Hevpeyvîna Jan Dost û “rastiyên” wî

Dîrok: Gelawêj 27, 2009, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 760

Hevpeyvîna Jan Dost û “rastiyên” wî

Jan Dost qala azadiya ramanê dike û dibêje ku ew bazarê li ser azadiya xwe nake û ketiye nav. Xwedêgiravî rastiyan dibêje, lê hemû rastiyên ku dibêje li gor bayê berjewendiyan û li gor kêfa dilê xwe hinek aliyên mijarê hildibijêre û aliyên ku dihingivin wan berjewendiyan têne veşartin. Carna tiştina qet nabêje, nîvê tiştan dibêje û nîvê din vedişêre. Pûsila wî, ketiye bêrîka wî û li gor wijdanê bêrîkê nav û mavan rêz dike.
Ev exlaqê “bêrîkê” piştî vebûna TRT 6 û televizyona Xeddam ( cîgirê Hafizesedî berê), ya bi navê Zanoubia TV, bi xwe re anîn nav nivîskarî û rojnemevaniya kurdî.
Ez ê têbîniyên xwe li ser vê hevpeyvînê di sê xalan û sê pirsên vekirî de bînim zimên. Ev têbînî wê tenê girêdayî wan xalan bin, yên ku ji nêzîkayî têkiliya wan bi min re heye û bi awayekî ji awayan ez kirime aliyekî mijarê.

Rastî û exlaqê nivîskariyê

Di der barê rastiyên girêdayî Dibixwîn Dara de, yê ku hevpeyvînê pêre çêdike. Jan Dost bi yek gotinê jî rastiya gotinên ku wî bixwe li ser xwediyê rojnameya Avesta –D. Dara- ji min re digotin nake. Mesele, berî çend salan, dibe ku bê bîra gelek kesan, nivîsek bi navê Can Welat di riya emailekê ji zêdeyî 150 kesî re hate şandin. Têde Can Welat qala ajantiya Jan Dost û têkiliyên pirîvat yên wî û malbata wî dike, ku hemû derew û bêbextîbûn û wisa jî li ser Abdullah Keskîn û malbata wî û di nav re min û çend kesên din jî mîna mirovin bêexlaq binavdike. Jan Dost ji min re got; ku ew ji sedî sed Dilbixwîn Dara ye, ji ber ku “hinek agahî têde hene, tenê ew wan dizane û ya din jî bêexlaqiyeke wisa encex kesekî wekî wî karibe bike. Ez hîna ji Kobanî wî nas dikim. Ji ber min dev ji Avesta berdaye, wî wilo kiriye.” Ji wê salê de, ji ber van tesbîtên wî, ligel hin sedemên din, têkiliya min jî bi Dilbixwîn re nema. Îro Jan Dostê me rûniştiye ji wî – li gor gotina wî- (kesê bêexlaq) re, qala exlaqê nivîskariyê û azadiya ramanê dike.
Pirsa min a yekem: Gelo ew Can Welat kî bû, eger ne Dilbixwîn be, te çima em hemû, kesên têkildarî wê nivîsa gemarî, xistin wê qenahetê ku ew Dilbixwîn e?. Gelo ew nivîs jî dikeve çarçewa azadiya ramanê ya ku tu qal dikî?
Eger ew be, bi çi exlaqî û ligor çi pîvanê, tu li ber wî bixwe rûniştiyî û li (hevalên)xwe zîviriye û heriyê davêjî wan û kar û helwestên wan?

Karê li RojTV

Ji sala ku ez gihîştime Almanyayê, min dest bi karê televîzyonê kiriye. Ji ber karekî girêdayî mijûliya min a wêjeyê ye, ez heta niha bi hezkirin vî karî dikim. Di dema Medya TV de, demek hat û valayiyek kete beşa erebî, ji bo rewş dirust bibe, çend mehan, min alîkariya xebatkarên wê beşê kir. Di wê demê de Jan Dost xwest bê wekî me li wir kar bike. Çi ji destê min hat, ji bo hatina wî, min kir. Di hevpeyvîna xwe de, ew ne çîroka hatina xwe, lê çîroka çûna xwe dibêje. Gava tê ser bûyerekê û rola min di wê bûyerê de nîşan dide, mirov dibê qey min ji Jan Dost re li wir tenê muxbirî  kiriye. Dostê me wisa dibêje:
“Min jî wek rojnamevanekî, nûçeya meşê amade kir. Min telefona bi serokê partiyekê re (Fuad Elîko) plan kir û dê min di nav nûçeyan re telefonî wî li cihê bûyerê, qada çalakiyê bikira. Rojnamevanî wisa dibêje. Her tişt bi rêk û pêk çû. Berî derbasî studyoya nûçeyan bibim, du hevalên min (E. Şêxo û H. Yûsif) xeber gihandin rêveberiyê.”
Ciwamêr tam karê xwe yê rojnamegeriyê dikir, lê ..herdu hevalên wî ku yek ji wan ez im, me çû muxbiriya wî li cem rêveberiyê kir û me ew ji karê wî yê rojnamegeriyê bêpar hişt.
Ev şazdeh salên min û Jan Dost ku em hev du nas dikin û heft sal di ser vê bûyerê re derbas bûne, heta berî çar mehan, me hema hema rojane telefonî hev dikir û li halê hev dipirsî. Rojekê qala vê rola mina (xweşik) nekiriye. Wekî we, min jî di hevpeyvînê de ev agahî li ser xwe xwend. Îca, Dostê ku li hevalê dilsoz digere, dixwaze ji “xelkê” re çi bibêje gelo?
Detayên wê bûyerê jî hemû li bîra min in. Min û çend hevalên xwe, me alîkarî di amadekirina nûçeyan de dikir. Jixwe hema hema hemû nûçe ji birêveberiyê (Navenda nûçeyan) dihatin û ji kurdî dihatin wergerandin ji bo erebî û dihatin xwendin. Kêm caran nûçeyin taybet bi erebî dihatin amadekirin. Wê rojê ez jî bi peydakirina telefonên kesên têkildarî bûyerê re mijûl bûm û hemû telefonên kesên ku li Şamê bûn bersiv nedidan. Hetanî ku em ji qewimandin û neqewimandina meşê ketin gumanê. Me nema zanîbû gelo meş bûye, nebûye û her wisa… Di wê navê re, biryara îbtalkirina wê nûçeyê hatibû girtin. Di televîzyonekê de ku hemû nûçe ji navendekê têne amadekirin û rola Jan Dost xwendina wan nûçeyan bû. Ez tênagihêjim bê ew qala çi qehremanî û çi rojnamegeriyê dike. An jî tenê mebest biçûkxistina hevalên derdorêye û hilkişandina ser pişta wan e.
Balkêş e ku sêbare û çarbare ew bixwe qala tunebûna hevalên ji dil û dostên ji dil dike. Gelo ev çewtkirin û zîvirandina bûyerên wisa û biçûkxistina hevalên xwe yên ku herdem xêra wî xwestine, heta çi radeyê hevaltiyeke ji dil e?
An jî mirov tim daxwaza “tiştên ku ji mirov kêm” ji hevalên xwe dike?

ZanoubiaTV

Nivîskarî û karê televîzyonan du qadên cuda û dûrî hev in. Dibe ku di bernameyên wêjeyî de bêne cem hev, lê bi giştî têkiliya aliyekî bi yê din re tune ye. Jan Dost, berê li Medya TV û niha jî li Zanoubia TV herdem bi erebî nûçe xwendine û di beşa siyasî de bername û hevpeyvîn çêkirine. Anku ne ji dûr ne ji nêzîk têkiliya karê wî yê TV bi wêjeya kurdî re çênebûye.
Agahiyên li ser Xeddam û TV ya wî hûn dikarin di dawiya vê nivîsê de bixwînin.
Balkêş e ku Jan Dost qala rexneyên tûj yên der û dora xwe dike, ku li karê wî yê wê derê dihatin kirin û dema ew tê qala wê televîzyonê bi vê nirxandinê dike: “Ez vê eşkere dibêjim, bi qasî di Zenûbya de behsa pirsa kurdî li rojyayê Kurdistanê bû, li Medya TV nebûbû”. Anku pesnê tv ya Xeddam dide û wê ji TV’yeke kurdan çêtir dibîne.!
Li vir bûyerek û pirsek heye.
Bûyer ev e:
Kurdên rojava (Sûriyê) li Berlînê, li dijî rêjîma Sûriyê meşiyan. Jan Dost  ev nûçe di tv ya Xeddam de wisa xwend: “Hejmarek ji Sûriyan derketin meşê..”
Min ji wî pirsa sedema tunebûna peyva kurd dû nûçeyê de kir.
Bersiva wî ew bû ku wî nûçe amade kiribû û piştî sansûra birêvebiriyê peyva kurd hate rakirin û bi peyva Sûrî hate guherandin û wî jî nûçe wisa xwend.
Anku birêveberiya tv ya Xeddam tehemula peyva kurd nekirin.
Dema mirov vê bûyerê û bûyera Medya TV ku bi dehan bernameyên li ser rewşa kurdên rojava têde dihatin weşandin bide hember hev, dê encamek çawa derkeve gelo?
Niha weşana TV ya Xeddam rawestiya ye. Dibe ku çend rojên din dest pê bike. Eger Jan bixwaze dikare vegere karê xwe li wir, lê hewce nake ku mirov rastiyan bike qurbana karekî ji bo debara jiyanê.
Ezê çend hevokên kin, wekî nimûne, ji nameyên ku ji cihê karê xwe ji min re dişandin bidim.
26.04. 209
“Li vir rewş rêx e, carna jî heşî te, gûye. a min jî zêrek di nav vî gûyî di diyi nebxêr, ji bo ez wî zêrî derxim jî destê min jî bi gû dibin.”
20. 11. 08
 “beyana ecêb xebera te ye, madê min jî li hev dixe, bi serê zaroka verşiya min li vir tê,…. TRT 6 ji vir çêtire.”

Pirsa min jî ev e:
Gelo bi kîjan pîvanê mirov dikare, di hundir çend mehan de, televîzyoneke wiha bilind bike û di ser sewiyeya televîzyoneke kurdan re bibîne?
Ez li ser detayên hevpeyvîna Jan Dost ranawestim. Min xwest ez tenê çend aliyên ku rasterast têkildarî min dibin bidim ber ronahiyê. Ma ku ez bibêjim ku heta dawî ez wî dîmenê reben yê ku Jan Dost dixwaze nivîskarê kurd wî pê çarçove bike, rexne dikim. Nivîskarê kurd, an jî piraniya wan, kesin berxwedêr û xurt in. Yên reben ew in ewê ku Jan Dost banga alîkariyê ji bo xwe li wan dike, ku wê tucarî bi hewara wî ve neyên.


***

Xeddam û TVya wî:

Gelek ji Kurdên Bakur nizanin bê ZanubyaTV çi ye û ya kê ye. Bi kurtayî ez dikarim vê bêjim ku ew televîzyona Ebdulhelîm Xeddam e, cîgirê Hafiz Esedî berê. Piştî ku bav mir û berî ku kurê wî Beşar bibe serok Xeddam deh rojan serokatiya Sûriyê kir û ji ber ku ji hêla kurê Hafiz ve hate paşguhkirin, ji Sûriyê derket û li Parîsê bû muxalefet û bi alîkariya kurê Herîrî û qiralê Siûdiyê, ji xwe re ev TV vekir. Tunebûna kesan li derûdora wî û hewcedariya birêvebirina karê TV ew neçar hişt ku kurdên ku berê ev kar kirine bipejirîne û bi pereyên baş kar bide wan. Lê Xeddam bixwe heta niha xwe wekî birêveberiya partiya Baas nîşan dide û di derbarê kurdan de mîna her şovenîstekî ereb difikire û ew bixwe xwediyê piraniya pirojeyên erebkirina Kurdistana rojava ye. Piştî xweşbûna têkiliyên Sûriyê û Libnanê TV rawestiya û birêveberên wê dibêjin ku ewê di demeke nêzîk de dîsa dest bi weşanê bikin.

helimyusiv@hotmail.com

 

***

Ji bo hevpeyvînên ku bi Jan Dost re hatine kirin: Hevpeyvîna ligel Jan Dost, beşa dawî

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019