Li Amûdê tiştên ku min nedixwest ez wan bibînim

Dîrok: Rêbendan 5, 2016, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 814

Li Amûdê tiştên ku min nedixwest ez wan bibînim

-Rewşa siyasî û civakî ya Amûdê-


Xelek-5

Roja yekem ez gihîştim Amûdê û piştî serdana mezel, min xwest ez bi tenê lê bigerim û bibînim bê çi guhertin lê çêbûne. Yekem tiştê bala min kişand ew bû, ku di van pazdeh salan de pir ava bûye û ji cem mala me li ser riya Qamişlo û heta navenda bajêr valayî nemaye. Xemilandina kolanan bi rengên kurdî û bi wêneyên şehîdan hestiyariyeke mezin bi  min re çêkiribû û nizanim çima ji hemû şehîdan bêhtir hevalê min ê zarotiyê û ciwaniyê Melek Þêx Bekir dihat bîra min. Min dixwest wan kêlîkan ew jî bi min re ba. Ne tenê guhertin, lê belê tevlihevî jî gelek di kolanên bajêr de hebû. Cihên dezgeh û saziyên girêdayî rejîmê, ji cihên îstîxbaratan bigre, hetanî bi cihê rêveberê navçê – mudîrê nahiyê – yê ku herdem efserekî artêşa rêjîmê bû, hetanî bi cîgehê partiya Baas hemû bibûn cihên dezgehên girêdayî rêveberiya xweser ku li “Navenda Çanda Erebî” bi temamî bi cih bibû. Amûdê wekî paytext û navenda birêveberiyê jî li wir hatibû bicihkirin. Li kolanan ez li çend kesên ku hevtemenên min in rast hatim. Li gor pêla koçberiyê ya ku hemû Rojava dabû ber xwe, dîsa jî gelek dost, heval û hevtemenên min li wê derê mabûn û bi dîtina wan kêfxweş bûm. Ev aliyekî meselê bû, lê li aliyê din jî ez dixwazim behsa hin aliyên neyênî bikim, behsa wan tiştan bikim ewên ku min nedixwest wan bibînim û min ew dîtin. Ji wan vane çend têbînî û rexneyên min:

Ala kurdî

Dilê min hebû ku ez ala kurdî ya ku niha bi şaşîtî wekî “Ala PDK’ê” tê binavkirin li kêleka alên kurdî yên din bilind bibînim. Wisa jî birêveberiya Rojava ew al wekî ala xwe ya neteweyî bibîne, ji ber ku ev rastiyeke dîroka me ye û rê li ber van nakokiyên ku di navbera partî û aliyan de derdikevin bihata girtin. Ji bo ev têbîniya min baş bê fêmkirin, yê ku bixwaze dikare vegere gotara min a ku bi taybetî min li ser vê mijarê nivîsandiye. (Linka wê ev e: http://diyarname.com/article.php?Idx=931 )

Tunebûna ciwanan li kolanan

Tiştekî gelekî berbiçav bû, ku li her deverê yan jin yan jî mêrên navsalî û di ser çilî re dihatin dîtin. Ne tenê li dezgeh û kargehan, wisa li sikak û kolanan jî. Li her devera ku me pirsa rewşa wan dikir û bi taybetî ji hêla keç û jinan ve dihat gotin, ku êdî xort di nav civata me de nemane. Beşekî mezin ji wan koçber bûye û ber bi Ewropayê ve çûye. Beşek jî di nav refên YPG’ê de cih girtine û yên mayî jî bi zorê ji bo leşkeriya neçarî –tecnîd icbarî- tên şandin. Ez li mala hin dostan li xortinan rast hatim ku nedixwestin derkevin Ewropayê û terka welatê xwe bikin, lê di heman demê de nedixwestin herin leşkeriya neçarî jî. Bi vî awayî neçar diman ku li malê bimînin, da ku li ser haciz an nuqteyên kontrolê yên asayîşan neyên girtin û ji bo leşkeriyê neyên şandin. Ji ber vê, diyar bû ku qanûna leşkeriya neçarî hem bûbû sedema pêkanîna vê rewşê û hem jî bûbû sedema ku hin malbat zarokên xwe li şûna leşkeriyê bişînin Ewropayê. Ev ne cara yekê ye ku dibêjim, êdî ev qanûn divê bi vî rengê xwe di bin çavan re bê derbaskirin û bê sererastkirin.

• Li Amûdê hîn jî birînên roja reş nehatine dermankirin

Mebesta min bi roja reş roja 27.06.2013 ye. Di vê rojê de û di encama bûyerên ku li Amûdê qewimîn de, ji xelkên Amûdê şeş kes (Arasê Bengo, Eliyê Rindê, Seed Seyda, Berzanî Qerno, Nadir Xelo, Þêxmûs Hesen) bi guleyên asayîşan an yên bi ser YPG’ê ve şehîd ketin û ji aliyê din Sebrî Gulo şehîd ketibû. Vê bûyerê birînên mezin di gewdeyê bajarê Amûdê de vekiribû. Wisa jî ji ber ku xelkên Amûdê hemû hev nas dike vê bûyerê siya xwe ya giran avêtibû ser têkiliyên civakî û siyasî di navbera hemû xelkên bajêr de. Vaye zêdeyî du salan di ser bûyerê re derbas bûye, lê hîna jî ev alozî nehatiye çareserkirin. Di êvareke xemgîn de ji êvarên ku min li Amûdê qedandin, ez çûm serxweşiya “xwarziyê” xwe yê dilzîz û mamosteyê min ê “dinyayê” yê demekê Ebdulbaqî Seyda, bavê şehîdê Seed. Bavê wî Seydayê Saduddîn jî ku îmamê mizgefta mezin ya Amûdê bû li wir amade bû. Rûyê Seyda hîn geş bû û di nav cihê xwe de bi rûyekî geş em pêşwazî kirin. Behsa hewildanên çareseriyê kir, ku heta niha bê encam mane. Ji bo Amûda “biçûçik” ew bûyer birîneke “mezin” bû û her û her li benda dermankirinê ye. Min nedixwest ez vê birînê, piştî derbasbûna zêdeyî du salan, hîna vekirî bibînim. Min dixwest ku rêveberiya xweser, nexasim ku navenda wê Amûdê ye, bi çi awayî be riyeke çareseriyê ji vê aloziya civakî û siyasî re bibîne û rê li ber jiholêrakirina kîn û dijminahiya di navbera xelkên yekbajarî de, veke. Ez vê yekê wekî erkeke bilez ya birêveberên xweseriyê dibînim û her ku vê meselê di ser guhên xwe re bavêjin û çareseriyê li paş bixînin, ewqasî birîn jî kûrtir û firehtir dibe û pêre jî rewşa bajêr aloztir dibe.

Ev jî yek ji ezmûnên bajarekî ne, lê gelek ezmûnên giran hîna li pêşiya birêveberiya rojavayê Kurdistanê hene. Careke din emê behsa hinekan ji wan ezmûnan bikin.

(wê bidome)

 **

Beşên din ên vê xelekê:

Serdana dibistanên perwerdeya bi kurdî li Amûdê 

Dara di navbera serê dê û bavê min de 

Rê ji bo erebeyên Amûdê vekiriye 

Yekem car ez sînorê navbera du dewletan derbas dikim; her du alî jî kurd in  



Ekrem Sity ev wêne çêkiriye


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019