Kurd û xelatên belaş

Dîrok: Hêzîran 1, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 655

Kurd û xelatên belaş

 

Ez bawer dikim ku bingeha peyva belaş erebî ye û ji bîla - bê û şey – tişt, pêk tê. Ango ne tişt, bê pere.
Di van salan de, her ji demekê, di konfirans û şahî û civatên kurdan de hema xelat têne belav kirin.
Ew xelat her ji çend salan têne dan, kî wan kesên hêjayî xelatê hildibijêre, mesele çi ye, pîvan çi ne, kes nizane, lê her kes dizane ku êdî dilxweşkirineke bê pere û erzan e û hema her dezgehek an derdorek dide zilam, dost, peye, xal û xwarziyê xwe. Yê xelatê jî hildigre di bin simbêlan re dikene û dizane ku mesrefa wê kaxetê û nivîsa çarçovekirî kêmî buhayê cixareya rojekê ne. Tiştê balkêş jî ew e ku vê dawiyê ez bûm şahidê belavkirina bi dehan xelatên bi vî rengî ku bê ser û ber belav dibin. Hetanî komîta amadekara belavkirina xelatan, xelatên mayî li xwe par kirin û bi vî rengî, hem beşdar û hem komîta amadekar bûn xwediyên xelatan.
Hinek ji van xelatên wisa radihêjin navên mezin yên wêjevanên kurd jî. Bi vî awayî ev kesên xelatbelavker gunehê xwe duqat dikin. Carekê, bêrêzî ji yê xelatgir re ye û cara din jî bêrêzî ji wê kesayetiya mezin a ku xelat bi navê wî ye. Di baweriya min de, ev diyardeya belavkirina xelatên bê nirx û pîvan û bê pere divê bê rawestandin û çareyeke bi lez jê re bê dîtin.
Eger behane bibe tunebûna îmkanên aborî yên van dezgeh û derdoran, wê çaxê her kes dikare xwe di pişt vê behaneyê de veşêre û hema xelatan belav bike. Piştî demekê wê her konferans, her şahî û her civîn wê bi belavkirina xelatan bi dawî bibe û wê tu wate ji xelatdayînê re nemîne. Mirov dikare tenê balê bikişîne ser mînaka herî dawî, hûn dikarin li navên xelatgirên konfiransa zimanê kurdî li Berlînê, binêrin. Ev mînakeke ji dehên mînakan e.
Bi rastî xelatdayîna bi vî rengî hiştiye ku mirov nema karibe qala dirustkirina xelatên bi nirx û bi sûd jî bike.
Eger em xelata Nobelê deynin aliyekî, sazkirina xelatin bi nirx  dikarin roleke mezin di pêşxistina wêjeya her miletî de bilîzin. Rola xelata Goncourt li Fransayê ku ji sala 1903'yan de tê dayîn û xelata Booker ya romanê ku ji sala 1969'an de, li Birîtanyayê tê dayîn, berbiçav e. Eger ji bo wêjeya Ewropayî carekê baş û bi sûd be, ji bo wêjeya kurdî baştir û bisûdtir e. Tunebûna pereyan di xelatê de, wê xelatê bê wate û pûç dike. Sedemên vê yekê jî pir in. Ji lew re, xelatên kurdan an divê bibin bi pere jî yan jî divê dest ji van xelatên belaş û pûç berdin.
Pêwîstiya me bi xelatên salane ji bo wêjeya kurdî heye. Wekî mînak xelata romanê, yan jî xelata baştirîn pirtûka kurdî ya salê û her wisa.
Ezê careke din nîv mîlyon dolarê ku li festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê, di du rojan de, hate xerckirin bi bîr bînim. Bi van pereyan problemên xelatên ji bo wêjeya kurdî yên deh salan dihatin çareser kirin. Dibû ku wêjeya kurdî ji qonaxekê ber bi qonaxeke din de biçe. 
Bi dehan dezgeh û derdorên kurdan çalakî û civat û komcivînên bê encam û bê sûd çêdikin, lê nizanim çima nayê bîra kesekî ku ji bo wêjeya kurdî jî xelatên layiqî wê bêne sazkirin, xelatin karibin hêjayî vê wêjeya bi nirx bin. Wêjeya ku qeyd û bendên qedexekirin û zorê şikenandin û bi serhişkî rûmeta xwe diparêze û roj bi roj, di nav dilê êgir de, geş dibe.

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019