Dîrok: Gulan 21, 2009, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 738
Van rojan nûçeyeke bi lez di medyaya dinyayê de belv bû. Du roj bi ser neketin, ji bilî kêfxweşiya serokê Sirîlankayê û dîmenên mirovekî kuştî tiştek li wê navê nema. Artêşa Sirîlankayê bi serbilindî û bi şahiyan kuştina serokê şervanên Tamîliyan ku ev derdora bîst û pênc salan e şerê azadiya xwe dimeşînin, radigihand. Ji hêla din de jî dengekî nerm, qels û şikestî dihat ku kuştina serokê xwe didan mandelê, lê nûçeya bidawîanîna şerê çekdarî piştrast dikirin. Ev dengê şikestî ku xemgîniyeke mezin bi min re çêkir, dengê “pilingên” Tamîliyan bû.
Çend awirên siyasî
Ev çend sal in ku dinya bi Amerîkayê û “lehengiyên” wê yên rojane ku seranserê cîhanê bi xwe re mijûl kiriye, daketiye. Roja ku ji Amerîka hilat û da ser Iraq û başûrê Kurdistanê, li wir jî çû ava. Wê rojê nikaribû tava xwe bigihîne hetanî bi Kerkûkê jî. Hêviyên xelkên ku li benda ketina peykerên diktatorên din bûn, li ber ava çemê Obama yê nazik û “aştîxwaz” çûn. Yê ku bi silogana “guhertinê” bû serok û hemû guhertinên ku dihatin hêvîkirin dane rawestandin. Xezela bê fedî di nav wan û melayên Îranê û “şêrên” Sûriyê de, destpêkir û li Enqerê careke din tevgera kurdên bakur wekî dijmin hate nîşandan. Pê re jî xeleka kevin dîsa nû bû û aşê şerê vekirî li dijî hêviya guhertinê kete xebatê.
Li aliyê din ê dinyayê jî şerekî mîna şerê li welatê me hebû. Li Bakurê Sirîlankayê miletekî tî yê azadî û serxwebûnê li ber xwe dida. Yên ku destên wan digihîşte wan derdoran dîsa ji bilî Amerîka û dewletên Ewropayê ku tu miletên bê dewlet nas nakin, Hindistanê bû ku wê jî helwesta xwe da ber bayê Amerîka û Ewropayê ku her dem bi aliyê xortan û yên xwedî artêş de diçe. Dewlet li vir bi gotinekê tê kurtkirin, ew jî pere ye, hebûna artêşê jî pêdiviya bi çekan tîne holê, wisa jî hebûna şer pêwîstiya kirîna çekên nû û vekirina bazaran bi xwe re tîne. Mifta siyaseta fermî ya Amerîka û Ewropayê jî gera li van bazaran e. Îca kî têk çû, kî bi ser ket, ew ji bo wan ne xem e. Ji ber vê jî cihê nûçeya têkçûna hêviyên azadiya miletekî, di medyaya Ewropî de, çend saniye ne. Eger dirêj bibe jî wê du sê deqeyan derbas neke.
Serpêhatiya Ga
Di pirtûka xwe ya “Antolojiya çîrokên zarokan” ya Zinarê Xamo de, çîrokek bi navê serpêhatiya ga heye. Naveroka vê çîrokê bi kurtayî ev e:
Şêrekî birçî çavê xwe berdide goştê gê. Gava dibîne ku du qiloçên gê yên mezin hene, ditirse û li rêyekê digere ku ji wan qiloçan xelas be, da ku karibe wî, bi rehetî, bixwe. Bi siyasetê tê ga û wî dide qanehkirin ku ew pir xweşik û delal e, lê qiloçên wî pir fehş in û divê ew ji wan xelas be. Şêr xwe vedişêre, dibe gurme gurma ga û qiloçên xwe dişkîne. Xwe xweşik dike. Bi vî awayî şêr ya xwe têr dibîne û êrîş dike…
Vê çîrokê şertê birêveberên dewleta tirk anî bîra min ku, berî her tiştî doza çekberdanê li şervanên kurdan dikin. Her wisa jî “Pilingên Tamîl” û şikenandina “qiloçên ga”yê wan.
Cudayiya di navbera wê çîrokê û vê çîroka me de ew e ku di çîroka zarokan de, dijminê ga, şêrekî birçî ye. Lê di rewşa kurdan û ya tamîliyan de, ji şêrekî birçî bêhtir dijminê wan dişibe roviyekî birçî.
Sedemên xemgîniyê
Nizanim tê çi wateyê ku hetanî li Sirîlankayê be jî têkçûna mirovên ji bo azadî ya xwe şer dikin, ew qasî mirov xemgîn dike. Ez bi xwe jî li sedemên vê xemgîniyê geriyam û hinek raman xwe li ber çavê min rêzkirin. Dibe ku ev bûyer mîna mirinekê be, merivek dimre, her kesek miriyên xwe tîne bîra xwe û xemgîn dibe. Wisa jî dibe ku “pilingên Tamîl”, “pilingên” Kurdistanê anîbin bîra me û tirs û xemgîniya ku wê, Xwedê neke, têkçûna “pilingên” me bi xwe re bîne anîbe bîra me. Dibe ku kêfxweşî ya serok û leşkerên wê dewleta dagîrker, ya li ser laşên miriyan, bûbe sedema xemgîniyê. Li her devera ku mirovek ew qasî bi kuştina mirovekî din şa bibe, bê guman, wê dagîrkerî, bêdadî, zilm, hovîtî û giyanekî birçî hebe.
Gava min ew dîmenên têkçûnê, yên kêfxweşî û mirinê dîtin, ev xweziya sêwî û bê wate bi min re çêbû, xwezî li welatê Tamîliyan jî çiyayin asê mîna çiyayên Kurdistanê hebana. Dibe ku îro “pilingên Tamîl” ew qasî em xemgîn nekibana.
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019