Dîrok: Hêzîran 14, 2013, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 729
Ketina bajarê Qisêr yê bi ser Himsê ve nav destên artêşa rêjîma Sûriyê, danûstendineke nû bi xwe re anî. Ev danûstendin xwe dispêre siberoja şoreşa Sûriyê û qedera civîna Cinevre ya 2'yemîn ku Rus û Amerîkî bi hev re amadekariya wê dikin. Wisa jî balê dikşîne ser têkiliya komên çekdar yên li hember rêjîmê şer dikin, bi hev re.
Eşkere xuyabû ku gewdeyeke yekgirtî bi navê artêşa azad tune ye û her kom û komikek, yan jî her ji çend komên nêzîkî hev, pilanên wan ên cihê hene ku têkiliya wan bi rûxandina rêjîmê re nîn e. Ev xal di mijara dorpêçkirina Efrînê de pir zelal e.
Efrîn bi ser bi Helebê ve ye, ku ew der û dor bi giştî di destên komên çekdar yên Artêşa Azad de ne. Ev demeke ku van kom û komikên çekdar ku bi navê Artêşa Azad tevdigerin destên xwe yên bi çek xistine qirika bajarê kurdan Efrînê. Mîna her gava ku dixwazin derbasî bajarekî kurdan bibin, êrîşa yekem dijî hêzên çekdar yên kurd pêk tînin, wan bi alîkariya rêjîmê tawanbar dikin û bi vî awayî hemû deriyan li ber dagîrkirina herêma kurdan bi hêza çekan vedikin.
Ev şerê ku niha li ber deriyê Efrînê ye, ji şerê Serêkaniyê ne cudatir e. Heman mehne ne û heman armanc in. Tenê cih têne guhertin. Balkêş e ku hem çapemeniya ereb û hem jî hêzên rikberiya erebî yên Sûriyê xwe kerr dikin û ne qenc ne xerab, deng ji xwe naynin.
Di demekê de ku bajarê Qisêr ji ber êrîşên hêzên rêjîmê û çekdarên Hizbullaha Libnanî dihate hilweşandin û hewar hewara çekdarên Artêşa Azad bû, alîkarî dixwestin, bi sedan çekdarên ku ew jî ji Artêşa Azad in ber bi Efrînê ve diçûn û bi dengekî bilind û carinan bi zimanê hinek çekdarên kurd ên ku bi wan re ne gef li Efrînê dixwarin. Vê rewşê siya gumanan avête ser armanc û pilanên wan çekdarên Artêşa Azad ku bi hewara hevalên xwe yên hewcedarî alîkariyê ve neçûn û berê xwe dane Efrînê û şikenandina hêzên çekdar ên kurdan. Mehne yan jî behane amade bû, ew jî xwedêgiravî kuştina serekekî Lîwaultewhîd bû, yê bi navê Şamil, ku li ser destê çekdarên kurd yên bi ser YPG'ê ve hatibû kuştin. Vê carê jî, mîna carên din, yekîneyên (kewên)kurd yên mîna Selahuddîn û Yûsif Elezma serkêşiya van çekdarên êrîşker dikin.
Du xalên girîng di vê derbarê de xwe didin pêş, yek jê ew e ku ew xeta xizmetkariya xelkê û dijminayiya li hember hev ya kurdan, wekî berî sedê salan, niha jî berdewam e. Ji navên van her du yekîneyên leşkerî mirov tê digihîje, bê kurdên ku endamên van yekîneyanin û çek li hember kurdan hilgirtine, kî ne û çi ne.
Xala din jî ew e, ku diyar e gelek ji van komên çekdar yên ku di bin banê Artêşa Azad de tevdigerin, ne li pey rûxandina rêjîmê ne, ne jî li pey xurtkirina hêza çekdar ya Artêşa Azad in. Berevajî wê, navê Artêşa Azad ji xwe re, ji bo pêkanîna armancên xwe, wekî sîwanekê bikartînin. Aloziya herî giran di vê çarçovê de ew e, ku çawa mirov dikare çekdarên wê Artêşa Azad yên ji bo rûxandina rêjîmê şer dikin, ji van çekdarên din cuda bike. Ji ber vê, li Sûriyê îro ne Artêşa Azad, lê artêşên azad hene. Yek ji sedemên biserneketina şoreşa ku ji bo azadî û rûmetê li Sûriyê destpêkiribû jî ev e.
helimyusiv@hotmail.com
Ji Rûdaw hatiye girtin
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019