Ji aliyê siyasî ve gelo ez li ku disekinim?

Dîrok: Pûşper 22, 2014, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 790

Ji aliyê siyasî ve gelo ez li ku disekinim?

Ev demeke ku hin kes û komên bi siyaset û rewşenbîriya kurdî li rojavayê Kurdistanê ve mijûl in, dixwazin her gav mirov bikişînin hin deverên ku ji xeyala xwe û daxwaza dilên xwe peyda dikin. Di nav xirecira rojane de herdem pirsên hem şexsî û hem siyasî dikin û ew bi xwe bersiva pirsên xwe didin. Yek ji xwediyên wan pirsên cihê gengeşiyê birêz Mohemmed Cheir Cheikho ye, ku rasterast berê xwe da min û bi awayekî vekirî hin pirsên ku xeynî wî jî dikin, ji min kirin. Baweriyeke wisa bi min re çêbû, ku xwediyê van pirsan ji dil e û di çarçova sînorên edebê û rêzgirtina ramanên cihê de tevdigere. Ji ber vê min xwest ku wekî wî ez jî rasterast bersivên zelal û vekirî bidim. Ji ber ku pirs girêdayî aliyê takekesane jî bûn, bersiv jî hinekî ber bi wî alî ve çûn.


Ez û siyaset

Destpêkê, bi destûra we, ezê bi çend gotinan behsa xwe bikim. Nivîskarekî kurd im. Navê partiya min partiya wêjeya kurdî ye. Îdeolojiya min hezkirina zimanê dayikê ye. Armanca min ew e, ku kurd mîna hemû miletên dinyayê azad û serbixwe bijî.

Ez pazdeh salî bûm, di bin bandora birakî xwe de, bûm endamê partiyeke siyasî, kurdî, çep û îlegal. Di wan çend salên ciwaniya xwe de di navbera çep û rast, geh dûr û geh jî nêzîkî partiyên siyasî dibûm. Ji bîstsaliya xwe de min naskir ku siyaset ne qada min e û ji aqil bêhtir dilê min min bi rê ve dibe. Ji wê gavê de û heta niha giraniya jiyana min nivîskarî û wêje bû û tenê ji ber ku kurd im her gav siyast bi qepera min digre.

Di vê dema dawiyê de perçebûneke kûr kete nav civaka me û bi taybetî li Rojava, em di navbera du aliyan de, du xetên siyasî de hatine perçekirin. Ji bo min ev perçekirin hinekî bi lez û bez çêbû. Gelek kesan, ji wan weye ku qeyika aliyekî binav dibe, cihê xwe guhertin. Hinek çûn wir, hinek hatin vir. Dema dor hat ser min, ji ber ku cihê ez lê, bi bîr û bawerî û bi dilê xwe li wir bûm, li cihê xwe mam.

Ez karê xwe yê wêjeyî dikim, dinivîsînim û wisa di TV'yan de, ku yên aliyekî ne, ji berî çardeh salan ve bernameyên li ser wêjeya kurdî çêdikim û heta niha. Navên TV'yan hatin guhertin, lê naveroka bernameyên min her ew bû "wêjeya kurdî". Wisa jî di rojnameyan de ku yên aliyekî din in, berê "Rûdaw" û niha "Kurdistanî nû" her hefte li ser siyaset û çanda kurdan dinîvisînim.

Bersiva pirsên ku ez bidim jî bêyî vê pêşgotinê, wê kêm bima.

Niha ez bêm ser nivîsa rêzdar Mohammad Kheir Cheikho, tê de ji min dixwaze ku mîna siyasetmedarekî di nav siyaseta rojane de be, li hember her bûyer û daxuyaniyê xwedî helwest be û di awayê pirskirina wî de diyar e ku ew ji wêrekiya min bi şubhe ye. Bi taybetî wêrekiya li hember siyaseta PKK-PYD û der û dorên bi ser vê xeta siyasî ve. Balkêş e ku kesekî din jî -Idrîs Xelo- di şîroveya xwe de jê dixwaze ku dev ji min berde, ji ber ku ez xwe distirînim û ditirsim ku devê xwe vekim, ji ber ku (ew)ê min di şeveke tarî de tune bikin. Nizanim ev ciwamêrê xeyalfireh, mebesta min xwediyê şîroveyê ye, çima ew qasî li ser min ditirse, tevî ku li vê Ewropaya ku lê dijîm, bi sedan devên vekirî ku agir û dijûn û heqaret ji wan dibarin hene û rojekê min nebihîstiye kesek di şevek tarî de tune bûye.

Nivîs bi giştî

Di derbarê nivîsê bi giştî de, du xal hene.

Aliyekî nivîsê yê erênî heye, ku mirov dikare baş bibîne bê "yê din" çawa li mirov dinêre. Ez gelek caran wî wêneyê mirov yê ku di serê "yê din" de hatiye çêkirin mereq dikim û ev nivîs jî bibîrxistinek bû, ku gelek caran mirov bi awayekî li xwe dinêre, lê di rastiyê de wêne li cem kesên din bi awayekî din e. Vê nivîsê ew wêne ji min re zelal kir. Ev jî tiştekî erênî ye.

Aliyê neyênî ew e, ku nivîs ji serî heta dawî li ser rastiyeke "mutleq" ku nabe bibe cihê şubhe û gumanê, hatiye lêkirin. Yê din jî -ku li vir ez bi xwe me- divê ku vê rastiya mutleq bibîne û bibêje û li gor wê tevbigere, yan na ew kesekî ne wêrek e û ne dirust e û ne ji dil e. Ev aliyê neyênî yê nivîsê ye. 

Mijar

Ji ber ku mijarên ku pirs di derbarê wan de hatine kirin pir in, ezê hewil bidim li ser hemûyan, li gor xwe, rawestim û heta ji min bê ezê dirêj nekim.

Mijara wêrekiyê

Pirskirina bi vî formî, "Eger tu wêrekî" û encamên ku xwediyê nivîsê dixwaze bigihîjê ev e: "Eger tu wêrek bî, tu van tiştên ez bi wan bawer dikim bibêjî" Anku dema ez bêjim, wekî mînak, televîzyona Ronahî dengê beşeke mezin ji kurdên Rojava ye û ne televîzyoneke wiha ye ku tenê derewan belav dike, ez li gor xwediyê nivîsê newêrek im û her wisa. Mebesta min jê ev formê pirskirinê ji danûstendinê û bersivdayînê bêhtir provekatîv e. Lê ez dixwazim dilê wî û yên wekî wî difikirin têxînim cih, ku tiştekî ku çavê min bitirsîne li ser rûyê erdê tune ye. Mesele meseleya bîr û baweriyê ye, meseleya wijdan û exlaqê mirov e.

Mijara serxwebûna Kurdistanê

Ji bo min mijara serxwebûna Kurdistanê ne cihê danûstendinê ye. Yek ji pirensîpên ku ne girêdayî şert û mercan e û ne jî girêdayî rewşa siyasî ye. Partiyên kurdan dikarin xwe li gor rewşa siyasî û ya navdewletî biguherin û serxwebûnê bixwazin yan nexwazin, ew karê wan e. Nivîskarekî kurd, ne mecbûr e, pirensîp û baweriyên xwe li gor siyaseta partiyan biguherîne. Baweriya min berê ev bû, niha jî ev e û wê her ev bimîne.

Birêz M.Kh.Cheikho dixwaze ku min li ser axaftinên Xetîb Dijle yên di vê derbarê de, yan jî yên Cemîl Bayik û BDP û ala Tirkiyê û her wisa ji van mijarên siyaseta rojane helwest nîşan bida.

Ya rast ez pêdivî bi vê yekê nabînim ku her roj helwestan nîşan bidim. Ne ji ber ku ew ji der û dorên PKK'ê ne, ji birêz Berzanî bigre hetanî bi Hoşyar Zîbarî gelek caran xwe ji iraqiyan iraqîtir dibînin û alîkariya kurdên Rojava wekî desttêwerdana karê Sûriyê yê navxweyî didîtin, dîsa min helwest nîşan neda. Nivîskarekî wêjeyê nikare bibe mekîneya helwestên siyasî yên rojane. Nedana helwestê nayê wateya qebûlkirina her dîtina siyasî ye, ku dikeve rojevê.

Di vê çarçovê de, dixwazim rastiyeke dîrokî bibîr bixînim, di dîroka nûjen ya Kurdistanê de û di demekê de ku hemû partî û hêzên kurdan li her çar perçeyan li pey otonomiyê û mafên çandî û siyasî bûn, partiya ku serxwebûna Kurdistanê kir armanc û baweriya mîlyonên kesan Partiya Karkerên Kurdistanê bû.

Di baweriya min de ev lidijderketinên ku ji van derûdoran derdikevin, ji dijderketina serxwebûnê bi wêdetir dijderketina li hember siyaseta pdk ye û berdewamiya şerê di navbera herdu aliyan pkk û pdk de ye.

Mijara valakirina herêmên kurdan

Ev wêrekî be, yan jî newêrekî be, dîtina min ew e, ku siyaseta Partiya Baas hişt ku herêmên Binxetê ji kurdan vala bibin. Ez şahidê vê yekê me, ku berî PYD û siyaseta wê çêbibe jî çavên piraniya kurdan li derketina Ewrupayê bû û ji roja roj ve her kesê ku dikarîbû derkeve, derdiket û tu têkiliya PYD û siyaseta wê bi pêla koçberiya kurdên Binxetê ve tune ye.

Tiştê hate guhertin ew e, ku berê ji bo kesên ji Sûriyê dihatin Ewropayê bidestxistina mafên manê zehmet bû, niha rehet bûye û derfeta bicihbûna li Ewropayê ji bo kurdên Binxetê bêhtir bûye. Dibe ku hin mînakên awarte hebin, kesek li vir, yek li wir, ji ber dijberiya bi PYD re koçber bûbe, lê kurdên ku heta niha li herêmê mane û li ber xwe didin bêhtir ew der û dorên nêzîkî siyaseta PYD'ê ne.

Mijara bûyerên Amûdê

Li ser vê mijarê, hem di dema wê de û hem jî piştî wê û bi taybetî di salvegera bûyeran de, min gotareke dirêj li ser nivîsand. Ez naxwazim gotinên xwe dubare bikim. Dibe ku birêz Mohammad Kheir ev gotar nexwendibe. Yên ku bixwazin dîtinên min yên berfireh di derbarê vê mijarê de, sûcdar kî ne, çareserî çi ye û her wisa nas bike, dikare bi zimanê erebî li ser vê linkê bixwîne

http://adarpress.net/index.php/وجهة-نظر/3305-حليم-يوسف-الذكرى-السنوية-الأولى-لشهداء-عامودا

Mijara karê televîzyonê

Wekî min li jor gotibû, tu têkiliya karê min ê di televîzyonê de bi vê aloziya di navbera Rojava û Başûr de, an di navbera PYD û PDK'ê de tune ye. Ev yek, ya din ev alozî û êrîşên li hember hev ji her du aliyan ve ne û eger derew bin, li her du aliyan hene. Eger li aliyekî Ronahî TV be, li aliyê din êrîşên xedartir ji hêla Rûdaw û Zagros TV ve têne kirin. Ev her du TV bi gavên mezin dane pêşiya Ronahî TV.

Yê ku ji ber helwestên siyasî karê min da rawestandin û rê neda dîtinên min Rûdaw bû. Min her hefte dîtinên xwe yên siyasî di rojnama Rûdaw de dinîvisand û ji ber wan dîtinan karê min sekinandin. Ronahî tehemula dîtin û nerînên min dike, lê Rûdaw nikaribû tehemula wan dîtinan bike. Ez behsa serpêhatiya xwe dikim, ne ku helwesteke siyasî didim.

Ez van êrîşên ku her du alî PYD û PDK li dijî hev di televîzyonên xwe de dikin ne rast dibînim, wisa jî diyar e ku heta demekê ne û girêdayî rewşa siyasî ne. Lê bi tu awayî, ez di cih de nabînim, ku mirov bernameyên çandî û wêjeyî di van televîzyonan de wekî beşekî ji van êrîşan binirxîne.

Kuştina Welat Hisî û Henan Hemdûş û kesên din

Di derbarê van kuştinan de, evên ku piştî adara 2011'an heta roja îro li rojavayê Kurdistanê çêbûne, dixwazim têbîniyekê bibêjim. Ev pazdeh salên min ku çavê min li rojavayê Kurdistanê neketiye û li Almanyayê dijîm. Piraniya dema min jî bi karekî ji bo debara jiyanê derbas dibe, ku têkiliya vî karî ne bi wêjeyê û ne jî bi siyasetê heye. Êvaran vedigerim malê, di nav xirecira şer, pevçûn û tevliheviya Sûriyê de, dibihîzim ku mirovek li rojava hatiye kuştin. Gelek rîwayet ji bo wê kuştinê têne gotin. Ji nav wan riwayetek heye ku bi destê PYD'ê hatiye kuştin. PYD bixwe jî wê kuştinê şermezar dike. Hinek jî tên û ji Almanya diqîrin, ku PYD ew kuştiye. Wisa jî dixwazin ku mirov PYD'ê şermezar bike, ji ber ku kesek kuştiye. Min hinekî mesele sivik kir, lê tiştê ku dibe jî gelekî nêzîkî vî dîmenî ye. Yek ji wan jî Welat Hisî bû. Eger PYD ev kes kuştibin, gelo kê alîgirên PYD'ê yên mîna Îsa Hiso û Ebdullah Qertmênî ku her yek bavê şehîdekî bû, kuştin?. Bi kurtayî ezê aliyekî yan hêzekê yan kesekî şermezar nekim hetanî ku baweriya min neyê ku wî alî yan wî kesî ew kuştin kiriye. Dîtina min ev e. Ji ber vê gelek caran min kujer şermezar kirine bêyî ku wan bi nav bikim. Ya din mînaka Henan Hemdûş e, ku mirovekî dûrî siyasetê bû û bi sûcekî ne siyasî hatibû girtin. Di girtîgeha asayişên Efrînê de, miribû. Asayîş dibêjin ku wî xwe kuştiye û hin dibêjin ku ew hatiye kuştin. Eger ew hatibe kuştin, ev cînayetek e û divê ew endamên asayîşê yên ev cînayet kirine bêne darizandin. Eger wî xwe kuştibe, ji xwe asayîş bê sûc in. Anku bi her hal meseleya cînayetekê ye û ne meseleyeke siyasî ye. Min di çapemeniyê de daxuyaniyek bi navê malbata wî xwend, ji hin der û doran dixwestin ku kuştina kurê wan ji xwe re bi awayekî siyasî îstîsmar nekin. Lê, tiştê ku bû, hin der û doran Henan Hemdûş wekî şehîdê kurd û Kurdistanê ku bi destê PYD'ê hatiye kuştin nîşan dan û ew kuştin kişandin bazara siyasetê. 


Di derbarê rastiyê de

Di rewşeke wisa de, ku nîvê kurdan xwe desthilatdar dibînin û parastinê dikin û nîvê din jî ne wê desthilatdariyê nas dikin û wê parastinê jî wekî têkçûna xwe dibînin û di navbera herdu nîvan de jî rêya dadgeh û cihbicihkirina qanûnan tê windakirin. Di nav tevliheviyeke wiha de, li aliyekî hin kes hene xwe bêguneh, heta dawî sipî, dibînin û xerabiyan davêjin ser milê PYD'ê. Hinek jî hene PYD'ê heta dawî sipî û hemû xerabiyan davêjin ser milê aliyê din. Baweriya min ew e ku ne reşê tarî, ne jî sipiyê vekirî, rast in. Ji bo min rastî di navbera her du rengan de xwe nîşan dide, lê hetanî reng ji nav hev dernekevin, ne ji mafê tu kesî ye, ne firça boyaxa sipî, ne jî firça boyaxa reş di destê xwe de hilgire û rengê ew dixwaze li rastiyê bike. Rê bidin hev, bela her yek ji me rastiyê, wekî ew dibîne, bibêje. Divê em ji bîr nekin, ku di wê kêlîka ku em difikirin de, ku rastî di bêrîka me de ye, di wê kêlîkê de, dibe ku serê tayê rastiyê di destê yê din de be.

Dawî

Mijarên ku bibûn naveroka pirsan mijarin mezin, germ û piralî bûn, ji ber vê dibe ku pêdivî ji wiha bêhtir bi berfirehkirinê hebe. Lê heta ji min hat, min raman bi kurtayî li ber çavan raxistin. Wisa jî bawer dikim ku berfirehiya bersivan û bersiva gelek pirsên din jî ku hene, wê bi demê re ji ber xwe ve zelal bibin



Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019