Li ser bersiva Fethullah Huseynî çend gotin

Dîrok: Gelawêj 5, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 707

Li ser bersiva Fethullah Huseynî çend gotin



Di  bersiva xwe ya bi hêrs de,(1) dostê hêja Fethullah Huseynî, ji ber hinek têgihiştinên şaş  yan jî ji ber xwendina bilez ji nivîsa min a derbasbûyî re, gelek tişt tevlihev kirin e û bi awayekî ku naveroka nivîsa min, bi bersivandina wî re, hema hema hatiye windakirin.
Yek ji wan tiştên ku şaş hatin e fêmkirin ev e: Di nivîsa xwe de min li ser wî nivîsandibû ku di dema danûstendin û nîqaşên li ser nivîsandina bi kurdî û bi erebî de, ew tev li wan nîqaşan nedibû û bi kurdî dinîvisand. Ev  helwest bixwe min mîna pesnekî nivîsandibû ku ne bi vî zimanî û bi wî zimanî, ango wî biryara xwe ya nivîsandina bi kurdî dabû û dinivîsand. Mebesta jê ne ew bû ku, ew bê helwest bû.!
Vê yekê ber bi xwe ve dizîvirîne û dikeve hin şaşitiyan. Yek ji wan ew e ku xwe wekî yê yekem kes ê ku  bûye xwedî pirtûkeke kurdî li Sûriyê pêşkêş dike. Ev jî xwarina mafê hinek kesên din e  ku berî wî bi kurdî pirtûk weşandin e. Her wisa  zend û bendên xwe hildide û dibêje; “Berî ku gelek kes û di nav wan de dostê min H.Yûsiv  bi kurdî zanibin, min pirtûk bi kurdî weşandin e.” Hindik mabû bêje ku wî ez û kesên wekî min fêrî kurdî jî kirin e. Mala wî ava ku ev yek negot.!

Li Soranistanê rewşa kurmanciyê:

Fethullah dibêje ku min neheqî lêkiriye gava ku min li ser zimanê wî di hevpeyvînê de nivîsandibû ku yekî bi erebî nizanibe wê tiştek jê fêm nekiribe. Delîlê wî jî ew çar pirtûkên wî yên bi kurdî ne. Min rexne li zimanê hevpeyvînê kiribû, ew jî ne hevpeyvînê, lê pirtûkan wekî delîl nîşan dide.!. Mebest ji wê rexneyê ew hejmara mezin ji peyv û gotinên erebî yên di wê hevpeyvîna bi kurdî de bû. Min ev mînak wekî encama terikandina nivîsandin û xwendina  bi kurmanciyê anîbû. Her wisa li ser zimanê min bi erebî dinîvisîne ku min Silêmaniyê wekî dijminê kurmanciyê nîşan daye.!. Nizanim çawa ew hevoka min a ku cihê kurmanciyê li Silêmaniyê tune ye bûye dijminayî?.
Ev yek girêdayî rastiya başûrê Kurdistanê ye û bi taybetî Silêmaniyê ku ne cihê kurmanciyê lê heye, ne jî cihê nivîsandina bi tîpên latînî. Ev e yek ji sedeman ku hemû nivîskarên rojavayî (Sûriyê) yên ku li wir bi cih bûne berê xwe dane nivîsandina bi erebî, yan jî wê kar ji wan re tunebe.

Nivîsandina bi zimanê din

Ji bo nivîsandina bi zimanê din, her dem min gotiye ku ez ne li hemberî nivîsandina bi tu zimanî me. Pêwîstiya kurdan bi nivîsandina bi hemû zimanan heye. Lê mijara me ew bû ku cihê xemgîniyê ye gava nivîskarekî kurmanc li bajarekî Kurdistana azad karibe îdara xwe bi nivîsandina bi erebî bike û nikaribe îdara xwe bi nivîsandina bi kurmancî bike. Ango ne cihê mixabiniyê ye ku li bajarekî mîna Silêmaniyê cih ji nivîsandina bi erebî re hebe, lê ji nivîsandina bi kurmancî re cih tunebe. Gelo Fethullah vê rastiyê nabîne?.
Yek ji encamên bêmînak jî ku mana li Silêmaniyê daye Fethullahê me ew e ku tu îtîbarê nema dide ziman û li cem wî afirandin hema afirandin e. Eger mesele wisa be, keremke bi zimanê xwe berheman biafirîne. Tu çima dev ji zimanê xwe ber didî û diçî bi zimanê xelkê li afirandinê digerî?. Eger tu afirîner bî, jixwe tuyê afirêner bî, îca çima tu afirandinê bi terikandina kurmancî ve girê didî?
Ez dubare dikim ku ez ne dijî nivîsandina bi erebî, tirkî û farisî me. Kî bi kîjan zimanî dikare binîvisîne, bila binîvisîne, lê nabe ku ev diyarde biçûkxistina kurmanciyê bi xwe re bîne. Behane çi be bila bibe, tunebûna xwendevanan be, tunebûna bazarê be, tunebûna qedirgirtinê be, tunebûna belavkirinê be…Ev hemû nabin sedem ku, em zimanekî din di ser zimanê xwe re bigrin.
Daxwaza dawî ji dostê min Fethullah Huseynî ew e ku bersiva min bi kurdî bide, ne bi erebî. Min nivîs bi kurdî nivîsandibû birê min, tu çima bersiva min bi erebî didî?.
Dinya bi kurmanciya reş xweştir e birê min, wisa jî nîqaş û pevçûn.

...

(1) http://www.rojava.net/F.Hussaini.05.08.2008.htm

 

Nivîsa Helîm Yûsiv a li ser mijarê:

- Du dîmenên xemgîn ji nivîskariya kurdî


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019