hebe, dê girêdayî xatiran be.
- Piraniya weşanxaneyên kurdan ji bo çapkirina pirtûkan, pereyan ji nivîskaran distînin. Yek yan du weşanxane ne tê de, wekî din hemû bi behaneya tunebûna bazara pirtûkên kurdî destên xwe li ber nivîskarên belengaz vedikin.
- Piştî ku pirtûk çap dibe, tu karî ji bo belavkirinê nake. Yan wê bide şîrketên belavkirinê, eger hebin, yan jî wê-li gor bazarê- bide nivîskar û ew wê bi dest belav bike.
- Tunebûna redektor û pisporên karê sererastkirin û teşîhê dihêle ku pirtûk, mîna mîha ku di nav lepê gurekî têr keve, weşanger ji xwe re li gor xwe û zanebûna xwe û devoka herêma xwe bi nivîsên wê pirtûkê dilîze. Îca çi li ku derê bi behaneya tewangê bitewîne û çi li ku derê  di bin navê (xeta weşana me) de bê seqetkirin û baskokirin, êdî Xwedê zane.
- Haya min jê tuneye ku yek weşanxaneya kurdî, mîna weşanxaneyeke normal û pirofesyonel, ji bo çapkirina pirtûkê pereyan dide nivîskar, yan jî nivîskar dibe xwediyê nisbeyekê ji pereyên firotina pirtûkên xwe.
- Ne tenê wiha, belê li ser pirtûkan tê nivîsandin ku bêyî destûra  weşanxanê bi tu awayî pirtûk nayê kopîkirin, bêyî ku qala mafê nivîskêr bibe. Ev jî tê wê wateyê ku nivîskar piştî ku pirtûka wî çap dibe, bêyî pere, weşanxane dibe xwediyê keda wî/ê. Ango keda wî/ê bê pere jê tê stendin.
- Yek nimûne di weşangeriya kurdî de nîn e ku weşanxaneyekê şevên xwendinê û îmzekirinê ji nivîskarên xwe re organîze kiriye.
- Weşangerên kurd di navbera karê xwe yê bazirganiyê û siloganên neteweyî de diçin û tên, bêyî ku karibin her du aliyan, aliyê siyasî û yê bazirganî, ji nav hev derxînin. Ev yek dibe sedema windakirina her du aliyan.
- Tunebûna peymanên nivîskî di navbera nivîskaran û weşanxaneyên kurdî de rê bi temamî li ber windabûna mafan vedike.
- Ji bo wergerandin û danasîna pirtûka kurdî weşanxane bê rol û bê însiyatîf e. Dibe ku hindikbûna îmkanan bibe behane. Li vir mirov dikare vê pirsê bike: Eger îmkanên weşangeriyeke pirofesyonel li cem kesekî tunebe, çima kirî ew kes karekî wiha bide ber xwe? Mirov ne bi qasî barekî be, divê mirov xwe wekî barhilgêr nede pêş.
Bê guman hejmartina kêmaniyan wê çi pirsgirêkan çareser neke, lê rawestandina li ser pîvanên hemdem yên weşangeriyê gaveke pêwîst e ku divê îro berî sibe bê avêtin. Her wiha amadekirina zemîneke rast di riya sazkirina têkiliyeke dirust di navbera nivîskar û weşanger de erkeke ji bo her kesê têkildarî  nivîsandin, çapkirin, belavkirin û xwendina pirtûka kurdî.

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019