Dîrok: Rezber 8, 2010, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 759
Festîvala wêjeya kurdî di her du rojên 2 û 3’yê kewçêra 2010’an de li Berlînê hate lidarxistin. Mala komîta amadekar ava be ku ez jî vexwendibûm vê festîvalê, da ku ez dîtinên xwe yên li ser romana kurdî bînim zimên. Ez ji Wuppertalê çûm û Hesen Îrandost ji Munsterê ku riya çûn û hatina me zêdeyî hezar kîlometrî ji Berlînê dûr bû.
Berî her tiştî, di vê çalakiyê de navên mezin balê dikşînin, Festîval, wêje, Berlin û bi dehan navên dezgehên ku beşdarî di amadebûna vê “festîvalê” de kiribûn, yên mîna Enstîtuya Kurdî li Almanya, Awadanî, Navenda Kurd, Bûn, Weşanên Han û KNK Komîta Çand û Ziman.
Her wisa piştgir jî hebûn, ji wan Deutsch – Mesopotamische Bildungszentrum Sozk e.V. Hînbûn, komela jinên kurd li Tarawge, Mitosfilm, komela braderani Kerkuk.
Ji bilî amadekar û piştgiran, dora şeş “sponsor”an jî hebûn ku navên Logoyên wan, wekî “Reklam” li jêra programê festîvalê hatibûn çapkirin.
Roja yekem û saeta yekem ji Festîvalê:
Diviya bû festîval saet dehê sibê de bihata dest pê kirin. Heta saet deh û nîv jî, ji bilî çend endamên komîteya amadekar û me her duyên ku ji hezar kîlometrî dûr hatibûn û ji nav 50 000 Kurdên ku li Berlînê dijîn, hejmara kesên ku amade bûn ji hejmara navên dezgeh û sazî û sponsorên ku navên wan bi programê re hatibûn çapkirin, kêmtir bû.
Bi vî awayî, hemû programa rojê bi kêmanî saetekê dereng dest pê kir. Tenê beşdaran xwarin di dema xwe de, saet:14:00, bê derengî û bi awayekî aktîv û bi kêfxweşî, xwarin. Sedem jî ew bû, da ku xwarin sar nebe.
- Beşdarekî festîvalê, di guhê min de, sedema vê yekê vegerand pirbûna beşdarbûna kurdên Başûr û bi taybetî yên herêma Behdînan, ji ber ku zêdeyî kesekî di komîta amadekar de ji wê herêmê dihatin.
- Yekî din jî sedem vegerand dema Sedam û birçîbûna wê demê ku heta niha kurdên Başûr di bin tirsa birçîbûna wê demê de mane. Ji ber vê, dema di programê de behsa dema xwarinê bû, salon vala bû û her kesî ber bi cihê xwarinê ve da rê.
- Di rûniştina çîrokxwendinê de, çar çîroknivîsan çîrokên xwe xwendin, moderatora civatê nedihişt kesek zêdeyî 15 deqeyan bixwîne. Dema dor giha wê, di nîv saetê de nîv çîrok xwend.
- Semînerdarê ku li ser wêjeya zarokên kurd axivî, behsa girîngiya wêjeya bi zimanê kurdî dikir. Bi dengekî nizim, beşdarekî ku cîranê wî bû, ji min re got; ku zarokên wî bixwe, yê ku semînerê dide, nizanin bi kurdî bixwînin û li malê bi almanî bi hev re diaxivin. Demeke kin derbas bû, yê semînerdar dest pê kir û helbestên zarokan bi zimanê almanî ji mêrên kurdên navsere re xwendin.
Roja duyem û ya dawî ji festîvalê:
Piştî qedandina roja yekem, endamekî komîteya amadekar, hemû beşdar vexwendin resturanta birayê xwe. Gumana min ew bû ku, komîteya amadekar bi birayê endamekî xwe re lihevkirine û ev şev, mîna piraniya festîval û mîhrecanan, organîze kirine.
Ez û heft dostên min ên kevin ku ji Amûdê ne û li Berlînê dijîn, em derengê şevê, derbasî resturantê bûn. Hejmara kesên ku li wir civiyabûn, bi bîra û xwarin û vexwarinên cuda re mijûl bûn, bi ser pêncî ketibû. Di nav vê tofana mêrên kurd de, ku hemûyan, ez jî di nav de, jinên xwe û qîzên xwe li malê hiştibûn, tenê jinek hebû. Mirov têre derdixist ku ew jî bi wê beşdarbûna xwe ya “wêjeyî” poşman bûye.
Dawiya şevê, endamên komîteya amadekar çûn, mazûvan û mêvan hemû çûn, gava ku me jî xwest em herin, birayê endamê komîteya amadekar hesab ji me xwest.
Min nû naskir, ku endamê komîteya amadekar çima em vexwendî vê şeva xwarin û vexwarinê kiribûn.
Yê herî pir, fêde ji “festîvala wêjeya kurdî” kir xwediyê vê resturantê bû. Li riya vegerê dostekî min ê amûdî got:
- Yaho resturanta birayê min jî heye. Saleke din ez ê “festîvala wêjeya kurdî li Berlînê” çêbikim, hema ji niha de hûn vexwendî ne ha, mamoste.
Li ser romana kurdî gotûbêjên germ çêbûn. Beşdaran qirik ji hev kirin. Lê, di wan her du rojan de, ez bawer nakim ku du romanên kurdî, yên min jî di nav de, hatibin firotin.
Bûyereke şexsî:
Berî vegera me bi du saetan, du “wêjehez”ên behdînî, ji bo ez romana xwe “Masî tî dibin“ ji wan re îmze bikin hatin cem min. Min bi kêfxweşî îmze kir û ji min pirsîn:
- Ka, em pereyên buhayê wê, bidin kê?
Min navê xortê firoşker “Kamîran” ji wan re got û çûn. Dema bû dema vegerê, ez çûm cem “Kamîran” û min daneyên romanê yên ku hebûn xistin çente, Kamîran ji min re got:
- Du dane ji romana te hatin firotin, lê wan ji min re got; ku ew ê pereyên buhayê wê bidin te.
Wisa min naskir ku, ji min re gotine; em ê bidin Kamîran û ji Kamîran re jî gotine; em ê bidin yê nivîskar. Bi vî awayî her du wêjevanên kurd çalakiya xwe ya “kurdewarî” pêk anîn.
Li wan helal be!
SOSRETA DAWÎ
Hîna program berdewam bû, em yên ku ji dûr hatibûn, me amadeyiyên vegerê dikirin. Ji bo wê jî, diviyabû komîteya amadekar kiriya rê bida beşdarên mîna me. Gava min dît ji ber xwe ve deng ji xwe naynin, min ji endamekî komîteyê xwest, wî ez şandim cem yê din. Gava ez çûm cem yê din, min dît nîqaşeke germ di navbera wî û helbestvanekî beşdar de destpêkiriye. “Wochenendeticket” anku bilêta wî ya erzan ya dawiya heftê pêre ye û dike qerebalix. Endamê komîteya amadekar ji helbestvanê kurd ê beşdar re doza alîkariyê dikir û sond dixwar ku sponsoran pere nedane û ew hatine xapandin û bi hewceyî alîkariya beşdaran in, da ku doza kirêya rê ya xwe nekin, yan jî doza nîvê mesrefê bikin. Di encama dan û stendinên germ de, helbestvanê kurd 5 Euro avêtin ser endamê komîteya amadekar û bi xeyd rahişt buhayê “nîv bilêtê” û çû.
Li pey wî, diviya bû ez jî pê re bazarê bikim û hinekî be jî karasata ku sponsorên wan anîne serê wan sivik bikim.
Ev sponsor kî ne, ku pere nedan komîteya amadekar û komîteyê jî ev bazara bêast bi beşdaran re kir?
Di daxuyaniya komîteya amadekar de, ez li benda bersiva vê pirsê bûm. Lê di daxuyaniyê de qet behsa vê yekê nebû:
“Daxuyaniya Komîteya Amadekar:
Festîvala Wêjaya Kurdî li Berlîn bi serkeftî derbas bû...
Bi vê festîvalê re hatiye sehkirin ku gelê Kurd yê li Berlîn pêdiviya bizaveke wisa girîng û bi nirx heye. Li gel hin kêmasiyan, em ji bo tevlîbûna xwendevanên kurd ya bi dilsozî û xurtî ya vê festîvalê û her wisa ked û xebatên nivîskarên kurd, şanaziya xwe dixwazin diyar bikin. Her wisa ev ezmûna han bi me ferz dike ku divê ev festîval bi carekê ve dawî neyê û her sal wekî kevneşopiyeke çandî li Berlîn bihête lidarxistin û bizaveke berfirehtir û dewlemendtir bihête pêkanîn.”
Pirseke eşkere:
BERÎ KU KOMÎTA AMADEKAR BEHSA “PÊDÝVÝYÊ GELÊ KURD” BÝKE, DÝVÊ EW BEHSA “PÊDÝVÝYÊN” XWE BÝKE, WEKÎ KOMÎTA AMADEKAR YA “FESTÎVALA WÊJEYA KURDΔ.
Dibe ku pêdiviya sereke ya her kesê ku bixwaze çalakiyekê bi navê wêjeya kurdî dirust bike, rêzgirtina li hember wêjeyê û li hember kedkarên wê be.
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019