Gelo dema wêjeyê derbas bûye?

Dîrok: Hêzîran 25, 2012, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 669

Gelo dema wêjeyê derbas bûye?

Di navbera 6-16 hezîranê de, li Almanyayê, li bajarê Wuppertalê, "Wuppertaler Literatur Biennale 2012" hebû.
Ev heşt salên min in ku li vî bajarî (Wuppertal) dijîm. Ev cara yekem bû, dibihîzim ku festîvaleke wêjeyî bi vî rengê birêkûpêk tê amadekirin. Çalakî di bin siya bayê azadiyê yê ku "bihara erebî" bi xwe re aniye, hate lidarxistin û di bin navê "Azadiyê" de hate birêvebirin. Her wisa ji bo vê yekê du nivîskarên ereb wekî mêvan hatibûn vexwendin. Her du nivîskar, Semer Yezbek ji Sûriyê û Xalid Elxemîsî ji Misrê, li ser şoreşên her du welatan axivîn û çend beş ji pirtûkên wan hatin xwendin. Ew roja yekem bû û li pey wê, li cihên cuda li bajêr çalakiyên vê festîvala berfireh hatin berdewamkirin. Roja dawiyê jî, çalakî bi xwendina xelatgira Nobelê ya 2009'ê Herta Muller bi dawî bû. Ji nav gelek şevên xwendinê û danûstendinên girîng ên di derbarê wêjeyê de, di vê nivîsê de, dixwazim behsa du şevan ji wan bikim. Ji şevan bêhtir dixwazim balê bikşînim ser beşdarên wan şevan.

Şeva yekem
Berî ez behsa vê şevê bikim, dixwazim behsa hevalekî xwe bikim, ku ez di çûna van şevan de bi tenê hiştibûm. Ji bo ez tenê neçim wan şevan, min telefonî hevalekî xwe yê kurd kiribû, da ku em bi hev re herin. Piştî cara yekê ku em derketin, ji min re got; ku ew careke din nema bi min re tê van şevan. Sedema nehatina wî jî ew bû ku dema ew li Almanyayê tê şevên wêjeyî, ew bi xwe dihise ku ew li "Malên kal û pîran" e. Ji ber ku guhdarên amade hemû li şûna ku li malê li benda Ezraîl bin, tên vê derê da ku xwe ji bîr bikin. Ev yek jî moralê wî xerab dike û mirinê tîne bîra wî.
Gava wê êvarê min berê xwe dida cihê şeva xwendinê, tevgereke bi kelecan li kolanan hebû. Bi dehan xort û keçên bajêr sîng û destên xwe bi rengên ala Almanyayê xemilandibûn û li benda lîska futbolê ya Almanyayê û welatekî din bûn. Gava ez ketim cihê şevê, gotina wî hevalê min hate bîra min. Min kesek di temenê xwe de, yan ji xwe biçûktir, nedît.
Şeva danasîna kovara wêjeyî "Karussel" (Girover) bû. Hejmara yekem ji kovarê hatibû weşandin. Tê de sih nivîskarên bajêr li ser mijara azadiyê nivîsandibûn. Di şevê de, divabû gelek nivîskar ji wan berhemên xwe bixwînin. Şev di odeyeke teng de, ku ji sih kursî pêk dihat çêbû. Anku hejmara kursiyan, hejmara nivîskarên beşdarê kovarê derbas nedikir. Gava dîtin ku çend kes jipiya mane, kêfa organîzatoran hat û spasiya kesên amade kirin. Wisa xuya bû ku hejmar zêdeyî texmîna wan bû. Tev ku kesên wekî min ku tenê ji bo guhdarîkirinê çûbûn hejmara tiliyên destekî derbas nedikirin.
Şevê bi muzîkê dest pê kir. Jinek bi akordeona xwe û mêrek bi trompeta xwe. Çend nivîskaran berhemên xwe xwendin. Xwediya kovarê behsa derxistina kovarê kir. Raman ya wê û hevaleke wê bû û biryar dan ku du hejmaran li ser hesabê xwe derxînin û ji her hejmarê 300 libî çap bikin. Dawiya şevê, ji bo karibin di weşandina kovarê de dewam bikin, nivîskareke jin bi kum û sîwaneyekê derket hember beşdar û guhdaran û bi awayekî şanogerî doza dana pereyan li wan kir. Kumê xwe li ber wan yeko yeko vekir û digot; ku ji bo gemiya Karusselê binav nebe, divê hûn alîkariyê bikin.
Bi dilekî xemgîn, min li destên wan kal û pîran dinihêrî, gava ku destên xwe yên lerizî dirêjî kumê nivîskara şanoger dikirin û pênc yan deh euro davêtin hundir kumê wê.
Her wisa balkêş bû hetanî bi kalê ku li trompetê dixist, wekî romanivîsekî û xwediyê pir pirtûkan hate pêşkêşkirin.

Şeva duyem
Ji bo kesên ku Wuppertalê nas nakin, ez dixwazim weku agahî bibêjim ku hejmara niştecihên bajêr bi ser sêsed û çil û neh hezaran dikeve. Vê carê, beşdar sê weşanger, du nivîskar bûn. Nivîskarek ji wan hem weşanger û hem nivîskarekî herî naskirî yê bajêr bû. Her wisa her sê weşanxane jî ji weşanxaneyên mezin yên zimanê almanî bûn. Dîsa jî hejmara xelkên ku hatibûn guhdarî bikin, di navbera bîst û pênc hetanî sih pîr û kalî de bû.
Mijar pirsgirikên weşangerî û nivîskariyê û têkiliya di navbera her du aliyan de bû. Gava ku min li derûdora xwe nihêrî, ez bi bîst- sih pîr û kalên ku di ser şêst û pênc salî re dorpêçkirî bûm. Ji cihê şevê hetanî ez gihîştim malê, pirsin bi vî rengî di serê min de diçûn û dihatin:

Çend pirs
Eger piştî deh salên din, şeveke wêjeyî li vî bajarî çêbibe, wê evên amade hemû, yan ne li jiyanê bin, yan jî wê nikaribin bên guhdarî bikin. Gelo wê kî bê guhdarî bike?
Li vî bajarî, dibe li gelek bajarên din, an gelek welatên din yê Ewropayê jî, tenê kal û pîr bi wêjeyê re mijûl dibin. Hejmara kesên ciwan ku tev li van şev û çalakiyan dibin hindik e, heta radeya ku nayêne dîtin.
Gelo bi çûna vî nifşê kal û pîr re, wê wêje jî nemîne, yan jî wê kal û pîrin din bêne şûna wan?
Gelo ev pirsgirêkeke Ewropayê ye û girêdayî serdestiya alavên teknolojiyê ye, yan jî pirsgirêka wêjeyê ye?
Gelo dema wêjeyê derbas bûye, ji ber vê wêje maye karê kal û pîran?
Gelo em di demeke şaş de ne, yan jî şaşîtî ya me ye, ku me ciwaniya xwe hemû da wêjeyê?
Her çendî sedem û merc cuda bin, lê ne li cem kurdan û ereban, ne jî li cem ewropiyan, diyar e ku dem ne dema wêjeyê ye.
Gelo wêje pîr bûye, yan jî giyanê mirovayetiyê?
Gelo hewcedariya giyanên mirovan bi wêjeyê nema ye, yan jî dem ji bo pêkanîna hewcedariyên giyanên mirovan nema ye?
Yan jî, ji roj roja xwe de, her wisa bû. Dema wêjeyê nehatiye û her dem wêje bala kêm kesan kişandiye, ew kesên ku li çareseriyekê ji dermankirina giyanên xwe yên birîndar re digerin?
Bersiva van pirsan baş nizanim, lê tiştê dizanim ew e,  ku şaşîtiyek di vê meselê de heye.
Ew şaşîtî çi ye û li ku ye, ez jî nizanim.

helimyusiv@hotmail.com

 

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019