Em, dijminên xweşikbûnê

Dîrok: Nîsan 15, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 627

Em, dijminên xweşikbûnê

 

- Zarokên sîxur:

Li Amûdê, her serê sibehê, em zarokên bi firêneketî, me destên xwe mîna silava Naziyan bilind û dirêj dikir. Bi zimanekî ku naşibe zimanê dayikên me. Me sond dixwar ku emê Welêt biparêzin û bi serokê-bav û nemir re, her û her dilsoz bin. Her wiha emê dijî kevneperest û xayînan têkoşer bin. Vê dawiyê me naskir ku ev kevneperest û xayîn rêxistineke siyasî ye û li hember rêjîma serokê nemir çek hildaye. Di nav me de, zarokên ku bi zimanê me pê sond dixwar dizanibûn pir hindik bûn. Ji bo em bi zimanê xwe yê malê neaxivin, birêveberiya dibistanê li her odeyeke dersan çend zarok, wekî sîxur, ji xwe re hilbijartibûn. Her zarokê ku navê wî dihat nivîsandin du dar di kefa destê xwe de dixwarin û ji bo her gotinekê du Firing (Perê wê demê) didan mamoste.
Zarokekî sîxur her roj navê min dinîvisand. Roja ku bavê min pere bidana min û min şekir bidayê, ez ji lêxistina mamoste difilitîm. Roja ku bavê min pere nedidan min, min lêxistin ji mamoste dixwar.
Min jî her roj pere ji bavê xwe dixwestin ne ji bo ez ji xwe re xerc bikim, lê ji bo ku ez ji lêxistina mamoste xelas bim. Min her dem dixwest ez bi bavê xwe vê bidim fêmkirin, lê nedibû.
***

Piştî bîst salan. Di dawiya 1995’an de, min li Helebê Hiqûq dixwend. Beşê îstixbaratên leşkerî, ji ber derketina pirtûka min a “Jinên Qatên Bilind”, ez birim tehqîq û lêpirsînê. Li wir yê Muheqiq rapora sîxurekî li ber xwe danîbû û digot:
- Pisporekî me yê edebiyatê hemû şîfreyên vê pirtûka te vekirine. Te li ser jinên me nivîsandiye. Mebesta te ji jinên qatên bilind jinên berpirsiyarên me yên dewletêne. Ma ji xeynî wan kî xwedî avahiyên qatbilind heye.
Li bergê pirtûkê nêrî. Tabloyeke Salvador Dalî bû. Bi baldarî pirsî:
- Salvador Dalî jî kurd e?
- Na.
- Ka adresa wî bide.
Gava min got mirî ye, tiliyên wî li qelemê sist bûn û wekî ku bibêje ev jî ji destê me filitî, madê wî tirş bû.
Yek ji sedemên ku min xwe bi qaçaxî avêtibû derveyî sînoran, ew raporên ecêb ên sîxurên biçûk bû. Niha, piştî heft salan ji mana li Almanyayê, çavên min nema li wan dikeve, lê her ji çend rojan têne xewna min. Ez vediciniqim û sipasiya Xwedê dikim ku min ew Welatê sîxur tê de dikarin her tiştî bikin, terk kiriye.
***

 - Hezkiriyên tariyê:

Li Amûdê, mala me li derveyî bajêr bû. Bi şev di wê kolana dirêj re ya ku mala me digihîne navenda bajêr, ji ewte ewta kûçikên har û ji ber sawa tariyê kes newêribû di wê kolanê re bimeşiya. Zêdeyî deh salan xelkê da pey Şaredariyê da ku lembeyan deynin. Dawiya dawî daxwaza wan pêkhat û li seranserê wê kolana dirêj lembeyên mezin rêzkirin. Ronahiya wan şeva bajêr jî kiribû roj. Wê rojê kêf kêfa xelkê bû, lê kêfa me zarokan mezintir bû. Ji ber ku me xweşiya herî mezin di dinyayê de keşif kir. Ew jî ew kêlîka ku kevirê di destê yekî ji me de difiriya ber bi lembeyeke mezin de û gurmînî jê tanî. Ew li ber lingê me dibû piçik û parî û bajar jî diket nav dilê tariyê. Her ku lembeyeke nû datanîn, pêre pêre zarokên nîşandar du lempeyên din dişkênandin. Hetanî ku Şaredarî jî nema di ber kirîna lembeyan re giha û ew kolana dirêj careke din ji dêvla ku mirov lê bimeşin bûbû cih û warê kûçikên şevê.
Heta niha min ew eşqa şikenandin û vemirandina wan lempeyan û dijminayiya bi ronahiyê re baş fêm nekiriye.
Nizanim ji ser qehrê bavên me yên zalim re bû yan jî ji ser qehrê Hikumeta ku ew lembe danîbûn re bû!
Tenê ez dizanim ku her yekî ji me dema lembeyeke vêketî ji jor de tanî xwarê, bi kêf û şahî direqisî û mîna generalekî biçûk ku di şerekî mezin de biserketibe pozbilind û jixwerazî dimeşiya.
***

Di ser wan rojan re salên dirêj derbas bûn. Min hemû lembeyên bîranînên xwe, careke din, şikenandin û di nav tariya hiş de, min destên xwe pelandin û bi pênûseke ku her gav li ber şikenandinêye min jî, wekî gelekan ji wan generalên biçûk, çîrok û roman nivîsandin.
Niha dîsa ez, bi hestên wî generalê bê nîşan û medalî, tevdigerim. Çeka min pênûs e. Artêşa min ji hezarên peyvan pêk tê û ala min jî ji wê ronahiya têkçûyî rengên xwe girtine.

***

- Kî ker e ?


Di sala xwendinê ya yekem de, hevalekî me yê qelew ku me ew bi navê Gaxwir nasdikir, dikir û nedikir hînî zimanê ku me her roj pê sond dixwar nedibû. Xwe bi zor û heft bela hînî gotinekê kiribû û di çûn û hatinê de tenê ew gotin dinîvisand. Ew gotin jî ev bû: Ena hîmar– Ez ker im. Wiha piştî hînbûna alfabêya Erebî, biryara yekem ya ku me, zarokên zimanşikestî, girtibû ev bû, divê li ser her deverê û li her cihê ku destê me bigihê, em vê gotinê binîvisînin: “Ez ker im”. Da ku kî bixwîne, bi xwe bihise ku ew ker e. Çêtir e jî yek bi dengekî bilind bixwîne. Carna me şert li ber mezinan datanî ku em çi binîvisînin divê ew bixwînin, lê berî ku bixwînin bi xefkê dihisiyan û bi dengê bilind nedixwendin. Lê me armanca xwe pêk tanî ji ber ku her yekî ji wan di dilê xwe de dixwend û ji xwe re digot, ez ker im. Di nava çend rojan de hemû Cade û Kolanên Amûdê bi vê gotina ez ker im hatibûn xemilandin. Kesekî ku bizanibe bixwîne û xwe wekî ker nedîtibe li bajêr nemabû. Carekê çend zilaman ez di ser sûc de zeft kirim ku ez wê gotinê li ser dîwêr dinîvisînim. Gava xwendin, hêrsbûn û dane ser pişta min. Bi bazdanê negihan min, lê dengê zilêm her dikete guhê min:
- Xwezî tu di dersên xwe de jî wilo jêhatîbûya, hema bi kêmanî tê bûba textorek tiştek û teyê fêdeyek bigihanda dê û bavê xwe.
***

Piştî wê revê bi pazdeh salan pirtûka min a bi navê “Mêrê Avis” derket. Wekî ku dîsa wan zilaman ew gotina ez ker im xwendibin, dane ser pişta min. Rê li min girtin, lê vê carê derfeta revê jî ji min re nemabû.

Ev demeke ji wî warê ku dijminayiya her tiştê xweşik dike, her tiştê xweş û xwezayî qedexe dike dûr ketime. Niha her ku pirtûkeke min a nû derdikeve. Nema kes dide ser pişta min û kesek bi çavsorî nema tê bi ser min de.
Lê nizanim çima êdî çavê min li wan kesan digere, ewên ku çîrokek yan romanek dikare wan hêrs bike û wan rake ser piyan.
Li vê derê, li vî warê nû, her tişt xweşik û germ xuya dike. Tenê rih sar e. Hetanî bi nivîsandinê jî êdî nikare rihê xerîbekî ku hemû cîhan jêre sirgûn be, germ bike.

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019