Dîrok: Befranbar 16, 2016, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 852
Xelek-3
Þeva yekem ji gihîştina min a Amûdê û razana min a li wê mala ku min dê û bavê xwe lê sax hiştibûn û min pişta xwe dabûyê, şeveke nîvxeyalî bû. Çavekî min li oda ku diya min lê radiza bû, çavê din jî li benda hatina bavê min bû. Heta derengî şevê jî min hêviya xwe ji hatina bavê xwe qut nekiribû. Dibe ku nikaribûn bihatina, ji ber vê ew hatin xewna min. Ji berê de ye, her ku ji xew radibim ez xewnên xwe ji bîr dikim, lê vê carê min ji bîr nekir. Ez vegeriyabûm zarokekî biçûk û ew dê û ew bav li der û dora min diçûn û dihatin. Çima wiha bû, çi digotin? Min nizanibû, tenê min yek tişt dizanibû ew jî ev bû, ku her du sax in û li cem min in û ez jî li cem wan im. Serê sibehê rastiya mirinê bi xwe re anî û min xwe tenê dît. Sêwiyekî xerîb, bê dê û bê bav, rêwiyekî dilşikestî û melûl.
Piştî xwarina taştê min berê xwe da navenda bajêr û ji wir ber bi goristana Amûdê ve, ber bi Girê Þermola yê wêranbûyî ve bi rê ketim. Dema mirov ji Qamişlo tê Amûdê, piştî nivîsa “Amûdê bixêrhatina we dike” yekem mal mala me ye. Berî pazdeh salan ji cem mala me heta “Motorê kehreba” ku dibû destpêka bajêr, çend malên jihevbelavbûyî hebûn, lê her du aliyên rê ji cem mala me hetanî destpêka bajêr hemû hatibûn avakirin û mala me bi bajar re bûbû yek. Wekî din jî berî çûna min dest bi çandina daran li ser her du aliyên rê kiribûn. Dema dar biçûçik bûn hemû bizinan dixwarin û haris an pasvanê daran “Ebû Selfîç” nikaribû wan ji êrîşên bizinên birçî biparêze. Lê tev wilo jî çend dar ji bizinên şûm filitîbûn û mezin bûbûn. Vê yekê kêfa min anî. Birayê min û xwişka min bi min re hatin ser mezel. Gora dê û bavê min pêş min kirin. Heta wê kêlîkê jî min rê nedabû pîzotên bêrîkirinê yên ku di bin ariyê hêrs û xezeba dilê min de vêketibûn ku serî hildin û agir bi erd û ezmanê Amûdê bixin. Min derî li ber lehiya hêsiran venekiribû, ev hêsirên germ ku bi salan e di bin sipîka her du çavên min ên li xerîbiyê korbûyî de dişewitandin. Firehbûna û mezinbûna goristanê bala min kişand. Li der û dora gorên dê û bavê min gelek navên ku min ew nasdikirin hebûn. Hestin wiha bi min re çêbûn ku dê û bavê min min dibînin û ji bo ez karibim bi wan re baxivim, divê ez û ew tenê bin. Min ji birayê xwe û xwişka xwe xwest ku herin û min tenê bihêlin. Ew çûn û ez û dê û bavê xwe tenê man. Ez yê mirî û mirî tenê man. Ji nişke ve û devê volkana ji agir ya ku di rih de razayî bû, vebû. Ne giriyê pazdeh salan yê pazdeh hezar salî bû, ne poşmanî û êş bû, pîşo û bermayiyên şewateke mezin ya temenekî pûçbûyî bû. Bi dengekî bilind min lêborîna xwe ji dê û bavê xwest. Ez, kurê bêwefa û nankor, ku dê û bavê xwe ji mirinê re hiştin û da pey xewnên xwe yên biçûçik û çû. Ez, gunehkarê ku pêlên deryayên hêsiran nikarîbûn gunehên wî yên giran bişon. Min pala xwe da pazdeh hezar sal ji êşê, ji koraniyê, ji temenê wêranbûyî, ji sêwîtî û xerîbiyê, ji toza lal û ji ariyê. Her kes ji vî welatî ji bo ku baştir bijî direviya, bi sedan, bi hezaran ji vî welatî ji bo jiyanê axa xwe diterikandin, min jî berê xwe dabû vî welatî, ne ji bo jiyanê, lê ji bo mirinê. Welatê ku derfeta jiyaneke baş li ser axa xwe nedabû min, kêfxweş bûm ku wê derfeta mirina li ser vê axê bide. Gelo çend sal ji evên ku direvin re divê, da ku zanibin ewê ne li jiyanê, ne li rûmetê, ne li azadiyê, lê li rewrewkan rast bên. Jiyan û mirin, hêvî û şikestin, duayên diya min, limêja wê, tizbiya wê ya selewatan û sed karên ku bavê min bi hev re dikirin, xatirxwestina dijwar, ciwanî û kalbûn. Her tişt di serê min de tevlihev dibûn û dibûn barên gunehan, dibûn çiyayên gunehkariyê.
Di navbera kêla ber serê diya min û kêla ber serê bavê min de birayê min darek çandibû. Ew dar hêdî hêdî mezin dibû. Min hemû gunehên xwe yên giran û sivik bi wê dara biçûçik a kesk ya ber serê dê û bavê xwe, ve daleqandin û hêdî hêdî li xwe, li xwezaya xwe vedigeriyam. Mîna ku pazdeh salan mirovek di sendoqeke girtî û ji zêr de be û ji nişke ve xwe li derveyî wê sindoqê û di nav axa mala xwe de xwe tazî bibîne. Wisa li min hatibû. Ez vegeriyabûm rastiya xwe. Her tişt rehet û xwezayî xuya dikir. Piştî pazdeh salan ew cara yekê bû ku kêfa min ji min re dihat û wekî kesekî ku xwe ji nû ve nas bike li min hatibû. Hestine xweş bûn. Welat xweş e. Ev ne tenê du peyvên erzan in ku dikarin li ser zimanê her kesî bin. Ev hesteke wisa ye, tenê mirovên ku xurbetê kezeba wan hilweşandiye dikarin bê ew çi ye. Di wê navberê re, dareke kesk û biçûçik û xweşik, mîna wê dara li ber serê dê û bavê min, di hundirê min de şîn hat.
Amûdê bela tu ji nû ve bişewitî.
**
Beşên din ên vê xelekê:
- Rê ji bo erebeyên Amûdê vekiriye
- Yekem car ez sînorê navbera du dewletan derbas dikim; her du alî jî kurd in
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019