Hewildanên normalkirina cerdevaniya sipî (1/2)

Dîrok: Rêbendan 15, 2011, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 633

Hewildanên normalkirina cerdevaniya sipî (1/2)

Sîstema Cerdevaniyê

Avakirina hêzên cerdevanan di welatekî dagîrkirî de, ne taybetiyeke welatê kurdan e. Di dîroka kevin û ya nû de, dewletên desthilatdar  hemû hêza  xwe  dixin xizmeta vê siyaseta qirêj  ya li hember hêzên berxwedêr  yên miletên  blindest. Bi vî awayî,  dewlet  ji du aliyan de qezenc dike,  yek jê têkbirina hêzên berxwedêr û dirêjkirina temenê desthilatdariyê. Ya din jî, xweparastina ji zirardîtinê û kuştina berxwedêran bi destê  birayên wan yên ku bi heman zimanî diaxivin. Bi awayekî ku zirareke dualî li wî miletê bindest bibe û hêdî hêdî di şerê wan xwe bi xwe de ber bi têkçûn û nemanê de  here. Hemû dagîrkeran li çar aliyên cîhanê û her yek bi şêweyê xwe, ev siyaset pêk anî. Li hinek welatan biserketin û li hinekên din jî têkçûn. Sedema serkeftin an têkçûnê jî ne li cem dagîrkeran bû, ji ber ku ew karê ku ji wan tê xwestin, dikin. Sedem her dem li aliyê din bû, girêdayî asta şiyarbûn û bixwebawerî û xwedîderketina li rûmeta wî miletê blindest bixwe bû.

Cerdevanî li welatê kurdan

Dagîrkerên welatê kurdan jî, ji yên din ne cuda bûn. Li hember  hêzên berxwedêr yên kurd bi deh-hezaran cerdevan xistin dewrê û bi her awayî şerekî eşkere hat meşandin û hîna jî li dar e. Her çendî, di vî şerî  de, kurd biserneketibin jî, lê mirov dikare bibêje ku dewlet jî biserneket û nikarîbû dawî li berxwedana kurdan bîne. Berevajî  wê, li bakurê Kurdistanê, di encama şiyarbûneke neteweyî de, qeyd û bendên li ser zimanê xwe şikandin û roj bi roj ew kirin daxwaza xwe ya sereke. Ji ber vê yekê, ji bo rê li ber van pêşketinên ku di qada “sivîl” de rû dan bigre, dewlet neçar ma ku hinek metodên din yên cerdevaniyê bikar bîne. Bi gotineke din, çawa ku rê li ber çekdarên berxwedêr digre, divabû rê li ber “sivîlên” berxwedêr  jî  bigre. Di qada wêje û hunerê de, dest  avêt navên sereke yên ku di vê qadê de çalak û berhemdar in. Di qada  wêjeya  nivîskî  de,  ji Mehmed Uzun dest pê kir, bi ser ket û niha jî di qada hunerê de,  Şivan Perwer di dorê  de ye.

TRT 6 wekî beşek  ji  siyaseta  cerdevaniyê

Dema mirov gotûbêj û danûstendinên li ser mijara TRT 6'ê dişopîne,  mirov dibîne ku hemû gengeşiyên ku têne kirin pala xwe didin nirxandinên şaş û tevlihev.  Ji wan nirxandinan:

- Partîtî

Mesele wisa tê nîşandan, wekî ku mesela sempatîzanî yan dijberiya partiyeke siyasî be. Ango ev televîzyoneke ku bi kurdî weşanê dike û partiyeke kurdan jî dijî wê televizyonê û kesên ku têde kar dikin e. Bi vî awayî, her kesê ku vî projeyê dewleta dagîrker red  dike, wî  wekî hevalbendê rêxistinê û partiyê bi nav dikin. Nexasim ku hema hema hemû rêxistinokên kurdan yên marjînalbûyî vê televîzyon wekî bereketeke demokrasiya tirkan dîtin û ji Swêdê bigre heta bi Amedê berê xwe dan bin siya vê bereketa ku “gavek bi pêş de ye ji bo wan”. Wisa teoriya xwe ya normalkirina rewşê bi vî awayî nîşandan ku tenê partiyek li dijî vê televîzyonê ye û ew  jî ne alîgirên wê partiyê ne. Ev proje wekî tehdîdeke dijî partiyekê nîşan dan ne ku dijî neteweya kurd. Vê teyoriyê rê li ber siyasetmedarên kurd, “yên ne ji partiyê” vekir ku beşdarî vî pirojeyê cerdevaniya sipî bibin, bêyî ku wijdanê wan biêşe, yan jî li dîroka xwe bipirsin.

- Televîzyoneke zimankurdî ye

Xwediyên vê teoriyê dixwazin mijarê wekî mijara televîzoyoneke “normal”  ya  dewletê nîşan bidin ku ji bo wan, xwedêgiravî, derfeteke xizmeta zimanê kurdî ye. Bi behaneya ku ziman kurdî ye û ew jî “xebatkar”ên zimanê kurdî ne, wekî qehremanan serbilind û qurre beşdarî vê projeya cerdevaniyê bûn. Dewletê bi vî awayî çek da destên kurdîaxêvan û ew anîn hember kurdîaxêvên çekdar li çiyê û ew bi hevdu dane kuştin. Li deştê jî, li ser ekrana TRT 6 nivîkarên kurd derdikevin, di bin siya bereketên demokratiya tirkan de, ji me re behsa wêjeya kurdî dikin. Li pey axavtina wan yekser bêjerê kurdîaxêv derdikeve û behsa eskerên şehîd û girtin û kuştina terorîstên kurd dike.

Bi vî rengî, hem li çiyê û hem li deştê projeyê cerdevaniya sipî  berfireh dibe. Dewlet jî, bêyî ku perwerdeya bi kurdî qebûl bike,  nivîskarên kurdan yên sereke ji xwe re dike esker û pesindar,  wisa jî dixwaze hunermendên kurdan yên sereke ji xwe re bike zirne û pesindar.

Di vê çarçovê de, ev dubendî û gotûbêjên girêdayî vê mijarê, ne dubendiya di navbera du aliyên siyasî de ye. Mijar mijara helwestê ye. Helwesta neteweyî an jî bi gotineke din; helwesta rewşenbîrî.


Di xeleka bê de:
Çima rûmet û "xirûra neteweyî" li cem hinek nivîskar û hunermendên kurd kêm e.

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019