Ez û Weşanxaneya Avesta - 1

Dîrok: Adar 1, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 786

Ez û Weşanxaneya Avesta - 1

Sal 1990 bû.
Min ji Amûdê rê girt û ji bo weşandina pirtûka xwe ya yekem ya bi navê Mêrê Avis min berê xwe da Şamê. Rê şazdeh saet bû. Hem ji bo dîtina weşanxaneyekê û hem ji bo dîtina Ehmed Miella ku xêz û motîvên pirtûkê amade dikirin. Ez çend rojan li wir mam û vegeriyam Helebê, cihê ku ji bo xwendina zanîngehê ez lê dimam. Ji bo çapkirina pirtûkê min çil hezar wereqê Sûrî ji bavê xwe sitendibû. Çil hezar wê çaxê li Amûdê hema hema qelenê jinekê bû. Ez bi vê serkeftinê pir kêfxweş bûm. Lê min kêm kes nas dikirin û ez gelek caran çûm û hatim. Cara dawî ji ber qehir û kîn û westandinê çavekî min werimî, werimandineke wisa ku doktoran jî jê fêm nedikir. Dawiya dawî di 1991’ê de, piştî sansurkirina çîrokekê, pirtûk bi çardeh çîrokan derket.
Piştî çar salan, îca vê carê destnivîsa mina duyem bi tevayî hate qedexekirin. Min bi dizî li Zanîngeha Helebê li ofîsa Hisên Birro ku endamê Partiya Komonîta Sûrî, hevalbendên eniya hikumetê, amade kir. Pirtûk bi dizî li çapxanê hate çapkirin, lê navê Hisên Birro yê ku tîprêzî kiribû bû sedem ku ofîsa wî bê girtin. Wî ji min re digot ku min mala wî xera kir, lê li cem muxaberatan kirin û nekirin min navê weşangerê xwe neda û min li ser vê derewê israr kir ku min li Beyrûdê çap kiriye.
Di wan salan de, ji ber ku ez ji zarotiya xwe de, li malê hînî xwendin û nivîsandina kurdî bûbûm. Min û hevalekî xwe yê partiyeke kurdî ku niha li Amûdê karê xwe yê doktoriyê dike, me kursên zimanê kurdî li Amûdê, li gor derfetê didan. Bi giranî min bi erebî dinîvisand, lê car caran bi kurdî jî.

Sal 1992 bû.
Ez li Qehwexana Elqesir, cihê hevdîtina nivîskar û rewşenbîrên bajêr, li Helebê li Jan Dost rast hatim. Me hev naskir û ji min re qala çûn û hatina xwe ya Stenbolê kir. Wê demê Jan geh dixwest li Stenbolê bi cih bibe geh jî dixwest biçe Îspanyayê. Di axaftina me de mijara herî girîng rakirina qedexekirina li ser kurdî ya li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bû. Mizgîniya mezin jî derketina rojnama Welat bû ku Abdullah Keskîn edîtoriya wê dikir.
Me li binxetê ji bilî nûçeyên şer û rûdanên rewşa siyasî nizanibû çi li aliyê din ê sînor diqewime. Rewşa ziman û wêjeya kurdî nedihat naskirin. Di riya çûn û hatina Jan û Semîr (Fener Rojbiyanî) yê ku bi temamî dev ji nivîsandin mivîsandinê berda, têkiliya min jî bi Welat re çêbû. Min çend nivîsên biçûk weşandin. Welat rawestiya û Welatê me derket, ji bo wê Jan hevpeyvîneke dirêj bi min re kir û belav kir. Ji rojnamevanên Welatê me têkiliya min bi Mazhar Gunbat re jî çêbû.

Sal 1996 bû.
Di riya Jan û Semîr re min naskir ku Abdullah dixwaze weşanxaneyekê ava bike û dikare çîrokên min ên bi kurdî wekî pirtûk biweşîne. Bi vî awayî min destnivîsa Mirî Ranazin ji bo çapê amade kir. Pirtûk xweşik derket. Ji bo min xewnek bû û pêk hat. Çîrokek jê, ji hêla Teatra Jiyana Nû ve wekî şano, bi navê “Komara Dînan / Şermola” hate lîstin. Pirtûk ji hêla Rehmî Batûr ve ji bo tirkî hate wergerandin. Ev yek bû sebeb ku ez li berhemên xwe yên bi erebî jî derketibûn, vegerim û wan vegerînim zimanê wan ê dê. Wisa min ‘Mêrê Avis’ û ‘Jinên Qatên Bilind’ jî vegerandin zimanê wan ê dê. Ez bi xwe nav li wan nakim werger, ji ber ku ji wergerê bêhtir vegerandin bû. Salek derbas bû, ji bo sedsaliya Rojnamegeriya Kurdî ez hatim vexwendin û ez çûm Stenbolê. Li wir ji nêzikayî bingeha vê têkiliya mina heta niha ya bi Weşanxaneya Avestayê re hate danîn. Di bernama Portre ya Mazhar Gunbat a di Medya TV de wê demê, Abdullah berhemên min wekî sebebekê  ji sebebên vekirina Avestayê nîşan dan. Vê yekê li kêleka girêdana wêjeyî, girêdaneke wijdanî û manewî jî bi Avestayê re bi min re çêkir û li pey hev heta niha, ji bilî wergera Mirî Ranazin ya tirkî, şeş pirtûkên min hatin weşandin. 
Her sê pirtûkên destpêkê min destnivîsên wan bi xeta dest dişandin Weşanxaneyê. Abdullah, xanima xwe û xwişka xwe Songul mîna tîmekî kar dikirin û piştî ked û azareke mezin dibûn pirtûk. Tunebûna înternetê ku li Sûriyê heta sala 2000’î qedexe bû û hebûna sînoran, dihiştin ku pirtûk bi zehmetiyên pir mezin derkevin. Sererastkirina peyv û hevokên tevlihev bi telefonê talanî bû û riyeke din jî tunebû. Min ji Abdullah xwest ku dîsketa ku destnivîsa Mêrê Avis têdeye ji min re bişîne. Ji ber ku dîsket li gor sîstema Macintosh bû, ez li Amûdê û Qamişlo hemî geriyam min komputerek nedît ku dîsketê bixwîne. Di dawiyê de li Qamişlo min xwe li cihekî ku komputer difirotin û çêdikirin girt. Hoste ji dêvla ku dîsketê bixwîne, tiştê ku di dîsketê de hebû jî, hemû jêbir. Dîsket ji min re vala kir. Pirtûk jî bêyî wê sererastkirina ku diviyabû bê kirin, derket. Vê têkiliya ku ji xwebere di nav min û weşangerê min de çêbû, rewşeke wisa anî holê ku ez Avestayê mîna weşanxaneya xwe bibînim. Ez bawer dikim, ji hêla din de jî Abdullah, mîna ku li ser pirtûkeke xwe bixebite, li ser wan destnivîsên min dixebitî.
Vê dawiyê, bi derketina min a derveyî welêt re, ew problemên teknîkî û yên ji hev re şandina nivîsan û yên sererastkirinê neman.
 Nivîs didome.

helimyusiv@hotmail.com


Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me Helîm Yûsiv her 1 û 15’ê mehê nivîsên xwe dişîne û em çap dikin lê vê carê ji ber ku mijar dirêj bû û pêdivî bi çend gotinên li ser wî û Weşanxaneya Avestayê heye, em beşa yekem îro, yanê di roja xwe de, beşa duyem jî emê ne 15’ê mehê 8’ê mehê, yanê hefteyeke din biweşînin.


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019