Dewleta ku ji miriyekî ditirse

Dîrok: Gelawêj 18, 2009, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 654

Dewleta ku ji miriyekî ditirse

Helîm Yûsiv

Carinan hebûna helbestekê, romanekê, çîrokekê, şanoyekê, stranekê…anku hebûna wêje û hunerê bi giştî, ji bo desthilatdaran, dibe belayeke mezin, di dîrokê de cih li wan teng dike û wan di nav mij û dûmaneke reş de dihêle. Bêyî ku hayê wan ji wan hebe, hema te dît ku berhemeke wêjeyî, hunerî, stranek, pirtûkek bûye sedema tazîkirina “Qiral û Padîşahan” û her kes dikare êdî bi wan bikene û nema guh bide zimanê wanî sor, quretiyên wan û axaftinên wan a ku bi roj dibêjin û bi şev ji bîr dibin. Carinan jî wêjevanek an jî stiranbêjek vê yekê dike. Ev rûdan di jiyana wan nivîskar û hunermendan de dibe. Lê, ji bo Aramê Dîkran, mesele bi awayekî din bû. Jiyana xwe hemû da stranê. Ji nav miletekî qirbûyî hat û ji miletekî ku li ber qirkirinê ye re stra. Desthilatdarî jî neçar mabû, yan divê guhên xwe bigire, yan jî divê devê wî bigire. Ji ber ku nikaribû ya diduyan bike, ya yekem kir. Di hemû jiyana wî de, desthilatdaran nikaribû dengê Aramê Tîgran bibihîsin.

Aramê Tîgran
Ji bo tirkan, dengê ermeniyekî bû, ku bi kurdî distrê.
Eger mirov hinekî bi hûrbînî li vê hevoka jor binêre, dê dîmenekî têrwate, seyr, tirajedî, lê hêja û xweşik bê ber çavên mirov.
Bi dengê xwe yê nerm, xweş, xemgîn, zelal û bilind heta mirinê, dijî kîn û nefreta desthilatdaran, stra û di mirina xwe de jî, bi laşê xwe, helwesta xwe nîşan da. Ji ber ku laş, çeka mirî ya bi tenê ye, Aramê Tîgran ew çek jî li ber çavên tijekîn û nefret hilda û xwest ku xwe bispêre dilekî mezin, ku bûye bajarek, bûye sembolek, ev not salin general “Ne mutlu Turkim diyene” bi hêza çekên giran li ser sûrên wê, li ser çiyayên wê, dinîvisînin û ew dil ne diweste, ne jî radiweste. Her û her li ber xwe dide û dixwaze biserbikeve.
***
Van rojan birêveberên dewleta Tirk ketine nav tevgereke rojane. Ji bilî xwediyên pirsgirêkê hevdîtinên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi her kesî re dikin. Heta çi radeyê di vê tevgera xwe de cidî û jidil in, rawestandina termê Aramê Tîgran li Atînayê û rêlibergirtina pêkanîna wesiyeta wî ku li Amedê bê veşartin, yek ji nîşanan bû.
Rojekê ji rojên kor ji dîroka vî welatê dilşikestî, birêveberên ku li ser wê axê desthilatdar bûn bi sedhezaran ermenî qirkirin.
Çend sal derbas nebûn, kurd dan berxwe û dest bi qirkirina wan û ziman û çanda wan kirin.
Aram ermenî bû, lê stranbêjekî zimanê kurdî bû. Anku hem ermenî û hem kurd bû.
Daxwaza wî ya ku Amedê mala wî ya dawî be, cihê wî yê heta hetayê be, careke din desthilatdar ajotin ber ezmûneyeke dijwar.
Di mirina xwe de jî, bi guhê desthilatdariyê girt û ew danî ber neynikê. Desthilatdariya ku bav û kalên wî yên ermenî kuştibûn, strana wî ya kurdî xeniqandibûn û niha jî li ser laşê wê stranê, li ser laşê wî zimanî, di parlemana xwe de hêsirên “tîmsahan” dibarînin, nikaribû yek deqeyê jî li ber neynikê raweste û li rûyê xwe yê zerbûyî û çavên xwe yên tije xwîn binêre.
Deweleteke wisa ku ji miriyekî ditirse, wê karibe çi bide kurdan gelo?
***
Cenazeya Aramê Tîgran li erdê bû, gava ku di TRT 6’ê de nivîskarekî kurd behsa romanên xwe û nivîskariya  xwe dikir.
Rojnamevanekî kurd behsa rojnamegeriya xwe û kurd û înternetê dikir.
Stranbêjeke kurd behsa stranên kurdî dikir û geh bi tirkî û geh bi kurdî distira.
Helbestvanekî kurd, ku alfabeya kurdî nizane, helbestên kurdî dixwendin.
Şanogerekî kurd henekin dikirin, ku kesekî nikarin bikenînin.
Çîroknivîsekî kurd jî behsa çîrokên xwe dikir û pêre jî pesnê Swêdê û bereketa TRT 6’ê dida.
Serokwezîrê Tirk pesnê Ehmedê Xanî û Şivan Perwer bi tirkî dida û kurdekî li pişt ekranê ew ji me re bi kurdî dixwend.
Ew qas tiştên xweş dihatin gotin, wekî ku haya kesekî jê tune be ku cenazeyê stranbêjekî li erdê, li ber lingên wan e.
Ne yê romanivîs, ne yê rojnameger, ne ya stiranbêj, ne yê helbestvan, ne yê şanoger, ne yê çîroknivîs û ne jî serokwezîrê wan behsa wî cenazeyê li erdêmayî kirin.
Roja din, piştî vebûna TRT 6’ê bi marşa neteweyî, Serokwezîr ligel romanivîs, rojnameger, stranbêj, helbestvan, şanoger, çîroknivîs, wezîr û polîsên xwe cenaze ji ber deriyê Amedê, careke din, ber bi serma xerîbiyê de şandin.


*Ev nivîs di Rûdaw de, çapa Ewropa ya vê heftê de, belav bûye.

helimyusiv@hotmail.com


                  


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019