Dîrok: Êlûn 19, 2010, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 720
Çend xwezî
Ev hefteya bi rûmet, ya ku wê zarokên kurd bibin leheng û şahidên wê, dê gelek xwezî û bîranînan bi me re jî, em yên ku rojekê ji rojan zarokên kurd bûn, şiyar bike.
Di zarotiya me de, hefteyek tune bû, rojek ji rojên dibistanê tune bû ku, me sond nexwara ku em ne zarokên bavên xwe ne, ne yên diyên xwe ne û ne jî yên miletê xwe ne.
Rojek derbas nebû ku, jehra bişaftinê bernedan nav kûrahiya mejiyê me.
Rojek derbas nebû ku, bi me sirûdên ku zarokan ji çermên wan derdixînin û wan şîrheram dikin, nedan xwendin.
Yek roj, di zarotiya me ya wan dibistanên zarotîkuj de, paqij derbas nebû.
Niha jî, wê hefteyekê zarokên kurd li malên xwe bimînin, bêyî ku sirûdên kujerên bav û kalên xwe bixwînin, bêyî ku bi dengekî bilind derewan bikin û bêjin "Turk im çaliskanim“, bêyî ku kêfxweşiya xwe bînin zimên ku ew tirk in.
Xwezî dem bi paş de vegeriya û vê hefteyê, ez jî bibûma zarok. Bela mala me li Culemêrgê ba, li Geverê, li Nisêbînê, li Amedê, li Batmanê, li ku derê ba bila biba, xem nedikir. Xwezî rojekê ba jî, serê sibehê, li şûna çûna dibistanê, di bin bask û perên diya xwe de bimama û ji wan re bigota:
- Zimanê we serê we bixwe.
- Dewleta we serê we bixwe.
- Zagon û qanûnên we yên dijî xwezayê serê we bixwin.
Xwezî bi dilê wî zarokê ku rojekê be jî, vê kêfxweşiya mezin ya dijderketina zagonên dagirkeran bijî.
Xwezî min karibûya ku bibim xwedî wê şerefa mezin ku li hember zagonên dewleteke bê exlaq derkevim û ji bo zimanê dayika xwe, bibim zarokekî sûcdar.
Çend rastî
Hinek rastî hene ku li ber çavan in, lê herdem pêdiviya me bi bîrxistina wan rastiyan heye. Yek ji wan rastiyan ew e ku dagirkerî û têgihîştin nayên cem hev.
Dagirker fêm nake.
Ew bê mejî ye, bê aqil e, aqil û dagirkirin nikarin bên cem hev. Ji ber vê, dagirker nikarin ji mirov fêm bikin. Ji lew re, divê ku em li benda wê rojê nemînin ku ew ji me fêm bikin û bên dibistanan ji zarokên me re vekin, da ku wan fêrî zimanê wan bikin.
Dagirker kor e.
Ew nikare rengê mirov bibîne, hetanî ku wî rengî bipejirîne. Dema mirov tiştekî nebîne, ew ê çawa zanibe rengê çavan an rengên ala mirov çi ye.
Dagirker kerr e.
Ew bê guh e, yê bê guh dengê mirov nabihîze. Ne dengê êşê diçe wî, ne jî dengê straneke evînê.
Dagirker yek zimanî dizane.
Guh û çav û mejî bi yek navendê ve girêdayî ne. Ew her dem li yek dengî guhdarî dike, yek tiştî dibîne, ew jî reng û dengê hêza wî ye. Navenda mijarê hêz e. Wisa jî tenê ji zimanê hêzê fêm dike.
Ji 1984'an heta niha 2010'an, bîst û şeş sal ji şerekî dijwar, li ber çavên dagirkeran, kurd bi gewde bûn, bûn bi beden. Ji niha pê de jî divê giyan, "rih" bi vî bedenî ve bê û vegere jiyanê. Ew "rih", ew giyan, ziman e. Bi yek peyvê, ziman pîvana hebûn an nebûnê ye.
Ev rastî jî, yek ji wan e ku her kes dizane, wisa jî wê her dem pêdiviya me bi bîrxistina wê hebe.
Ev gava bi rûmet "hefteya boykotkirina dibistanên tirkan" ya ku bi biryara TZPKurdî (Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî) dest pê kir û şaxên xwe berdan nav xaka hêz, partî, rêxistin, malbat û kesên kurd ve, her çendî gaveke sembolîk be, lê dîsa jî cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Ji tirsa dagirkeran mirov dikare girîngiya vê gava cihê rêzê nas bike.
Çend spasdarî
Spas ji bo her dezgehê, her partiyê, her malbatê, her kesê ku rê li ber vê yekê vekir ku, hefteyekê tenê be jî, zarokên kurd, di jiyana xwe ya xwendekariyê de, bi rûmet bijîn.
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019