Kurdistana wêjeyî

Dîrok: Sermawêz 1, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 722

Kurdistana wêjeyî

Her ku qala welatê kurdan dibe, yekser peyva çar parçe pê re tê gotin. Eger bi rastî ji hêla cografîk ve Kurdistan bûbe çar parçe, gelo ku mirov di çarçoveya wêjeyê re li vî welatî binêre wê çend parçe bêne bîra mirov?
Ka em bi hev re hinekî li dîmena Kurdistana wêjeyî binêrin û ji xwe bipirsin:
- Gelo Kurdistan çar parçe ye yan çil parçe ye?
Em ê destpêkê li du parçeyên sereke rast bên ku ji her du alfabêyên latînî û erebî pêk tên. Hemû soranîaxêv ji bo xwe alfabêya erebî mîna alfabeyeke pîroz dibînin. Ji bo ku fitwa bikaranîna heta hetayê ji xwe re derxînin, van tîpan wekî tîpên aramî bi nav dikin.
Dema mirov ji nêzîkayî bi wêjevanên vî parçeyî re têkeve têkiliyê, mirov bi hesanî dibîne ku çi li Rojhilat be, çi li Başûr be, haya van nivîskar û wêjevanan ne ji kurmancî heye û ne jî ji kesekî ji nivîskarên kurmanc nas dikin û ne jî tu berhemên kurmancî kirine soranî û xwendine. Wisa jî tu xwesteka naskirin û danasîna berhemên kurmancî jî li ba wan tune ye.
Gava ku pirsa wêjeya kurdî ji wan dibe, hemû nivîskar û berhemên wêjeyî ku têne bîra wan soran in û berhemên soranî ne.
Balkêş e ku qedir û qîmeteke mezin didin wan nivîskarên kurmanc ku bi zimanê biyanî dinîvisînin û hatine naskirin. Mîna Yaşar Kemal yan jî Selîm Berekat. Gava qala nivîskarên kurd û ne soran bibe van navan didin pêş. Wekî ku wêjeyek bi kurmancî tê nivîsandin tune be.
Li aliyê din, kambaxî hinekî kêmtir e, lê ji ber cihêrengiya alfabeyê û cudayiya zaravayan, qala wêjevanên soran dibe, lê berhemên wan kêm têne xwendin. Dîsa jî hewildanên kurmancîaxêvan ji bo wergerandin û tîpguhêziya ji soranî ji bo kurmancî bi gelekî ji yên aliyê din çêtir e û hebûna wan nayê înkarkirin. Lê, dîsa jî gava qala wêjeya kurdî dibe, bêhtir nivîskar û berhemên kurmancî têne bîra wêjevanên kurmanc.
Ev du parçeyên sereke ne.
Di hundir alfabeya erebî de, îca kambaxiya rewşa wêjeya Behdînan tê holê, ku li cem soranan, ji ber zaravayekî din e, nayê xwendin û li cem kurmancan, ji ber ku alfabeyeke din e, nayê xwendin. 
Balkêş e ku di çend pirtûkên lêkolîn û rexneyan de ku li wir hatine weşandin, her dem qala romana Behdînan û çîroka Behdînan û helbesta Behdînan dibe. Heta niha yek lêkolîn neketiye destê min ku di çarçoveya wêjeya kurdî de wêjeya wê deverê hatibe nirxandin. Wekî silogan wisa tê gotin, lê di şîroveyên wan de tenê nirxandina berhemên wê herêmê tê kirin.
Em hinekî din li dîmenê wêjeya kurdî binêrin wê rewşa zazakî jî, wisa bê holê ku ew li cezîreyeke din in, ne haya kesî ji wêjeya bi vî zaravayî heye û ne jî ji Hewramî û wisa zaravayên din jî.
Eger em hinekî din kûr biçin û li parçeyên ku di hundir wan alfabe û zaravayan de pêk hatine, hûr bibin, wê bawerî bi me re kûrtir bibe ku  wêjeya me ne wêjeya miletekî ye ku welatê wî di nav çar dewletan de hatiye parçekirin, belê wêjeya miletekî ye ku li ser zêdeyî çil parçeyî hatiye parvekirin.
Ji bo ez dirêj nekim, ez ê tenê çanda partîtî û parçebûna li ser bingeha  rêxistinan bi bîr bînim. Her rêxistinek di derdorekê de hatiye bisînorkirin, wêje û wêjevan jî di hundirê wan sînor û parçeyan de, çi bi dilê xwe û çi bê dilê xwe, asê mane û her derdorek ji xwe re "stiranên bi kêfa xwe" distirê, bêyî ku wêje û wêjevanên derdoreke din bibînin yan jî nirxekî bidin wan.
Bê guman, mînakên awarte jî hene, lê çima ev rewşenbîr û nivîskarên ku van rastiyên ku me gotin nabêjin û li xwe û li me mikur nayên ku êşa me giran e heta wê radeya ku mirov dajo ber pirseke wiha:
- Gelo mirov dikare bêje kurd yek milet in?
Ez ê li xwe mikur bêm ku di çûna mîna başûrê Kurdistanê de, her wisa her ku festîvala Gelawêj a salane li Silêmaniyê çê dibe, ev pirsa giran xwe davêje ber çavên min.
Ev pirsa giran ji encama serbore, tecrube û berhema raman û mejî ye, lê dil tiştekî din dixwaze. Dil dixwest ku ewşa wêjeya kurdî yekbûna miletê kurd û yekbûna xaka Kurdistanê ku bi destên biyaniyan hatiye parçekirin, bide çespandin (selmandin).
 
helimyusiv@hotmail.com


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019