Gername: Ji Lozanê heta Qahîrayê

Dîrok: Rezber 4, 2012, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 590

Gername: Ji Lozanê heta Qahîrayê

1/2
Rêwîtiya çar rojan


Vexwendin ji Komela Îsmet Şerîf Wanlî ya Lozanê bû. Roja şemiyê bû, divabû wê rojê tev li şeva ku li ser rewşa Sûriyê û rola kurdan hatibû terxankirin, bibim. Vexwendina roja din ji rêxistineke nivîskaran bû ku nû avadibe. Divabû roja din tev li civîna yekem ya damezrandina "Malbenda Nivîskarên Sûriyê" li Qahîrayê bibim. Demeke kin, du mijarên cuda û gelek bajarên ji hev dûr, deriyên xwe li ber min vekiribûn.

15.09.2012

Rê dirêj bû, ji Dusseldorfa Almanyayê heta Lozanê, divabû balafir li Londonê deyne û ji wir bi balafireke din herim Cenevê û ji wir bi trênê biçim Lozanê. Rabûna dereng ya balafirê ji Dusseldorfê her tişt tevlihev kir û kirasekî teng yê lez û bezê li rêwîtiya min kir. Her tişt bi lez û bez derbas bû, lê bi ser hev ve hat û şeva ku komeleya Îsmet şerîf Wanlî amade kiribû, bi gotina endamê komelê Îhsan Kurt, ku şev bi keda wî û keda hevalê wî yê endamê komelê Fabrice Boulé pêk hatibû, dest pê kir. şev bi zimanê frensî bû. Dr.Tewfîq Şemaa bi axaftineke dirêj rewşa Sûriyê li ber çavan raxist. Ez jî, ji hêla xwe de, li ser nexşeya siyasî ya kurdên rojava axivîm. Şev bi amadebûn û beşdarbûna hejmareke ji kurdên wê derê û hin siwêsriyan derbas bû. Ji bo min, mîna serdanên min ên her welatî, dîtina dost û hevalên li wan der û dorên cihê serdanê jî, derfeteke bêhnvedanê ya herî xweş e. Di vê çarçovê de, hevdîtina du dostên kevin, pêk hat. Yek jê Miço Kendeş bû, ku me li balafirgeha Cenevê hev du nedîtibû, piştre ew û xanima xwe Katrin hatin Lozanê û me li wir hev dît. Yê din jî Bedran Dere bû, ku ji bo wergera axaftina* min ji kurdî ji bo frensî hatibû wê derê. Beşdarbûna Bedran du caran kêfa min anî. Yek jê, hatina wî ez vegerandim demên berê, gava ku li Medya TV  wekî bêjer kar dikir û bi dengê xwe yê nerm nûçeyên kurdî dixwendin. Ya din jî ji bilî wergerê, rêberiya wî ya ji min re, ya gera li Cenevê. Piştî şeva li Lozanê, divabû vegerim Cenevê û ji wir ber bi Qahîrayê de bifirim.

16.09.2012

Serê sibehê, Bedran li benda min bû. Balafir, ji Cenevê heta Qahîrayê, rojê carekê tenê hebû. Ew jî piştî nîro bû. Derfeta gera li Cenevê pir teng bû, lê bi awayekî pir xweş pêk hat. Destpêkê meşa ber bi ava bilind ve, ku yek ji sembolên bajêr e. Li pey wê, rasthatina li peykerê Jean-Jacques Rousseau bû. Ji bilî avahiyên dîrokî û yên mafê mirovan û yekîtiya neteweyan, berê me li muzexanê bû. Tev ku yekşem bû û dawiya heftê bû, lê dîsa jî derî vekirî bû. Ji deriyekî derbasî deriyekî din dibûn. Tabloyên şêwekaran jî ji sedên salan, ode bi ode, ber bi dema me de dihatin. Li ser rê ya vegera ber bi balafirgehê ve, li kenîseyeke kevin Bedran li karkerekî wê pirsî. Ev karkerê ku navekî xiristiyanî û ewropayî li xwe kiribû, kurdekî ji Bakur bû. Me ew nedît. Balafira ku wê ber bi Qahîrayê ve bifiriya amade dibû. Berî ku xatir jê bixwazim, Bedran çîrokeke kurdî ku wî nivîsandibû da min. Di balafirgehê de, min çîrokeke wisa xwend, wekî ku li ser min hatibe nivîsandin, an jî wekî ku min bi xwe ew nivîsandibe. Di hundirê Bedran Dere de, li kêleka karê wî yê rojnamegeriyê, hirçekî afirandinê yê razayî hebû. Hayê min ji hirçê şêwekariyê hebû ku car caran di hundirê wî de, şiyar dibû. Lê, hayê min ji nivîsandina wî ya çîrokan tune bû. Ev çîrok jî, di vê çarçovê de, keşfeke xweş ya dostekî kevin bû. Dem zû derbas bû û berê min li civîna yekem ya birêveberiya rêxistina nivîskarên Sûriyê bû.

Careke din, ezê, bi kurtayî be jî, roniyeke biçûk bavêjim ser vê rêwîtiyê.

helimyusiv@hotmail.com

 

 

 

 

 

 

 Dîmenên ji panela li Cenevê

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Bedran Dere û Helîm Yûsiv

 

 

 

 

 

 

 

 

 


*Axaftina Helîm Yûsiv:

Nexşeya siyasî ya kurdan di şoreşa Sûriyê de

 

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019