Komedya xelatên wêjeyî li cem kurdan

Dîrok: Adar 19, 2014, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 695

Komedya xelatên wêjeyî li cem kurdan

Di vê dema dawiyê de nûçe li pey nûçeyê hate weşandin, mijar jî her ew bû; xelatên wêjeyî. Li Rojava Fewaz Evdî xelata Rezo Osê wergirt. Konê Reş xelata Cegerxwîn wergirt. Ferhadê Içmo jî xelata Cegerxwîn di heman salê û heman demê de wergirt. Ji Bakur jî Ronayî Onan xelata Feqî Sagnic ji Enstîtuya kurdî li Stenbolê wergirt. Bê guman ev hemû navên derbasbûyî hêjayî gelek xelatanin û xwedî kedeke berbiçavin, lê dema mirov li awayê xelatkirinê û nirxê wê xelatê dinere, mirov xwe di atmosfereke trajekomedî de dibîne. Aliyê trajedî yê meselê ew e, ku hem nivîskarê/a xelatwergir û hem jî dezgeha ku xelatê dide di rewşeke aborî ya pir xerab de ne. Bi vî awayî xelat ji destê dezgeheke feqîr, perîşan û hejar ku nikare halê endamên xwe bi hal bike, diçe destê nivîskarekî feqîrtir, perîşan û belengaztir, ku mijûliya bi nivîsandinê ji bilî serêşandin û feqîriyê tiştekî nade wî. Xelatkirin wisa lê tê ku mirov dibêje qey cîranekî feqîr li ber dilê cîranekî ji xwe feqîrtir û belengaztir dide, dilê wî bi çend gotinên bi vî rengî xweş dike: "Li qisûra min nenêre cîran; tiştê ji dest min tê ev e." Aliyê komedî jî ji meselê xwe di wê yekê de dide der gava hem nivîskar û hem jî dezgeha ku xelatê dide dilê xwe bi nirxên manewî û sembolîk yê xelatê xweş dikin û vî aliyî bilind û giranbuha dinirxînin; tev ku pereyên ku li xelatê têne xerckirin têra kirîna solekê nakin. Heman dîmen li mihrecan û festîvalên wêjeyî li Dihokê û Silêmaniyê jî dubare dibin, gava kertoneke çargoşe û xweşik ku bi çend dînarên iraqî hatiye kirîn wekî xelatkirin û rûmetdayînê ji nivîskaran re tê pêşkêşkirin. Ev demeke ku li rojavayê Kurdistanê dezgeh û rêxistinên ku di bin navê nivîskar û rojnamegeran de kar dikin ketine pêşbaziyeke ecêb ji bo belavkirina xelatên wêjeyî. Her xelat jî bi awayekî salane û bi navê nivîskarekî mirî tê dayîn. Wekî mînak, rêxistina bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê di daxuyaniyeke xwe ya ku mîna fermanekê ye, di 10.03.2014'an de belavkiriye, hem xwe wekî nûnerê bi tenê yê hemû nivîskaran nîşan dide û ji ber wê jî ku mafê dana xelatên bi navên van nivîskaran hemûyan tenê yê wan e û nabe kesekî din vî mafî ji dest wan bigre. Deh xelatên salane yên deh nivîskaran hejmartine, ku ewê her sal bidin. Nivîskarên binavkirî ev in: Cegerxîn, Osman Sebrî, Mele Ehmedê Namî, Mişel Temo, Mele Nûrî Hesarî, Mele Palo, Rizo Osê, Nûredîn Zaza, Qedrî can û Seydayê Tîrêj. Bê guman, rêxistineke wiha ku dixwaze xelatan (bilcumlê) belav bike, ji ber ku ew xelat ji hêla aborî ve, erzan in û bê qîmet in. Di baweriya min de, ev diyardeya xelatên wêjeyî yên belaş û erzan rê li ber bêhurmetiyeke mezin ji bo wêjeya kurdî û navên ku kedeke mezin dane wê wêjeyê, vedike. Her wisa wateya xelata wêjeyê ji naveroka wê vala dike û dike (karê zarokan), ku her kes dikare bi malbata nivîskarekî mirî re li hev bike û xelateke wisa erzan bi navê wî her sal belav bike. Piraniya malbatên van nivîskarên ku niha ne li jiyanê ne jî vê yekê bi dilekî paqij û bi nêteke baş dipejirînin, lê ew bixwe zirareke mezine ji bo wêjeya kurdî û ji bo wan navên kedkar yên wê wêjeyê. Ji hêla xwe ve, ez ji hemû nivîskar û kedkarên qada wêjeya kurdî hêvî dikim ku li hember vê diyardeya trajekomedî derkevin û dawî li vê komedya ku giriyê merivan tîne, bînin.

**

Ev nivîs di rojnameya kurdistana nû de, li Silêmaniyê, bi zaravayê kurmanciya jêrîn di 18.03.2014 de belav bûye.



Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019