Dîrok: Gelawêj 4, 2010, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 857
Roj 25.07. 2010 bû, Ameda dostên ku piraniya wan mamostetiyê dikin û bi nivîsandina kurdî mijûl in. Ameda meleyên bi hêrs û dengbilind ên ku dema azan didin, merivan mecbûrî guhdarîkirinê dikin. Ameda ku tofana zimanekî ecêb ku hetanî bi zarokên di pêçekan de daye ber xwe. Ameda zarokên xweşik yên çiya û deştên wê yên birîndar û serhildêr ku bi qeyikên kurdayetiya xwe ya zelal xwe li hember vê tofanê radigrin û li ber xwe didin. Ameda gurrîna balafirên şer yên ku bi rabûna ber bi ezmanekî şikestî û xeyidî ve nema dihêlin dengê merivên li ser erdê biçe hev. Ameda hevalên xweşik, dilsoz, kurdîhez, diltenik û mêvanperwer. Ameda nivîskarên kurdiya birîndar û baskşikestî ku hem ji der û dorê û hem ji bajarok û gundên dûr hatine û mîna çîçikên ku li der û dora “dayika” xwe bicivin, geh karê rojane wan ji hev belav dike, geh jî vexwarina çayê li “kuça hunerê” wan digihîne hev. Dem hatibû ku em pişta xwe bidin vê Ameda tijî heval û dostên ku heta kêlîka dawî bi qepera dil girtibûn û bernedidan. Dil dixwest ku ew roj dirêjtir bibin, dem hinekî vezile û mirov têr bibe. Her ku germayiya hewayê zêde dibû, pê re jî germayiya nivîskarên me yên li wir hênikayî didan rih û giyanê mirov. Lê, diviyabû dema vegerê bê û wisa jî bi lez û bez hat. Berî wê, careke din, berê me li tewafa şêxê me bû.
Der û dor dikeliya. Rê, ji Amedê heta Bazîdê deh saetan dirêj bû. Roja din, me xwe dît ku em li ber her du lingên “Gilîdaxê” ne. Ne serme dikare ji heybeta vî çiyayê serbilind tiştekî kêm bike, ne jî germa havîneke dijwar ya mîna vê havînê. Wisa jî heybeta şêxê Xanî yê ku cihê xwe li kêleka wî xweş kiriye. Nizanim kî bi kê, dê serbilind be, Xanî bi Agirî, an Agirî bi Xanî. Ew ne girîng e, ya girîng ew e ku kurdekî, mîna min, bi her duyan serbilind e.
Me berê xwe da mezarê şêxê xwe û pişta xwe da Qederê.
Li hewşa pêşiya mezar û mizgefta wî goristaneke biçûk heye. Li wê derê, çend karkeran kelê goran yên kevinbûyî û dîwarên goran yên herifî ji nû ve çêdikirin. Çûn û hatin li wê derê hebû. Mirov dizanibû ku dema nimêjê ye. Xelk derbasî mizgeftê bûn, ez jî derbasî “kozik”a şêxê xwe bûm. Xwendina Quranê li ber serê şêxê min xweşiyeke wisa dida giyanê min ku tenê “cizbe” dikare bide “sofiyekî” sermest. Lê, Xanî ne tenê ev e. Ji xwe ji bo me, dibe ku tiştê herî dawî ev be, anku aliyê Xanî yê olî be.
***
Di serdana wargeha Xanî de, pêjna rastiya Xanî ji der û dorê nedihat. Navê Xanî li hundirê wî û li ber serê wî “şaş” hatiye nivîsandin, nav wekî (... Hani) hatiye nivîsandin. Li ser jiyana wî bi zimanekî din ku ne zimanê Xanî ivîs hene. Li ser perde û sicadeyên kesk nivîsên bi erebî jî hene. Li wargeha Xanî yek peyv bi zimanê Xanî nehatiye nivîsandin.
Ji bilî çend pirtûkên olî yên kevnik li ber serê wî pirtûkên wî nayên dîtin. Dema mirov derbasî hundir dibe û bixwaze kêlîkekê li ber serê wî raweste, pirtika boyaxa ku ji jor de, ji ber kevnbûn û paşguhkirinê ji banê hundir de bi ser serê mirov de diweşe, merivan aciz dike. Wisa xuyaye ku mesken û wargeha Xanî yê mezin bi hewceyî miqateyî û xwedîlêderketinê ye. Wisa xuya dike ku Xanî, bi temamî ji der û dorên olî re û ji kesên ku ne bi zimanê wî dijîn re, hatiye hiştin.
Paşguhkirin û xwedînederketina li mezinekî bê mînak ji mezinên wêje, ziman û dîroka kurdan, Ehmedê Xanî, ne layiqî bejn û bala şaredariyekê ye ku bi dengê kurdan hatiye bidestxistin.
Berî çend salan, heman şaredariyê ji bo Ehmedê Xanî karekî pir baş kiribû ku, heta niha xemla wî bajarê kurdan yê dîrokî ye, ew jî peykerê Xanî yê ku li parka ku radihêje navê wî, hatiye danîn.
Ez nizanim heta çi radeyê Şaredariya Bazîdê dikare li wargeha Xanî guhertinan pêk bîne. Dibe ku nikaribe hemû berhemên wî û hemû berhemên ku li ser wî hatine nivîsandin bi awayekî bi rêk û pêk li wir bicivîne. Dibe ku nikaribe çaraliyên dîwarên wargeha wî bi zimanê wî bixemilîne. Dibe ku...nikaribe her tiştê ku dil dixwaze ji bo şêxê me bike. Lê, miheqeq ew dikare hinekî din wê wargehê xweşik bike, ne bi temamî be jî dilê Xanî yê şikestî hinekî xweş bike. Bi kêmanî navê wî bê sererastkirin û li ber serê wî jînenîgariya wî bi zimanê wî bê daliqandin.
Ji bo kesên ku behsa tîpên qedexe bikin, em dikarin careke din vegerin Amedê û ji wir mînaka “Navnenda Cegerxwîn ya Çandê...” bidin. Dibe ku X û W qedexe bin, lê dîsa jî di dilê Amedê de navê Cegerxwîn hatiye hildan. Me jî ji kîjan ajovanê teksiyê re bigota “Nnavenda Cegerxwîn” yekser em dibirin wir.
Ez bi xwe, ji pêşniyazê bêhtir, ji bo şaredariyeke ku bi dengê kurdan hatiye bidestxistin, xwedîderketina li wargeha Xanî mîna erkekî ji erkên wê şaredariyê yên sereke dibînim.
Ez vê yekê bi dengekî bilind dibêjim, gelo wê deng here kesî?
***
Bi van hestan, em çûn tewafa şêxê xwe. Hem dilxweş û hem dilşikestî ji wir vegeriyan. Li Bazîdê jî, mîna her devera welatê me yê germ, hevdîtina xortên dilgerm û kurdîhez û li benda “azadiya şêrîn” dihişt ku bêhtir dilê mirov ji xerîbiyê, ji dûriyê, sar bibe. Lê, divabû em careke din pişta xwe bidin “welat”ê xwe yê germ û berê xwe bidin vê “mal”a xwe ya sar û bêdeng.
Dema welatê mirov li deverekê be û mal li devereke din be, giyanê mirov jî diçe deverekê ku gewde ne li wir e.
Çîroka serdana penaberekî ji bo welatê wî her û her ev e.
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019