Dîrok: Rêbendan 27, 2019, 10:27
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 1130
Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Piştî bîst salan ya Suleyman Demir (Doz 2007) û gotinên gunehkar ya Hesenê Metê (Avesta 2007).
Ji bilî ku her du roman di demeke nêzîkî hev de derketine, çend xalên hevbeş yên din jî di her du romanan de hene. Her du roman, ji hêla naverokê ve, xwe dispêrin çîrokên evîneke têkçûyî, her wiha mijara evînê û têgehên gerdûnî yên din bi dehên rûpelên her du romanan dadigrin. Bandora bûyerên qirkirina ermeniyan li ser kesên sereke yên her du romanan bandoreke bingehîn e. Cihê romanekê yê sereke Nisêbîn e û cihê ya din Kawaşa Wanê ye. Ji bilî wê her du nivîskar bi xwe ji bakur in û li Swêdê dijîn.
Çîroka piştî bîst salan di çend hevokan de:
Kesê sereke yê romanê-Memo-ji Meyrema cîrana xwe ya nisêbînî hez dike. Meyremê li ber çavên wî bi mêrekî binxetî re dizewice û diçe. Lê hewesa revandina Meyremê pê re tê Siwêdê. Careke din li pey wê diçe Libnanê, li wir jî dixwaze birevîne. Berê diya wî û niha jî dostên wî dijî biryara revandinê derdikevin. Memo hinek pere ji Meyrema diranketî re dihêle, da ku diranên xwe pê çêbike û vedigere hemêza Paulayê,jina berazîlî ya ku li Swêdê pê re dijî. Mijara qirkirina ermeniyan jî, ji devê Meyrema ciwan tê bihîstin, mîna çîrokekê li kêleka çîroka romanê ya sereke diherike.
Dema roman dest pê dike, Memo mirovekî navsaleye, hêdî hêdî roman vedigere dema xortaniya Memo û çîroka evîna wî û Meyremê.
Çîroka gotinên gunehkar di çend hevokan de:
Behram xwendekarekî fakulteya îlahiyatêye, dibe mêvanê xwediyê xaniyê ku li bajêr kirê kiriye. Li wir, li gund, dikeve nav pencên xewneke dûridêj ku ji xewnê bêtir lêkolîneke dirêj e, tê de helwest û dîtin û ramanên nivîskarê romanê di derbarê Xwedê, şeytên, Adem û Hewa, mirov û gelek têgehên cuda yên gerdûnî têne pêşkêşkirin.
Demorayê, keça xwediyê malê, evîndara wî, bi navekî din dijî. Wiha tê xuyakirin ku ev malbata misilmana oldar bermayiyeke ji bermayiyên qirkirina ermeniyan. Xweştirîn beş di romanê de ev e. Jê pê ve şûn û eserên vê mijarê winda dibin. Bêjer bi mijarên xwe yên gerdûnî romanê ber bi dawiyê ve dajo.
Çend têbînî:
- Bûyerên her du romanan li welatekî diqewimin ku tenê ermenî lê hatine kuştin.
Ligel binavkirina Nisêbînê û Wanê jî, her du roman ji atmosfera ku ev sih sal in li Kurdistanê serdest e, dûr in.
(Di piştî bîst salan de, piştî ku Memo ji Libnanê vedigere û tê girtin, tenê bi tawanbariya ku dibe di nav kampên çekdarên filistîniyan de cih girtibe, tê tawanbarkirin.)
Balkêş e ku ne ji dûr ne ji nêzîk qala çekdarên kurd nayê kirin ku di wê demê bi xwe de ji çekdarên filistînî bêtir bandora wan li Kurdistanê û li ser rêjîma Tirkiyeyê hebû!
Wiha gotinên gunehkar jî xwe dispêre atmosfera efsane û têgehên gerdûnî û ji şer û gelemşe û tevlihevî û êşên neteweyî yên dema me dûr dimîne.
Ev hefteya derbasbûyî xweş bû. Xwezî her hefte du romanên kurdî yên nû bigihîştana ber destê min. Bê guman wê ji bo min, ji bo we û ji bo wêjeya kurdî ya modern jî xweştir bûya.
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019