Ez û Weşanxaneya Avesta – 2

Dîrok: Adar 8, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 672

Ez û Weşanxaneya Avesta – 2

Di jiyana xwe de cara yekem ku min bazar, rû bi rû, bi qaçaxçiyekî re kir, ji bo derbaskirina pirtûka Mirî Ranazin bû. Xwediyê Otobosa Heleb - Antalya da xuyakirin ku depoyek wî heye, ew dikare her tiştî, bêyî ku kesek bibîne, ji Tirkiyeyê bi xwe re bîne Sûriyê. Ciwamêr bi perene zêde 500 dane ji Mirî Ranazin ji Tirkiyeyê anîn û derbasî Helebê kirin. Min jî ji wir birin Qamişlo û Amûdê. Li Zanîngeha Helebê ji ber gazinên hevalên me yên xwendekar ên di derbarê xwendina bi kurdî de, min û Jan Dost me şevek ji bo piştgiriya pirtûka kurdî lidarxist. Di wê şevê de, her yekî ji me, ji 60 heta 70 pirtûkî bê pere ji xwendekarên amade re îmze kir. Ji hêla min ve, min ew comerdî li ser hesabê Avestayê kir. Pirtûkên din jî bûn qurbana belavkirina bi dest, ya ku heta niha nivîskarên kurd ên reben li Sûriyê neçarin ku bi vî metodî pirtûkên xwe belav bikin. Di encamê de pir hindik ji buhayê wan daneyan li Avestayê vegeriya. Girêdayî vê mijarê, rojekê ji rojan bazareke girêdayî pereyan di nav min û Avestayê de çênebûye. Ji her pirtûka ku dihate çapkirin, ji bilî Mirî Ranazin, kêm zêde, dora 200 dane ji pirtûkê dibû para min. Hêjayî gotinêye, ji roja ku Avesta çêbûye heta niha, ji bo çapkirina berhemên wan, min nebihîstiye ku tu nivîskarî pere dane vê weşanxaneyê.
Eger têkiliya min û weşanxaneya min bi vî rengî be, gelo ew rexneyên min ên li weşangeriya kurdî, ji ku hatin?
Ezê hinekî li ser bersiva vê pirsê rawestim.
Piştî 2000’î, ez li Almanyayê bi cih bûm. Min dest bi karê televîzyonê kir. Di bernama Gava Sêyemîn de ku heta niha di Roj TV de berdewam e, min hevdîtin bi zêdeyî sed û pêncî nivîskarî re kiriye. Li ser zêdeyî sed û pêncî pirtûkên kurdî em axivîne. Di van hemû axaftinên rexneyî de pirsgirêkên weşangeriya kurdî dihatin pêşiya me û her carê dibûn beşek ji danûstendinê. Têkiliya nivîskarên kurd bi weşanxaneyên kurdan re yek ji aloziyên serekeye ku divê bê nîqaşkirin. Baweriya min jî ew e ku aliyekî aloziyê girêdayî rewşa kurdan a giştî ye, lê aliyekî din jî heye ku girêdayî rewşa weşangeriya kurdî bi xwe ye û ev alî bû yê ku min xwestibû ez di wê nivîsa xwe de bidim ber ronahiyê. Ji ber ku têkiliya min bi Avestayê re têkiliyeke taybet e û mirov dikare wekî têkiliyeke awarte, di vê çarçoveyê de lê binere, min ji vê têkiliya xwe bêhtir qala rewşeke giştî ya weşangeriya kurdî kir. Bi gotineke din, mijar ji mijara têkiliya nivîskarekî bi weşanxaneyekê re firehtir û mezintir e. Dibe ku dana vê mijarê ya ber ronahiyê, bibe gavek ber bi çareserkirina hinek aliyên şaş ên vê têkiliyê de. Mebesta min ev bû. Hetanî mirov dikare bêje ku ev pirsgirêkên ku me qal kirin ne tenê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hene, belê mesele fireh dibe ber bi başûrê Kurdistanê ve jî ku rewşa weşangeriya kurdî, dibe ku bi awayekî din be, lê hêjayî nîqaşêye.
Lê ji bo Avestayê çi ji wan rexneyên ku min ew wekî cînayetên dijî pirtûka kurdî bi nav kirin, derbas dibe û çi derbas nabe. Ez bawer dikim bi beramberiyeke biçûk, mirov dikare bigihîje encamekê.
Di weşangeriya kurdî de Avesta wekî weşanxaneyeke serbixwe û xwedî ast, cihekî taybet digire. Ez vê yekê ne ji ber têkiliya xwe ya taybet dibêjim, lê rastiyeke hêjayî gotinê ye. Ji  pirtûka yekem heta bi çapkirina girîngtirîn berhemên dîroka kurdî – bi kurnmancî- bi taybetî dîroka Kurd û Kurdistanê ya M. E. Zekî û pirtûka Serefname ya Şerefxanê Bedlîsî û hetanî bi pirojeya Şahmaran ku berhemên wêjeyî yên jinên kurd yên afirîner, ji hemû zaravayan û ji her çar parçeyan, bi kurmanciyeke sade anîn ber destên me, nîşanên vê yekê ne.
Lê pirs ev e, di weşangeriya kurdî de, gelo çend weşanxane mîna Avestayê hene?
Eger mijara weşanxaneyan yek bi yek, li gor daxwaza kesên têkildar bibe cihê nirxandin û nîqaşê, mirov dikare bêhtir li ser kar û barê Avestayê, wekî mînak, di her warî de raweste, lê ji ber ku vir ne cihê vê yekê ye, ezê li vir rawestim.
Ev nivîs ji bo vê yekê bû ku, rê li ber zivirandina mijarê ber bi Avestayê ve bê girtin. Her wiha ji bo wan kesan e, ewên ku di mijarên me yên cihê nîqaşê de li pey şîroveyên şexsî ne û bi awayekî şaş nivîsan dixwînin. Ez bawer dikim çavkaniya xwendina şaş ji nivîsên wiha re vedigere du sedeman, yek jê ew e ku mijarên giştî rê li ber şîroveyên rast û ne rast vedikin, ew jî kêmaniya nivîsê bi xwe ye ku kurt e û meseleyan bi nav nake. Ez bi hêvî me ku min, ji bo nivîsa xwe, hinekî ew kêmanî ji holê rakiribe. Sedema din jî girêdayî asta kesên ku wê nivîsê dixwînin, ew kes carna li gor helwest û gumanên xwe wateyan li wê nivîsê bar dikin.
Eger pêwîstî pê hebe, mirov dikare mijara tekst û awayê xwendina wî jî berfirehtir bike.
Ez dirêj nekim. Careke din emê dîsa vegerin mijara cînayetên xwe. Me bi cînayetên weşangeran dest pê kiribû û emê bi cînayetên nivîskaran yên dijî pirtûka kurdî vê mijarê bi dawî bikin. Di navbera her du aliyan de jî xwendevan hene. Min berê soz dabû ku em li ser mijara xwendevanên pirtûka kurdî rawestin. Heta careke din.

helimyusiv@hotmail.com


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019