Du dîmenên xemgîn ji nivîskariya kurdî

Dîrok: Gelawêj 1, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 636

Du dîmenên xemgîn ji nivîskariya kurdî

 

Helîm Yûsiv

Ez di vê nivîsê de kesekî bi nav nakim, lê ezê dîmenên du nivîskarên kurd ji Binxetê pêşkêş bikim. Her yek bi awayekî ye û her yek lawê pêvajoyeke cuda ye. Têkiliya di nav wan de ew e ku di encamê de xemgînî li pey helwest û kirinên xwe, li ba min hiştin e.

Nivîskar-1
Ji berî pazdeh salan de li Binxetê çîroka nivîsandina bi erebî yan bi kurdî li dar e. Yek ji wanên ku tev li wan nîqaşan nedibû û bi kurdî dinîvisand ev dostê me yê mijara gotinê  ye. Çend pirtûkên helbestan bi kurdî çapkirin. Dem derbas bû û qedera her yekî ji me berê wî da deverekê. Ew jî li başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyê bi cih û war bû. Lê çi hate guhertin?
Hema hema bi temamî dev ji nivîsandina bi kurdî berda û dest bi nivîsandina bi erebî kir. Hem helbest û hem nivîsên wî yên rojane di rojnameyên kurdên Başûr de, ku bi erebî derdixînin, têne weşandin. Wê rojê di televîzyona Gelî Kurdistan de, mêvanê bernameyeke wêjeyî bû. Kesekî ku bi erebî nizane ji kurdiya wî fêm nedikir. Pesnê kurdên erebînivîs dida ku ew balyozên wêjeya kurdî ne û dengê kurdan e li cem miletên din. Her wisa qala lawazî yan jî tunebûna çîrok, roman û helbesta kurmancî dikir. Dûrketina ji nivîsandina bi kurmancî jî vedigerand şert û mercên kurmanciyê û bi taybetî tunebûna xwendevanan û her wisa tunebûna qedirgirtinê. Li hember wê jî qala dilrehetiya xwe û kêfxweşiya xwe ya bi nivîsandina bi erebî dikir. Balkêş e ku ev helwest ji navendeke Kurdistanê (Silêmaniyê) dihate dan. Silêmaniya ku bi rastî jî cihê kurmanciyê lê tune ye.
Min bi dilekî xemgîn, li vî dostê xwe yê kevin guhdarî dikir, lê nizanim çima, wê gavê, dihatim ku vereşim.

Nivîskar-2
Ji berî heft salan de min ew li Almanyayê nas kir û dostaniyeke bi lez di nav me de çêbû. Yek ji sedemên vê dostaniyê mijûlbûna wî ya bi nivîskariyê bû. Çend pirtûk bi zimanî almanî weşandibûn û xwe bi wêjeya kurdî jî mijûl dikir. Gava min dest bi amadekirin û pêşkêşkirina bernameya Gava Sêyemîn kir, min ew jî, mîna gelek nivîskarên din, vexwendibû bernameya xwe ya wêjeyî. Balkêş bû ku di bernameyê de gelekî qala şaşitiyên çapê dikir. Hema hema hemû şaşitiyên ku derdiketin pêşberî me dibûn şaşitiyên çapê. Sal derbas bûn. Deng ji dostê min qut dibû. Gava deng jê dihat, wisa digot ku ew jî bi halê xwe û kar û barê dinyayê daketiye, bi rastî jî wisa bû. Roj bi roj dibû xwedî mal, milk, dikan û avahî. Lê her ji demekê û demeke din, mîna pisîka ku sibat bi ser de bê, wêje, edebiyat û nivîsandin dihate bîra wî û dîsa têkiliya me germ dibû. Demek diçû dîsa sar dibû û her wisa. Nûçeya dawî, ne di riya wî re gihîşte min. Vê carê, di riya dostekî din re bû. Nûçe wisa bû: Rojnameyeke alman a lokal, ya bajarê ku ew dostê min lê dimîne, hevpeyvînek pê re çêkiribû. Heta vir her tişt normal e, lê mesele di naveroka hevpeyvînê de bû. Manşeta wê hevpeyvînê dihat vê wateyê “Yê ku bi mîlyonan xelk wî nas dikin û li vî bajarî kes wî nas nake.”
Li bin manşetê jî fotografekî min û yê dostê min bi hev re hatibû weşandin. Di bin fotograf de hatibû nivîsandin ku dostê min moderatorê bernameyeke wêjeyî ye bi navê Gava Sêyemîn ku di TV’yeke satelît de, bi kurdî, tê weşandin, li kêleka wî, navê min wekî mêvanê wî yê bernamê, hatibû bicihkirin. Dostê min fotografekî rast dabû rojnamê, tenê cih guhertibû. Xwe danîbû cihê min û ez danîbûm cihê xwe.
Heta niha min qala vê yekê ji dostê xwe yê nivîskar re nekiriye, ji ber ku ez dizanim wê bersiva wî ev be, ku şaşîtiyeke çapê ye.

 

helimyusiv@hotmail.com

 

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019