Federalî bi ku ve firiya?

Dîrok: Gelawêj 29, 2013, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 663

Federalî bi ku ve firiya?

Ev hefteyeke ku li Stenbolê danûstendin di navbera Şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji aliyekî ve û çend berpirsên Hêzên Hevpeymaniya Sûrî ji aliyê din de didomin. Di encamê de her du alî gihîştin lihevkirinekê û peyman bi temamî divê di 27.09.2013'yan de bê îmzekirin. Di vê peymanê de, ya ku Encumena Niştimanî ya Kurdî û hêzên Hevpeymaniya Sûrî(ÎtÎlaf) li ser lihevkirine, ne pêjna federalîzmê tê, ne jî ya otonomiyê û ne jî pêjna ala kurdî, ne jî ya navê Kurdistana Sûriyê tê.

Ev du sal in, serok û rêberên hin partiyên ENKS'ê serê me bi axaftinên li ser "federaliyê" gêj kirin, di yekem lihevkirina bi rikberiya Ereb ya Sûriyê re dev ji vê daxwazê berdan û peyman bi wan re girêdan. 

Yekem xala balkêş ew e, ku  partiyên Encumena Niştimanî ya Kurdî bi daxwaza federasyonê ji bo kurdên Rojava xwe didan nîşandan û gava behsa lihevnekirina wan û encûmena din ya bi ser PYD ve dibû, her gav heman bersiv dihat bihîstin; ku xwedêgiravî PYD xweseriya demokratîk dixwaze, ku hem em nizanin ew çi ye û hem jî bi kêrî kurdan nayê ji ber ku çareserî di sîstemeke federal de ye. Mînakên  vê yekê jî di daxuyanî û axaftinên van sekreter û serokên van partiyan de pir zelal in. Ji wan:

1- 05.05.2013, Mistefa Cuma (Serokê Partiya Azadî) fedralîzmê wekî çareserî dibîne. (KDP.info)

2- 20.07.2013, Dr.Ebdulhekîm Beşar (Serokê Elpartî ya bi ser PDK'ê ve) gotarek bi sernavê Federalî çareserî ye belav kir.(Wlatême)

3- 20.08.2013, Ibrahîm Biro (Serokê Partiya Yekîtî) divê Kurd dev ji dxwaza federaliyê bernedin. (welati.net)

Di heman demê de, daxuyaniyên neyênî di derbarê kurdan de ji hêla birêveber û serokên hêzên hevpeymaniya rikberiya Sûrî ve berdewam derdiketin. Ya herî dawî jî daxuyaniya Serokê Hevpeymaniyê (Îtîlafê) Ehmed Elcerba, ya di rojnameya Alhayat de bû:

- 19.08.2013, Elcirba /Serokê Îtîlafa Sûrî dibêje herêmên kurdî li Sûriyê tune ne.(Alhayat)

Ji aliyê din ve jî şerê li dijî herêmên kurdan bi tundî berdewam dike. Şer bi navê Artêşa Azad û di bin banê wê de dimeşe. Artêşa Azad bi xwe jî mîna baskê leşkerî yê Îtîlafê tê naskirin. Hefteyek di ser daxuyaniya Elcerba re derbas nebû, ev peymana lihevkirinê bi partiyên ku federasyon tenê dixwestin hate holê. Ya herî balkêş jî ev bû.

Di nav vê xirecira nêzîkbûna operasyonên leşkerî de, pirseke bi vî rengî tê kirin, gelo "federaliya" ku ev du sal in hûn daxwaza wê dikin bi ku de firiya û çima di peymanê de cih negirt?

Yan jî di nav şer û vê qî rû qiyametê de wê deng neçe kesî û wekî hercar, wê çîroka we û "federaliya" wê bê jibîrkirin?

Bi herhal ew yazdeh kursiyên ku li şûna federaliyê dan kurdan ser xêrê be. Nexasim yek ji wan kursiyan Cihgiriya Serokê Îtîlafê ye. Anku Ebdulhekîm Beşar ê ku dibêje fêdralî çareserî ye dibe cihgirê Elcerbayê ku dibêje herêmên kurdî li Sûriyê tune ne. 

Tev wilo jî dibe ku bidestxistina wan kursiyan jî qezencek be û ji rûniştina li ser erdê çêtir e. 

Wekî din, têbîniyên li ser xalên din yên vê peymanê dikarin bibin mijara nivîseke din.

 

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019