Dîrok: Êlûn 1, 2009, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 720
Dewlet jî mîna kesan e. Bi vê yekê mirov dikare çi xisletan bide van dewletên ku welatê me di nav xwe de parçe kirine û nema destên xwe ji qepera me ber didin. Ne navê welatê me hiştin, ne azadî û aramî hiştin, ne jiyan ji me re hiştin, ne jî me karîbû em destên wan ê hesinî ji derdora qirika xwe vekin. Armanc her û her ew bû, qedandin. Ji xewnekê diçin xewnekê. Wisa xuyaye ku dilê wan û şiyarbûnê jî tune ye.
Xewna qedandina kurdan bi zimanê wan
Di nav vê xire cira dûr û dirêj de, ji nav pencê mirina ku erd û ezmanê me dagir kiriye, tenê zimanê me filitî. Ji nav derbên qedexekirin û zora li deştê, ji bin derbên artêşên generalên hov û bobebarana firokên şer, tenê ziman filitî. Her çendî birîndar, westiyayî, şerpeze û serîşikestî be, lê dîsa jî bi rûbikenî hêzda xwe û kirasê mirinê çirand.
Niha jî ew dewleta qedexekar ku deşta welêt kiribû warê zorê, xwediya artêş û çekên ku mirina rojane bi serê çiyayên welêt ve dibarîne, xewna bidestxistina zimanê kurdî dibîne. Ziman maye, dixwaze wî jî ji dest me bigre.
Televîzyonkariya bi vî zimanî avête nav lingên kurdan û pêre jî pere.
Nivîskarên vî zimanî êdî têne kirîn.
Nexasim ku piraniya wan hingî erzan jiyane û xwe erzan dîtine, êdî derfet ji wan re hate ber derî ku êdî vê carê ne belaş in û bi pereyên baş dikarin xwe pêşkêş bikin.
Ji bo hinek nivîskarên dûrî derî jî, mîna hinekên Swêdê, êdî ew çûn ber deriyê televîzyona wê dewletê.
Dewleta ku ji kesekî saxlem bêhtir dişibe kesekî nexweş.
Kesê şîzofren, xwîn bi devê wî ve hişk bûye. Çavekî wî li dermankirina birînên wî ye û çavê din li rijandina xwîna çiyê ye. Ew nexweş îro li ber kendalê tazîbûna dîroka xwe rawestiyaye û xewnekê dibîne.
Dewletê, dereng be jî rola vî zimanî fêm kir, lê xwediyên wî zimanî hîna fêm nekirine.
Hinek ji wan nema dizanin pê biaxifin. Hinek ji wan dizanin, lê zarokên wan nema dizanin. Hinek ji wan di ser guhê xwe re davêjin. Hinek jî dema peyva nivîskarên kurd dibihîzin yekser tirkînivîs, erebînivîs têne bîra wan. Hinekên ku fêmkirine jî nema dikarin ji bin barê yêfêmnekirine derkevin.
Xewna wekheviyê
Di pêvajoya pêşdeçûna civakan de, lêkolîneran her dem qala şêweyekî wekheviyê kirine. Her ku ez peyvên wekheviyê û biratiyê ji aliyê dewleta Tirkiyê yan jî Sûriyê dibihîzim, yekser ew şêwe tê bîramin. Ev şêwe jî ev e:
Fîlek, zerafey û meymûnek li ber darekeke bilind di rêzê de sekinîne û di mafê hilkişandina ser darê de wekî hev in.
Ew dar, dewlet e, xelkên wê jî mîna meymûnan dikarin yekser bi darê ve hilkişin û xwe wekî xwediyê darê nîşan bidin. Belengazê fîl û pepûka zerafê dimînin. Fîl, ne dikare bi darê ve hilkişe, ne jî jêre lazim e, wisa jî zerafe. Derfetên wekheviyê yên ku dewlet jî dide kurdan mîna derfetên ku ji bo fîl û zerafê têne dayîn.
Xewna biratiyê
Wekî ku di wekheviya meymûn û fîl û zerafê de jidilbûn, di mijara biratiyê de jî ji dil in. Ji dema ku ev dewlet çêbûne heta roja îro, ji ber ku mîna bira li kurdan nêrîne, xwestine birayên xwe jî bikin wekî xwe. Anku dewleta tirk her dem xwestiye birayên xwe yên kurd, mîna xwe, bikin tirk. Wisa jî ereb û faris. Ji bo pêkanîna vî rengê rengê “oryentalîst” ji biratiyê, çi ji dest wan hat, kirin. Bi çekên giran, bi ola îslamê, bi kuştin û qirkirinê, bi feqîrkirinê û cerdevaniyê û niha jî bi zimanê kurdî. Dewleta tirk xewna yekmilet, yek dewlet û yek alê dibîne. Ev xewn kevin e, tenê ziman hatiye guherandin.
Me di destpêkê de gotibû, dewlet jî mîna kesan in. Eger ev beramberî rast be û em Tirkiye, Sûriyê, Îran û Iraqê bînin bîra xwe, wî kî karibe hejmara nexweşiyên wanî psîkolojîk, ku di kesên serok û serokwezîrên wan de xwe didin der, bihejmêre. Ez vê bersivê ji we re dihêlim.
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019