Dîrok: Rêbendan 15, 2010, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 775
Yadê,
Ev cara yekê ye ku ez ê rû bi rû li her du çavên te yên henûn binerim û binîvisînim. Ew her du çavên ku min gelek caran ew ji xewê bê par hiştin, min gelek caran ew tije hêsir kirin, min gelek caran ew giriyandin û wan jî gelek caran ez ji derbên ji pişt de, ji bêbextî û sermaya xiyaneta kesên nêzîk û ji zilm û zora dijminên xedar diparastim.
Tu nizanî, min çiqasî bêriya wan her du çavên te kiribû yadê.
Deh sal in ku min tu nedîtî. Deh sal in ku bi bayekî sivik re rihê min dilerize, bi birînek e biçûçik têm halê mirinê. Lê, bi bihîstina dengê te bi ser xwe ve dihatim, min bi guhê tenêtiyê digirt û ew ji xwe dûr dixist. Deh sal in ku ez dixwazim te bibînim û çênedibû.
Tê bîra te, cara dawî ez du saetan li ber “Qapî” yê Nisêbînê – Qamişlo mam. Kesê ku digot wê te ji bo du saetan, ji “Binxetê” derbasî “Serxetê” bike, ji yê jixwe mezintir tirsiya û soza xwe bi cih neanî û me hev du nedît. Serxet û Binxet bi hev du ve ne yadê, lê ji bo min û te ji hev du dûrbûn wê rojê. Di nav wan de jî leşkerên du dewletên mirovxwir, têlên rêsayî, sînorên bi bombe û du zimanên ku te bi wan nizanîbû hebûn.
Te ji min re digot:
- Lawo ez te di televîzyonê de dibînim bêhna min derdikeve. Ez ji te û hevalên te yên nivîskar tiştekî fêm nakim, lê dîsa jî heta dawiya bernama te, ez ji xwe re li we dinêrim û dizanim ku tu bi selametî û êdî dûrî destê van “Xwedênenasan” dijî.
Hemû zilamên her du dewletên ku “deşta Mêrdînê” ya berê û Amûdê ya niha li hev du parkiribûn li cem te “Xwedênenas” bûn. Ji ber ku malbat û xizm û meriv ji hev dûrxistibûn û bi ser de jî “zarokên xelkê” di nîvê şevan de ji malên wan derdixistin û nema li dayikên xwe vedigeriyan. Tirsa te jî, heta dawiya temenê te, ji wan hebû:
- Lawo evana Xwedê nas nakin, zalim in, bêwijdan in û ditirsim rojekê tu jî têkevî nav lepê wan.
Ji ber vê, wê cara ku ez ji bo xwendinê li Helebê bûm û, ne ez, lê hevalên min li Amûdê hatin girtin, dilê te dihat ku bisekine. Berî deh salan jî, roja ku min berê xwe da serma xerîbiyê ya ku ji “nav lepên Muxaberatan” germtir e, bi du çavên şil te digot:
- Lawo, hem kêfa min tê, ku tê ji van “Xwedênenasan” xelas bibî û hem jî, dilê min bi ser te ve ye, ez naxwazim tu dûrî dayika xwe bikevî.
Ji ber vê, gava ku ez ketim nav lepên wan, berî her kesî, min ji te veşart û piştî vegera xwe, min çîrokên xwe yên xemgîn ji te re dikirin qerf, lê tu nedikeniyayî. Te ne li min, lê li jora xwe dinêrî û dest bi diayên xwe dikir, da ku Xwedê vê zora ku li vê derdorê heye, neyne serê gurê çiyan.
Wê gavê, ne dema xemgîniyê mabû, ne jî ya poşmaniyê. Êdî her tişt qediyabû û dem dema xatirxwestin û koçberiyê bû.
Yadê,
Tiştên ku min bawer nedikir, bûn. Ez mezin bûm, bûm bav û ji berê bêtir şîretên te hatin bîra min:
- Tu carî çênabe mirov li rûyê zarokanxîne. Melayiket li ser rûyên wan razane. Nabe mirov melayiketan ji xewê veciniqîne.
Zarokên te û neviyên te jî, hemû mezin bûn. Hinek bûn bav û hinek bûn kalik, lê carekê jî te soza xwe xeranekir.
- Zarok teyrikên cinetê ne.
Em, ewên ku rojekê teyrikên cinetê bûn, bê perî û xwas di nav sikak û kolanên Amûdê de diqîriyan û di nav wê toza tîr ya havînê de difiriyan, ji nişkê ve, li çaraliyên dinyayê, bûn rêwiyên teyrikên ji hesin û me “cinet”a xwe ji kujerên zarokan re hişt û bûn niştecihên zivistanan.
Yadê,
Ez heta niha nizanim çi ye ev.
Mîna xewnekê ye, mîna henek e sêwî ye. Mîna hêsirekê germ e, wisa jî mîna xeyalekê, sar e. Ji ber vê, serê sibeha pêncşema derbasbûyî, min dixwest ew nûçeya ku birayê min di telefonê de ji min re got û ez pê veciniqîm, xeyalek be. Min dixwest xewnek be. Ez demeke dirêj, mîna temenê pêxemberekî kevnar, dirêj, li benda kesekî mam ku telefon bike û bêje; ew nûçe xeyalek bû û vaye diya te li aliyê dinê xeta telefonê li benda te ye.
Nizanim ne çend deqe bûn, ne çend temen bûn, ne jî çend sedsal bûn, li hêviya wê yekê mam, ku tu hîna li jiyanêyî û ez dikarim dengê te bibihîzim.
Yadê,
Nizanim çima wê kêlîkê, ji her demê bêhtir rihê min hewcedarî bihîstina dengê te bû. Min dixwest ez tiştekî bilez ji te re bibêjim. Ez nema dizanim bê ew tişt çibû, lê min dixwest!
Wê çawa sibe roj, bêyî te, li Amûdê hilê.
Ev erda ku niha ez li ser dijîm, çawa dikare bêyî te, di bin lingên min de nelerize.
Heta roja çarşemê jî dinya sar bû. Her der berf û cemed bû, lê ne sermê bala min dikişand, ne jî berfê.
Ji pêncşemê pê de, dinya, li min, sartir bûye yadê. Wekî ku erdhejek çêbûbe û bi hezaran laşên ku kesek wan nabîne, li erdê bin. Lerzek e bê navber ketiye rihê min. Min bêriya dîtina her du çavên te kiriye. Min sar e yadê û dinya ji mirovan xalî xuyanî dike.
Yadê,
Berî xatirxwestina dawî, ji ber vê gencîneya ku te ji min re li pey xwe hiştibû, min dixwest ez, carekê be jî, bêm destê te û sipasiya te bikim. Ev gencîne, ne mal û ne jî milk in, ne zêr û ne yaqût in. Tiştekî ku ji van hemûyan buhatir û şêrîntir e.
Te zimanek da min û tu çûyî.
Ne ji te bûya, niha yan bi zimanê dayikên xelkê ku ez ê ji dibistanan fêrbibûma, minê ev name ji te re binîvisanda, yan jî ez ê lal bimama. Ji lew re, dereng be jî, ez niha bi hezkirin û bê şerm, li her du çavên te yên henûn dinêrim û vê hevoka dawî ji te re dinîvisînim:
- Min ji Xwedê bêhtir bêriya te kiribû dayê.
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019