Dîrok: Adar 18, 2009, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 790
Wisa xuyaye ku Adil Zozanî* nîvê diduyan ji nivîseke min xwendiye, bêyî ku serê xwe bêşîne û vegera nivîsa berî wê, rahiştiye şûrê xwe û berê xwe daye min û nirxandinên min. Xala lawaz û ne bi dilê min di vê êrîşê de bikaranîna peyvên mîna "xwîna şehîdan", "gel", "ajantiya dewletê" û tiştên wiha ye. Her wiha di hin deveran de sînorên "mafên xwe yên rewa" jî derbaskirine. Pê re jî mijara cihê nakokiyê dadixîne asteke nizm ku min bi xizmeta dewleta tirk tawanbar dike!
Adil Zozanî radihêje çend hevokan ji nivîsa min û şîroveyekê ji cem xwe dide wan hevokan. şîroveya wî ev e:
"Ango heke dewleta tirk ‘li me kurdan nehatibûya îmanê’ negotibûya, ‘belingazno ha ji we re TRT 6’ mê dê cesaret nekiribûya bi zimanê xwe baxivin û binivîsin. Li gorî hişmendiya Helîm Yusiv pê rabûyî axaftina Ahmet Turk a di civîna koma DTP’ê de bi dehfdayîna dewleta tirk pêk hatiye".
Ev şîroveya li jor piştî axaftina A.Turk "Me pêlîstoka destê AKP’ê ji wan stend" hate holê û Şêxmûs Sefer** bi berfirehî di nivîseke xwe de li ser rawestiya bû. Nîqaşê ji wir dest pê kir. Wisa xuya dike ku hayê Zozanî ji vê nîqaşê nîn e. Di nivîsa min a di 26.02.2009’an***, di Diyarnamê de, hate weşandin. Min ew nivîs ji A. Welat re jî şandibû, lê nizanim hate weşandin yan na. Nivîs bi navê “Silav li helwesta Ahmet Turk” bû. Eger pêdivî bi zelalkirina dîtina min a li ser vê mijarê hebe, Zozanî dikare vegere nivîsê bixwîne da ku di şîroveyên xwe de ji Enqerê jî dûrtir neçe, berê me û xwe nede deverên şaş û tiştên ku me negotine bi me nede gotin.
Adil Zozanî dersên "welatparêziyê" dide kê?
Di nivîsa min a cara din de -26.2.09***- ev nirxandin heye:
"Bi derketina rojnameya ‘Welat’ re qelşeke mezin li dîwarê vê zihniyeta zirarker ket ku berdewamiya wê rojnameya rojane ‘Azadiya Welat’ e. Pê re jî avakirina dezgehên kurdan û derketina kovar û rojnameyên cuda. Her wisa bi avakirina weşanxaneyên kurdan re û bi vekirina televîzyonên satelît re, ji MED heta Roj TV û her wiha....mijara zimên hate asteke berbiçav."
Di vê nivîsa xwe ya ku hinekî bi min ecêb hat de, Adil Zozanî van pirsan ji min dike:
"Helîmo, çend sal in tu di televîzyoneke ku bi xwîna şehîdên doza neteweyî hatiye avakirin de bernameyan çêdikî? Erê gelo, ev bedel ji bo çi bû? Rexne divê ev qas erzan nebe. Nabe ku rewşenbîrekî kurd heyîna xwe wisa înkar bike."
Xeyala Zozanî alîkariya wî dike û her û her dûr diçe. Ji psîkolojiya bindestiyê bigre hetanî bi xweînkarkirin û xweredkirinê û hetanî bi bêrêziya li hember xwîna şehîdan û hetanî bi ajotina ber deriyên dewleta tirk û kurtêlên TRT 6’ê de!
Bi rastî dema min ev nivîs dixwend wisa bi min dihat ku ev bersiva hinek kesên din dide û nivîsa min ji xwe re kiriye behane. Wekî ku berê ji hinekan hêrs bûbe û hema ev nivîsa min wekî derfetekê ji bo derxistina wê hêrsê bikar anîbe. Sedemên vê gumana min jî gelek in, ji wan:
- Min bi giranî rexne li paşguhkirina zimanê kurdî kiribû ku di pilan û pirojeyên tevgera siyasî de ziman ne xala sereke ye. Dîtina min ew e ku ziman dikare bibe mifta serxwebûn û azadiya me. Tevgera siyasî ya kurdî, ne tenê li Bakur wisa ye, girîngiya ku tê xwestin nade vê mijarê. Ev zihniyeteke, mentelîteyeke siyasî ye. Li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê, ji sala 1957’an ve belavokên hemû rêxistinên siyasî bi zimanê erebî derdikevin. Zimanê erebî her dem zimanê siyaseta kurdî yê nivîskî bû. Pirsa min ji Zozanî ev e:
- Gelo zimanê fermî yê siyasetê li cem tevgera kurdan a siyasî li Bakur çi ziman e?.
Mebest, rexnekirina vê zihniyeta biçûkdîtina rola zimên e, ne ku înkarkirina ked û xebata bi hezarên xemxwirên zimanê kurdî ye ku bedelên mezin di vê rêyê de dane û hîn jî têne dan.
- Çi pêdivî bi dijûn û bêhurmetiyê heye gelo? ku vê dîtina min wekî " bêrêziya li hember xwîna şehîdan" û "kurtêlxwirî" û "ajantiya dewletê.." û " elîtkirin" û " mişkê mala Mîr.." bi nav dike. An jî bi biçûkxistinê ..."Helîmo".
- Ji roja ku ez ji welêt derketime û derfeta karê di televîzyoneke kurdî de li ber min vebûye, ez vî karî dikim. Ev neh sal in ku ez di Medya TV, Mezopotamya TV û niha jî di Roj TV de bernameyeke wêjeyî amade û pêşkêş dikim. Ez bi serbilindî xwe wekî xebatkarekî vê dezgeha kurdan a girîng dibînim. Her wisa ji nêzîkayî, hem fedakarî û keda birêveber û xebatkarên wê dibînim, hem jî rola wê ya giranbuha di pêşxistina zimên de.
Gelo Adil Zozanî bi çi mafî bi guhê mijara me ya cihê nîqaşê digre û dikşîne ber bi Roj TV û xwîna şehîdan de?. Hebûna Roj TV bi vî awayê ku me got tiştekî ji wê nirxandina me kiribû naguhere. Ango hebûna Roj TV nayê wê wateyê ku zimanê kurdî bûye zimanê fermî yê siyaseta kurdî. Nexasim ku mijara me siyaseta kurdan a legal be, jixwe Roj TV nakeve bin vê sîwanê. Hetanî di van TV’yên kurdî de, eger para kurdî ji sedî heştê be jî li ser ekranê, li paş ekranê dîsa jî ziman, ji sedî heştê, tirkî ye.
TRT 6 û rewşenbîrên Adil Zozanî
Ez di nivîsa xwe de doza başkirina şertên aborî yên kedkarên zimanê kurdî dikim. Ji rojnamegeran, heta bi weşanger û nivîskaran. Divê heta hetayê nivîsandina bi kurmancî belaş nemîne. Divê heta hetayê xebatkarên rojnameyeke kurdî birçî û melûl nemînin. Divê heta hetayê keda nivîskarên kurd erzan nemîne. Divê ji bo kovarekê mîna "W"yê û ji bo weşanxaneyan piştgirî bê kirin. Heta hetayê ev kar bi fedakariyê nameşe...dibe ku bimeşe, lê wê seqet bimîne û pêş nekeve...
Zozanî nivîsa min wisa şîrove dike:
"Ev demeke ev feraset di nava komeke ‘rewşenbîrên’ kurd de tê kirin. Tamatiya ji bo pere, xewa mirinê bi ser çavên xwe de tînin. ‘Rewşenbîrên’ kurd ên bi TRT 6’ê tên repîtekirin vê tamarê li nav me belav dikin. Dibêjin werin ‘pelav’ û ‘qeliyê’…"
Kekê Zozanî bi serê hemû şêxên ku di TRT 6 de dixwazim bînin bîra me ku em misilmanin û me hînî xwendina fatîhe û çîrokên pîrebokan dikin, mebesta min ne rewşenbîrên tereteyî bûn û ne jî çavên min li qelî û piskiwîtên dewleta tirk in. Lê madem te mijara me bi vê yekê ve girê da, ez dixwazim çend têbîniyên xwe li ser vê jî bibêjim:
- Dewleta tirk hemû xalên zeîf yên li cem kurdan ji bo xwe bikar tîne û yek ji wan xalan feqîrî û tunebûna ku kurmancînivîs tê de dijîn e.
- Çima kirî kurdînivîsek, ji bo debara jiyana xwe, ne di dezgeheke kurdan de, lê mecbûrî karê di TRT 6’ê de bibe?. Divê em vê pirsê ji kê bikin gelo?
- Girêdana vê diyardeyê tenê bi exlaq û bi "newelatparêziyê" ve heta çi radeyê rast e?
- Eger ev dîtina min dikeve cihoka xizmeta dewletê, gelo rêvekirina li ber windakirina kedkarên kurdî û dûrketina wan ji dezgehên kurdan, xizmeta kê dike?
- Di rojnameyeke kurdan de, çima ji bo qunciknivîsekî tirkînivîs pere têne dan û nivîsandina quncikekî bi kurdî, belaş e?. Ev diyardeyên wilo çima rû didin û tên çi wateyê?
- Çima kirî xebatkarekî zimanê kurdî di navbera tercîha "çûna cem dewletê" yan "fedakariyê" de bimîne?. Hetanî ew zihniyeta siyasî ya ku em rexne dikin serdest be wê ev tirajediya xemxwirên zimanê kurdî jî berdewam bike.
- Di nav siyasetmedarên kurd de, ku rêbereya mîlyonên kurdan dikin û hemû doza zimanê kurdî dikin, çend kes ji wan dikarin gotarekê bi kurdî binîvisînin yan jî baş bixwînin?. Têkiliyên wan bi hev re bi çi zimanî ne?.
Nivîskar û gel
Di nirxandina cihê nivîskar di nav civakê de û di çawatiya sazkirina pêwendiya her du aliyan de, dikare ramanên cihê bêne dîtin. Her raman cihê rêzgirtinê ye. Dibe ku A. Zozanî wisa difikire ku nivîskarekî kurd jî divê wekî zarokekî pêxwas ku gundê wî şewitiye û bê cih û mal maye, bijî. Dîtina xwe bi vê pirsê tîne zimên: "...gelê kurd di nava kîjan şert û mercan de dijîtin. Kurdê ku gundê wî hatiye şewitandin û niha li kolanên bajaran zarokên wan pêxwaz digerin, rewşa wan ji ya nivîskarên kurd gelek çêtir e?"
Ev jî encama nirxandina wî ji nivîskar û nivîskariyê re ye. Ev dîtin nivîskar wekî yekî ji "gel" dibîne û "gel" çawa dijî divê ew jî wisa bijî. Di baweriya min de, ev dîtin yek ji bermayiyên rehmetiya Marksîzma-Lenînî ye û du aliyên seqet yên vê dîtinê hene. Yek jê ew e ku tu taybetî û tu nirxekî cihê nade afirandinê û vî karê, ku ji hemû karên ji rêzê cuda ye, kêmî karekî ji rêzê dibîne. Seqetiya din jî ew e ku beramberiyeke şaş tîne meydanê û peyva "gel" mîna alaveke firotina siloganan tîne holê. Endamekî ji "gel" li hemberî heşt saetên xwe yên kar, pereyên xwe distîne û vedigere mala xwe. Ew pere dikevin xizmeta wî û malbata wî. Nivîskarek heşt sed saetî di nivîsandina pirtûkekê de kar dike. Keda wî ne tenê ji bo wî û malbata wî ye, belê ji bo zimanê wî û yê hemû miletê wî ye û bê pere ye. Eger ew karkerê ji "gel" bi keda xwe ya wan heşt saetan dikare debara xwe û malbata xwe bike, yê nivîskar di wan heşt sed saetan de wê bi çi debara xwe û malbata xwe bike gelo?. Hêjayî gotinê ye ku mînaka "nivîskar" li vê derê hemû rojnamevan û kurdînivîsan dixîne bin baskên xwe. Dema ku em qala mafekî rewa di qada çapemenî û nivîskariya kurdî de dikin, li cem Zozanî dibe: " Ev nêrîneke xwe elîtkirinê ye. Xwe li jor dîtina ji gelê xwe ye.".
Zozanî dixwaze ku rewşa nivîskarên kurd li jiyanê wiha be û wekî "gel"ê xwe şerpeze bijîn. Piştî mirina wan pirtûkxaneyên mezin bi navên wan bêne vekirin.
Gotina dawî
Di dawiya nivîsa xwe de ez dixwazim çend têbîniyan bi bîr bînim. Yek jê ew e ku di vê nivîsê de em neçar man ku em ronahiyê bavêjin ser gelek mijarên cuda bi hev re. Ev jî bû sedem ku hinek ji wan mijaran bi hewceyî zelalkirinin din û nivîsin din in. Ya din jî, cihê mixabiniyê ye ku birêz Zozanî naveroka her du nivîsên min ên girêdayî giringiya aliyê giyanî yê zimên bi awayekî dûrî rihê ramanên ku min qal kiribûn, li qelem da û ew daxiste asta gera li kurtêl û hestiyan. Ez vê ramana hêjayî nîqaşê dubare dikim ku hêzeke giyanî di hundirê zimanê me de veşartiye. Eger siyaseta kurdan wê hêza giyanî ya zimên bibîne û bi awayekî zanistî bikaribe, di piratîkê de, bikar bîne, wê serxwebûna Kurdistanê ji hergav bêhtir nêzîk bike.
* Ey Helîm!, Adil Zozanî, A.Welat, 18.3.2009*
**Pêlîstoka destê kê?!, Şêxmûs Sefer, Diyarname, 10.03.2009
***Silav li helwesta Ahmet Turk, Helîm Yûsiv, Diyarname, 26.02.2009
Nivîsa ku Adil Zozanî li ser nirşandin kiriye: Çeka ku hîn nehatiye keşifkirin, ziman, Helîm Yûsiv, Diyarname, 12.03.2009
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019