Derdên nivîskariya kurdî -1-

Dîrok: Nîsan 21, 2009, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 680

Derdên nivîskariya kurdî -1-

Destpêkê, du xalên giring
Di qada nivîskariya kurdî de, ku wêneyeke ji qada civakî ya kurdan, du xalên sereke hene ku çavkaniya hemû rûdanên seyr û ecêb destnîşan dikin. Yek ji wan, me cara din jî hinekî qal kiribû, tunebûna fikir û ramana neteweyî ya hevbeş e, pê ve girêdayî jî tunebûna hestên neteweyî yên hevbeş. Ji roja roj de, kurd bi qelsbûna hestên xwe yên neteweyî têne naskirin. Xala duyem jî ew e ku eger ne hemû bin jî, piraniya nivîskarên kurd ji qada partî û siyasetên têkçûyî û li îflasêketî tên. Ez ê hinekî din van her du xalan zelal bikim:

Tunebûna an qelsbûna hestên neteweyî yên hevbeş
Di pêvajoya pêşketina civakan de, gelek qonax hene. Dibe ku civakên derdora kurdan, yên rojhilatî, heta niha qonaxa neteweyî derbas nekiribin, lê gelek civakan, bi taybetî rojavayî, qonaxa neteweyî jî li pey xwe dihêlin û hêdî hêdî derbasî qonaxin pêşketîtir dibin. Yekîtiya Ewropayê, wekî mînak. Dema mirov li civaka kurd dinêre, mirov wisa dibîne ku ew di qonaxa eşîrtî û êlperestiyê de asê maye û nikare wê qonaxê derbas bike. Gava ku hewil dide derbas bike jî derbasî qonaxa partî, rêxistin û girûpên îdolojîk dibe. Lê dema mirov hinekî din hûrbîn bibe, mirov dibîne ku ev rêxistin, partî ji rêxistinên îdolojîk û partîtiyê kiras birine, lê di naveroka xwe de mekanîzim û rêbaz û şêweyê eşîrtiyê heta dawî diparêze, dike û nake eşîrtî, wekî tu zihniyet û awayê têkilî û pevgirêdanan, şûna xwe nade partî û rêxistinên modern jî. Di wir de asê dimîne. Ji ber vê mirov bi hesanî li kes û endamên partiyên kurd ku heta dawî bi partiya xwe ve girêdayî ne rast tê. Lê di piratîka jiyana rêxistinî û ramanî de, bi her awayî eşîr dikeve şûna partiyê û serokeşîr dikeve şûna serokê partiyê. Ev yek ji bo rêxistin û partiyên ku karibûn bibin xwedî rol û hêz di nav kurdan de derbas dibe. Her endam heta dawiyê bi partiya xwe ve girêdayî ye û dikare serê xwe ji bo partiya xwe bike qurban, lê ew endam ne amade ye ji bo Kurdistanê yan jî ji bo neteweya kurd, serê tiliyeke xwe jî biêşîne, yan jî li hember rûdanekê ku zirarê bide Kurdistanê yan jî kurdayetiyê bibe xwedî helwest. Sînorên wî yên pîroz li cem partî/eşîr/a wî bi dawî dibe. Ev diyarde li her çar parçeyên Kurdistanê tê dîtin, tenê bi mezin û biçûkbûna partiyê re ev diyarde jî biçûk û mezin dibe.
Wisa jî di qada nivîskariyê de, rewşenbîrên xwedî asoyên fireh, xwedî helwestên neteweyî ku sînorên partî û girûpan derbas bikin û xwe li sînorên neteweyê bi giştî bigrin, di nav kurdan de nayêne dîtin.
Piraniya wan an girêdayî partî, eşîr û girûpên xwe ne, yan jî dijminayiyeke kor û bê sînor bi vê partiya kurd û ji ya din re dikin û bi vebûna derfeta yekem re, dewlet û hêzên ku welatê wî dagir dikin û miletê wî wekî milet nas nakin, ji wan partiyên kurd bêhtir nêzîkî xwe dibînin.
Bê guman, ez qala atmosfera giştî dikim û mînakên awarte, wê di vê çarçovê de, bêne dîtin.

Nivîskar an siyasetmedarên têkçûyî
Yek ji xisletên herî xerab ên ku çanda kurdan a nûjen di bin mohra xwe de hiştiye, ew e ku ev çand, ziman, wêje, edebiyat, bi giştî li ser destên wan kesên ku ji qada siyasetê tên, hate pêşxistin. Siyasetmedar û çalakvanên ku di qada siyasetê de hatin şikestin, serhildan, şoreş û bizavên wanî siyasî têkçûn, berê xwe dan nivîsandina wêjeyê. Vê dawiyê jî, hemû siyasetmedarên ku partiyên wan têkçûn û ji hev du belavbûn û hiliyan berê xwe dan nivîskariyê û bûn nivîskar. Yek ji sedemên bingehîn ên ku qada nivîskariya kurdî ya dema me tevlihev jî dike ev e. Piraniya van kesan jî, eger li şûna nivîskariyê biçûna cem psîkologan wê hem rewşa xwe û hem jî rewşa nivîskariya kurdî baştir kiribana.

Qonaxa Hawarê û ya dema me
Dema mirov li navên sereke yên ku kovara Hawarê bi rê ve dibirin û tê de dinîvisandin binêre mirov bi temamî li navên ku rêveberiya siyasî û rêxistinî ya tevgera siyasî ya kurdan kirine, çi li Bakur û çi li Rojava. Celadet Bedirxan, piştî têkçûna Şoreşa Agirî û bêhêviya wî ji karê rêxistinî di rêxistina Xoybûnê de, dest bi derxistina Hawarê kir. Osman Sebrî serokatiya tevgera siyasî ya kurdên binxetê kir, wisa jî Nûredîn Zaza bû serokê partiyê li wir. Cegerxwîn jî bû endamê Partiya Komonîst, jê veqetiya û heta dawiya temenê xwe ma endamê partiya pêşverû ya kurdên Sûriyê. Wisa jî Reşîdê Kurd û Qedrîcan û yên din. Balkêş e jî ku, ji bilî Cegerxwîn, yek nivîskarî ji yên Hawarê berhemên xwe wekî pirtûk jî çap nedikirin. Ji ber ku bi giranî di nav bizava siyasî de cih digirtin û giringî didan wî aliyê xwe. Bi vî awayî yek du pirtûk ne tê de, bi temamî, vî nifşê damezrîner û girîng, di wê demê de, kurd nekirin xwedî pirtûk. Vê dawiyê berhemên wan wekî pirtûka hatin çapkirin. Eger mirov bi kurtayî karê vî nifşî binirxîne, mirov dikare wî û berhemên wî wekî bingeha ziman û wêjeya kurdan a nûjen bibîne, tev ku hemû encama serhildanên têkçûyî bûn û ji Bakur ber bi Binxetê ve koçber jî bûbûn, lê wan karibû, hem karê siyasî bikin û hem jî bingeheke resen ji bo ziman û wêjeya kurdî damezrînin.
Di van salên dawî de, heman diyarde, lê di demeke din de û bi awayekî din dubare bû. Ji Mehmûd Baksî û Memed Uzun bigire heta piraniya nivîskarên ku bi taybetî li Swêdê dinîvisînin, ji partî û rêxistinên siyasî yên cuda tên. Partî û rêxistinên wan an neman yan jî hiliyan û qels ketin yan jî bûn malper!
Cudayiya herî girîng ya di nav nifşê Hawarê û vî nifşê cihê gotinê de ew e ku nifşê Hawarê ji têkçûnên siyasî karibû bibe xwedî ekoleke damezrîner ku karê wan hem bû destpêka bikaranîna alfabeya latînî di kurmancî de, hem jî bû sîwaneke hevbeş ji bo wêje û nivîskariya kurdî ya nûjen. Lê, nifşê dema heştêyî û vir de, dîsa bi wê zihniyeta siyasî, piştî têkçûna rêxistin û xewnên wanî siyasî, xwe berdan qada nivîskariyê. Lê, êdî dem ne dema Hawarê bû û ne jî şert û mercên dinyayê wekî berê bûn. Yek ji sedemên ku nivîskarên kurd li Swêdê pir bûn ew e ku dewleta Swêdê alîkarî dida, wisa jî pereyan berê hinek kesan da nivîsandina bi kurdî û derxistina pirtûkan. Vê dawiyê bi kêmbûna alîkariya dewletê re hejmara nivîskarên xwedî pirtûk jî kêm bû. Diyardeya balkêş di vê çarçovê de ew e ku hemû kompleks û encamên têkçûnên xwe yên siyasî bi xwe re tînin qada nivîskariyê û di bin bandora vê psîkolojiya jihevketî de tevdigerin. Hinek ji wan nema zanin ne nivîskar in, ne rojnameger in ne jî siyasetmedar in. Hinek ji wan dixwazin îmkanên xwe yên siyasî, ji bo nivîskariyê, bikar bînin. Hinek ji wan bê qeyd û şert û her gav û her dem dijî partiyekê mîna PKK'ê ne, hetanî mirov digihîje wê baweriyê ku PKK nemîne ew ê jî bê kar, bê nivîsandin û bê siyaset bimînin. Hinek ji wan bi zorê be jî dîsa jî nivîskar in û her wisa…Bê guman endametiya rêxistineke siyasî ne sûcek e û ne jî şaşiyek e ku nivîskar dike, berevajî wê, dibe ku têgihîştina siyasî hêzeke din bide nivîskariyê, lê mebesta min ew nivîskarên ku ji qada siyasetê hatine û hemû nexweşiyên wê qadê bi xwe re tînin qada nivîskariyê.
Hêjayî gotinê ye, ku dema mirov qala nivîskarên kurd ên li Swêdê dike, mirov nikare hemû nivîskaran têxine bin sîwanekê. Di vê nivîsê de min qala hin xalên hevbeş û giştî kir, di nivîseke din de ez ê li ser navan û li ser bersiva Bûbê Eser û çend pirsên ku ji min kirine, careke din, binîvisînim.

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019