Danasîna Miriyê Heram

Dîrok: Êlûn 9, 2009, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 676

Danasîna Miriyê Heram

Piştî bêdengiyeke dirêj, Bavê Nazê bi romaneke nû derdikeve pêşberî xwendevanên xwe. Navê romanê “Miriyê heram” e û ji nav Weşanên Lîsê li Amedê derketiye.
Bavê Nazê bi hostayî destê xwe dirêjî hinavên civaka kurd dike û ji nav kûrahiya êşa wê civakê berê xwe dide Tûjo “Feylesofê serxweş” ku mîna eraqvexwirekî di nava xelkê de tê naskirin. Di riya vî “serxweş”î  û mirina wî re kirasê xweşik û spehî yê ku gewdeyê civakê vedişêre, dide ber meqesê rastiyê. Li şûna ku yê serxweş î, ji civakê nayê pejirandin tazî bike û bişo û veşêre, nivîskarê me civakê bi xwe tazî dike û gewde û laşê wê yê “heram” nîşanî me dide.

Naverok û kesên sereke yên romanê:

Tevnê romanê li ser xala mirina Tûjo, kesê sereke yê romanê, tê honandin. Tûjo dimre, hevalê wî yê “qedehê” – yê vebêjer, tenê li wî xwedî derdikeve û dixwaze mîna her miriyekî bê şûştin, li ser cenazê wî bê limêjkirin û wekî her kesî bê veşartin. Rastiya ku yê vebêjer li ber çavên me radixîne ew e ku civak bi giştî û Seyda û oldarên wê civakê bi taybetî ne tenê Tûjo yê sax nedipejirandin, lê belê laşê Tûjo jî naşon û naxwazin di goristana misilmanan de jî bê veşartin. Ji ber ku ew miriyekî heram e. Heta vir, dibe ku mirov heta radeyekê maf bide Seyda û civaka wî, lê ya mirov dêşîne rastiya Tûjo bi xwe ye. Tûjo yek ji xebatkar û mêrxasên civaka xwe ye ku bi lehengî li hember dijminan li ber xwe daye û yek ji qurbanên sîstema dagîrker û zordar e. Hêvî windakiriye, lê heta dawî li ber xwe daye û tu caran serî li hember îşkence û hovîtiya dagirkeran netewandiye. Tûjo ronakbîrekî civakeke oldar, paşketî, kor û bindest e.

Teknîk û dema romanê:

Nivîskar di navbera du demên cuda de diçe û tê. Dema niha û dema berê. Di dema niha de Tûjo dimre û reakisyonên civakê li hember laşê têkoşerekî wê dide nîşandan. Di dema berê de jî nivîskar me vedigerîne dema qewimandina bûyerên girtina Tûjo û hevalê wî, herwiha gelek aliyên berxwedêr yên kesayetiya Tûjo dide ber ronahiyê. Pişt re, dîsa vedigere dema niha û dawiya dawî vebêjer, bi zehmetî be, jî Seydayekî yan Melayekî dibîne ku laşê “Feylesofê serxweş” bişo û wî, wekî hemû miriyan, veşêrin. Lê, di dawiya romanê de tê naskirin ku Seyda bi xwe jî serxweş e.
Romana Bavê Nazê bi zimanekî xweş û şayîk hatiye nivîsandin û ji 93 rûpelan pêk tê.

***

Bavê Nazê û berhemên wî:
Di sala 1946’an de hatiye dinyayê. Der barê gramera kurdî de gelek xebatên hêja kirine. Di sala 1981’ê de doktora di warê wêjeyê de, ji Zanîngeha Moskoyê wergirtiye. Çend pirtûkên wî li ser pirtûka kurdan ji zimanê rûsî wergerandine erebî. Di van salên dawiyê de li Zanîngeha Dihokê mamostetiyê dike.
Berhemên wî  ev in:
- Çiyayên bi xwînê avdayî – roman – 1978.
- Hêsir û baran – kurteçîrok. 1985.
- Stokholmê te çi dîtiye bêje – roman – 1987.
- Rêzimana zimanê Kurdî – 1996.
- Dara pelweşiyayî – roman – 2002.
- Govenda li ber mirinê – kurteçîrok – 2007.
- Miriyê heram – roman – 2009.

***
Ev nivîs di Rudaw a kurmancî, hejmar 10 de, hatiye weşandin.

helimyusiv@hotmail.com
 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019