Kobanî li ber neynikan

Dîrok: 6, 2014, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 950

Kobanî li ber neynikan

Li ber neynika Ewropayê

Ev demeke ku çapemeniya cîhanê bi tevayî û ya Ewropayê bi taybetî rojane nûçeyan li ser Kobanî diweşîne. Di demeke kin de, bi bilindbûna asta berxwedana parazvanên bajêr ji hêzên YPG û YPJ re û bi piştgiriya êrîşên ezmanî yên hêzên hevbendiya navneteweyî bi birêveberiya Amerîkayê re, ev bajar bû navdartirîn bajarê kurdan li cîhanê û bû sembola berxwedana azadîxwazan ya li dijî terora hêzên reşayîparêz û dijminên jiyanê. Ev dîmenê ku li hember "raya giştî" ya cîhanê hate ragihandin, ne ji nişkê ve û bê bingeh hate holê. Li Ewropayê bi berfirehî behsa dîmenên recimkirin, kuştin û serjêkirina jinên ku di bin desthilatdariya DAIÞ’ê de ne dihate kirin. Pê ve girêdayî ew wêneyê kevin "teqlîdî" yê jina ereb û ya misilman, ku di serê her ewropayiyekî de hebû dihate vejandin. Jina ku di bin destê mêr de ye, nikare bêyî serê xwe bigre û porê xwe veşêre, derkeve derve. Wisa jî li malê mîna koleya karê rojane yê çêkirina xwarinê, xwedîkirina zarokan û alaveke bihevşabûnê li ser textê razanê tê bikaranîn. Wêneyê giştî yê jina kurd jî ku di nav civakên ewropayî de gelekî belavbûyî ye ew jina ku ji bo "kuştinên ji bo namûsê" bûye qurban. Anku kurd miletekî wiha ne ku keçikên xwe, jinên xwe, ji bo "meseleyên namûsê" dikujin. Nimûneyên bi vî rengî jî li Swêdê, Almanyayê û Birîtanyayê bi dehan in. Di vê çarçovê de, ji bo rojnamegerên "rojavayî" balkêştirîn xal di berxwedana şervanên kurd ya li hember hêzên tudrew û çekdarên îslamî de beşdariya keç û jinên kurd di vî şerê çekdarî de ye. Bi vî awayî ji sedî nod ji raporên rojnamegerên ewropayî ku di televîzyonan û rojnameyan de dihatin weşandin li ser rola YPJ bû bêhtir ji rola YPG’ê. Bi dehan dekomentar, raport û reportaj bi zimanên cuda di çapemeniya Ewropayê de li ser van keçikên kurd yên ciwan û modern ku li hember bihêztirîn rêxistina terorîst di cîhanê de şer dikin, hatin weşandin. Vê yekê zemîneke pir baş ji bo germayiya piştgiriya berxwedana Kobanî li seranserê cîhanê anî holê. Bi dorpêçkirina Kobanî ya ji sê aliyan ve ku DAIÞ’ê pêk anîbû, wisa jî ji aliyê çaran ve dewleta tirk tangên xwe rêzkiribûn, ji bilî aliyê leşkerî yê mijarê, aliyên wê yên siyasî, insanî, civakî û exlaqî jî xwe dan pêş. Vê rewşê wêneyê jina kurd bi taybetî û yê miletê kurd bi giştî li Ewropayê ji binî ve serobinoyî hev kir. Ji niha û pê de, eger kurdên Ewropayê bi zanebûn li ser vê babetê bixebitin wê karibin hem ji bo doza xwe ya neteweyî û hem ji bo siberoja xwe ya siyasî û civakî dostên pir giring li seranserê cîhanê qezenc bikin.

Hin çavdêriyên min

Ev nêzîkî pazdeh salan e ku ez li mezintirîn welatê Ewropayê, li Almanyayê, dijîm. Di van salan de beşdarî bi dehan meş û çalakiyên kurdan bûme. Ev cara yekê ye dibînim, di meş û çalakiyên ji bo Kobaniyê de, ku ew qas piştgirî, dilgermî û beşdarî jî ji hêla miletên ewropayî ve ji bo kurdan, dibin. Li Almanyayê bi dehan komên alman ku piraniya wan bi ser çepgir û keskan ve bûn tevlî meşan dibûn û ji Kobaniyê re distiran. Li Brukselê dilxweşî û piştgiriya xelkên belçîkî yên di kolanên derûdora avahiya komîsyona Yekîtiya Ewropayê de dimeşiyan gelekî bala min kişand. Dihatin destê xwe ji me re bilind dikirin, hinek bi me re diqîriyan, yan jî nivîsên ku me belav dikirin bi baldarî dibirin, wêne dikişandin û diçûn. Diyar bû hem ji meselê agahdarin û hem jî ji dil dixwazin ku welatê wan ji bo Kobanî bêdeng nemîne û tiştekî bike.

Li paş neynikê

Wekî ku ked û xwêdan û xwîn û êşa keç û xortên kurd ji her çar aliyên Kurdistanê dikarîbûn wêneyê kurdan di çapemeniya cîhanê de biguherin, wisa jî dikarîbûn kes, alî, rêxistin, dezgeh, dost û dijminên herêmî û navxweyî jî bajon ber deriyê ezmûneke eşkere. Bi awayekî wisa hişt ku em, hem wekî kes û hem wekî milet, xwe û têkiliyên xwe bi der û dorên xwe re, di bin çavan re derbas bikin. Her çendî ku nîşanên serkeftina vî bajarî ji niha ve bi temamî xuya nakin, lê dîsa jî ev cara yekê ye ku ava kurdan û ava mezintirîn hêz û dewletên cîhanê yên bi bandor di yek cihokê re diherike. Ev jî derfeteke mezin e ku kurd di deriyê Kobaniyê re vegerin meydana dîrokê û mîna miletekî azad û xwedî rûmet derbasî qada jiyanê bibin. Ji bo kurd karibin vê derfetê bikarbînin pêdivî bi hilgirtina neynikan heye. Divê, berî her tiştî, kurdên ku bi dehên salan e li paş neynikê ne û newêrin li rûyê xwe binêrin û ji rahiştina neynikan ditirsin, xwe û siyasetên xwe û felsefe û mentelîteya xwe, biguherin. Roj hatiye ku kurd li ber neynikê bisekinin û vê pirsa bingehîn ji xwe bikin; gelo heta niha em çawa bûn û ji niha pê de divê em çawa bin? Di gera li bersiva vê pirsê de, hemû hûrgiliyên xweşikbûnê veşartîne. 

................................

Ev nivîs di kovara "Bûyer" -hejmar 6- de, ku li Qamişlo derdikeve, belav bû ye.

 



Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

20, 2014

’Li ser riya Mehmed Uzun tenê ez heme’

Helîm YûsivDi hevpeyvîneke xwe ya bi kovara “Deus ex Maçina” a Belcîkî re, nivîskarê kurd Firat Cewerî, xwe û nivîskarên   

15, 2008

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

27, 2019