Dîrok: Rezber 18, 2008, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 701
Birêz Ahmet Altan,
Ev helwesta we ya wêrek a li dijî çewtiyan û ronîkirina nîvrastiyan cihê rêzê ye, lê nizanim çima hûn herdem li pey nîvê rastiyê ne û hûn nîvê din, yê ku ji aliyê me ve baş tê dîtin, nabînin yan jî hûn dibînin, lê nabêjin.
Ez çima vê yekê dibêjim?
Di gera we ya li cihê rast de, hûn wî cihî li wir dibînin ew cihê ku “mirov li wê derê pîşeya xwe û pêdiviyên wê bi dirustî bi cih bîne.”
Ez jî, wekî nivîskarekî kurd, dixwazim li wî cihî bim û pirsa mirina zarokên me bikim?
Hûn bi hêrs berê xwe didin generalan û hesabê mirina zarokên xwe, eskerên xwe, ji wan dixwazin û ji wan dixwazin ku tedbîrên baş bigirin ku rê li ber mirina zarokên we bê girtin.
Pirsa min jî ev e:
- Em ê hesabê mirina zarokên xwe yên fedakar ji kê bixwazin gelo?
- Wê kî tedbîran ji bo parastina wan bistîne?
Hûn ji generalên xwe dixwazin ku şiyar bin û hêza xwe xurtir bikin, da ku wan ji çend şervanên kurd biparêzin. Pirsa mina din ev e:
- Gelo ji hevkariya îstîxbaratên bihêztirîn dewlet li dinyayê û piştgiriya Yekîtiya Ewropayê û ji balafirên Jet û F-16 û xezeba Helîkopteran, wê kî zarokên me biparêze û rê li ber mirina wan bigre?
Ew zarokên ku, li gor we, general ew teslîmê kuştinê kirine kî ne gelo û çima têne kuştin? Bingeha vê mirinê, çavkaniya wê li ku ye?, ne gereke mirov li wê çavkaniyê bigere û ji kokê de sedemên vê kuştinê çareser bike.
Tu çima hesabê xerakirin û şewitandina zêdeyî sê hezar gundan ji general napirsî?
Di wan gundan de, ma ne mirov hebûn, jiyan hebû, hêvî hebû, wisa jî kesên ku xewn didîtin hebûn. Ewên ku ew gund şewitandin û mal û milkên xelkê tar û mar kirin û di nîvê şevan de digirtin ser malan û bi çend guleyan bi hezarên mirovan kuştin, ne ew zarok bi xwe bûn, ewên ku tu ji general dixwazî tedbîran ji bo parastina wan bistîne. Ne ew in yên ku bi çekên giran û bi sedhezaran digirin ser şikeft û kozikên zarokên me li çiyê, ne ew bi xwe ne gelo? Ew qasî kuştina pazdeh mirovan bi we giran e, gelo kuştina bi sedên mirovan çima mûyekî ji serê we nahejîne, çima ku ew ne “eskerên” we ne?
Çapemeniya general bi xwe digot ku hivdeh ji wan û bîst û sisê ji aliyê din hatine kuştin.
Çima dê û xwişk û zarokên çavlirê yên wan kesên li aliyê din nayên bîra tu kesî?
Erê birêz Altan,
Ew ên din jî zarokên me ne û em bi kuştina wan dêşin û hêrs dibin. Dayikên wan, ne ji bo kuştinê ew mezin kirine, ne jî ji bo weke “terorîst” bêne binavkirin û kêfa xelkên li pey general bi mirina wan bê.
Çima em çavkaniya kuştinê ji bîr dikin?
Ew xort û keçên me yên ku li serê çiyayan dimirin, ew bi xwe ne, ew zarokên ku diçûn Dibistanên we û nikarîbûn bi zimanê dayika xwe bi mamosteyên xwe re biaxivin. Ew bi xwe ne ku her sibe mecbûr diman ku zimanê wan ji kokê de bê rakirin û ji çermê xwe derkevin û bi serê “bavê we” sond bixwin. Ew zarok bi xwe ne yên ev zêdeyî heştê salî ye siyaseta dewleta general ji bilî çûna çiyê tu rê li pêşiya wan vekirî nehiştiye. Yan divabû bibin (Tirkin baş) yan jî divabû bi zimanê ku general fêm dike pê re biaxivin.
Terciha wan jî ew bû. Lê dewletên ku general wan bi rê ve dibin afirînerên çavkaniyên
kuştinê ne. Çima em li rakirina sedemên mirinê nagerin? Gelo rakirina sedema mirina ciwanan, ji kokê de, ne çêtir e ji rêgirtina li ber kuştina pazdeh eskeran?
Birêz Altan, hûn çima li sitendina tedbîrên wiha ku mirinê bi temamî rawestîne ji general naxwazin?
Eger tedbîran li Aktutunê (Bezelê) bistînin, dibe ku esker li wir nema bêne kuştin, lê gelek deverên din hene ku, ew tedbîrên hûn dixwazin bêne girtin, tu carî nikarin rê li ber kuştinên nû bigrin?
Birêz Altan,
Ez ne alîgirê şer im û ji kuştina mirovan jî nefret dikim.
Ez jî ji welatekî têm ku generalek mîna vî generalê we bi derbeyeke leşkerî hate ser desthilatdariyê û sîh salî ew welat bi rê ve bir, ew mir, niha jî kurê wî li ser kursiyê wî rûniştiye.
Kî bîra mirov ji welatekî be, ku binavkirina wî welatî Tabu be, qedexe û gunehkarî be. Em vê meselê deynin aliyekî.
Ez jî ji welatekî, mîna welatê we ku general lê desthilatdar in, têm.
Rojekê, ne generalekî û ne jî eskerekî, nivîskarekî wî welatî bi destê min girt û bi tehdîd got: “Binêr, heta vir û bes. Kurdistan mirdistan di hundirê sînorê vî welatî de tune ye. Dibe li Tirkiyê hebe, dibe li Iraq û Îranê hebe, lê li vir..!” û tiliya xwe hejand. Ji wê rojê de min nas kir ku ew welat êdî ji nivîskarekî ku dixwaze “li cihê rast be” re nabe. Ji wê rojê de min ew welat terk kiriye, ji ber herdem min xwestiye ez “li cihê rast bim” ew ê ku hûn qal dikin. Îca nivîskarekî mîna we jî, mêraniyeke mezin dike gava ku li hember generalan li nîvê rastiyê xwedî derdikeve. Lê xwedîderketina li rastiyê bi temamî mirov bêhtir danayne cihê rast gelo?. Gava min nivîsa te xwend, min ji xwe re got ku ev welat “Tirkiye“ hîna nîv xêr tê de heye. Lê gava ku hûn li rastiyê bi tevayî, ango hûn li rastiya li aliyê me jî xwedî derkevin, wê çaxê mirov dikare bibêje ku ev welat hîna bi saya serê nivîskar û rojnamegerên xwe yên li cihê rast sekinîne, bi xêr e.
* http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=335
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019