Li ser Fûara Frankfûrtê û pêşniyarek ji bo hikumeta herêma Kurdistanê

Dîrok: Rezber 17, 2010, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 740

Li ser Fûara Frankfûrtê û pêşniyarek ji bo hikumeta herêma Kurdistanê

Dem dema çûnê bû

Di navbera 06 heta 10‘ê kewçêra 2010’an de, yek ji mezintirîn pêşangehên pirtûkan ên cîhanê li Frankfurtê li dar ket. Ji ber ku her du rojên dawiyê, derbasbûn ji bo her kesî serbest e, wisa jî pirtûk têne firotin û belavkirin, me wisa li hev kiribû ku, em roja dawî herin serdana pêşangehê.
Ez û çar dostên xwe yên behdînî, Seîdê Dêreşî, Zekî Silêvanî, Evdila Cindî û Mihemed Heyran, yên ku salên dirêj ji derbideriyê, hezkirina xwendina pirtûkan û bidestxistina wan ji dilê wan dernexistibû. Her yek ji me bi çenteyekî vala û bi hev re, berê me li “Frankfurterbuçmesse” bû.
Berî ku ez behsa kurdan û vê pêşangehê bikim, ez dixwazim hinek agahiyan di derbarê wê de ji bo xwendevanên kurmanciyê veguhêzim.

Dîrok

Dîroka wê ya kevin vedigere sedsala 15’an, ku wê çaxê Johannes Gutenberg çend kîlometran dûrî Frankfurtê çapxane keşif kiribû. Di vê çarçovê de heta sedsala 17’an jî Frankfurtê wekî navendeke Ewropayê dihat naskirin. Ji ber gelemşeyên siyasî û çandî yên wê demê û di sedsala 18’an de Leibzigê ev rol ji destê Frankfurtê girt.
Ji sala 1949’an de, Frankfurtê ew rola xwe wekî cihê pêşangeha pirtûkan careke din bidestxist. Di navbera 18 heta 23’yê êlûnê de, yekem pêşangeha pirtûkan, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, pêkhat. Di wê pêşengehê de hejmara dezgehên beşdar gihîştibû 205 dezgehên almanî.
Piştî şêst salî, pêşengeha pirtûkan ya Frankfurtê, wekî mezintirîn pêşengeha pirtûkan li cîhanê hate nirxandin.

Mezinbûn û giringî

Ji 7300 dezgehên weşanê ku ji zêdeyî 100 welatî tên, beşdar dibin. Zêdeyî 299 000 kes û zêdeyî 10 000 rojnameger li vê pêşangehê dibin mêvan.
Hejmara kesên ku îsal di her du rojên dawiyê tenê de serdana vê pêşangehê kirin gihişte 129.372 kesî. Her wisa firehiya wê jî digihêje 1 7 1.79 1 m². Ji ber vê yekê, rojekê tenê têra me nekir ku em li çaraliyên pêşangehê bigerin û serdana  wargehên hemû welatan bikin.

Welatê mêvan

Ji sala 1976’an de, her du salan carekê û ji 1988’an û vir de, her sal welatek an miletek bi çand, kultûr û wêjeya xwe ve dibe mêvanê pêşangehê û wekî mêvanê rûmetê tê binavkirin. Mêvanê îsal jî Arjantîn bû.
Lîsteya navên welatên mêvan yên deh salên dawiyê bi vî awayî ye:

2000 …..........Polonya
2001 ….........Yewnanistan
2002............... Litauen
2003................Rusya
2004..............Welatên Ereb
2005..............Kore
2006............Hindistan
2007..........Çanda Katalanî
2008..........Tirkiye
2009.........Çîn
2010 …......Arjantîn

Serdan û gera me ya li hundirê pêşangehê

Bi ketina me ya hundirê pêşangehê re, me çavên xwe, mîna her sal, li wargeha Kurdistanê gerand. Ji ber ku nav di lîsteya welatan de tune bû, me berê xwe da wargeha Iraqê û bi vî awayî, nêzîkî wê, em bi ser wargeha herêma başûrê Kurdistanê jî vebûn. Bi kêfxweşî karmendên wê derê pêşwaziya me kirin. Mîna tî yên ku biçin ser avê, me çavên xwe li pirtûkên nû gerandin. Pirtûk bi giştî kevin bûn, mîna her sal, ji bilî libekê, diduyan, hemû bi tîpên erebî bûn û çendên bi zimanê erebî jî hebûn. Lê tev wilo jî, ji bo em çenteyên xwe vala venegerînin, me çend pirtûk, bi buhayekî (sembolîk) ji xwe re anîn.
Em ji hev veqetiyan û bi hêviya ku berî vegerê em dîsa li wir hev bibînin, her yekî ji me berê xwe da derekê. Ez ber bi jor ve çûm, li nêzîkî cihê Tirkiyê, cihek ji Weşanxaneya Mezopotamyayê re jî hatibû veqetandin. Li qehwexaneya li hember wê soza min bi nivîskarê kurd ê ku bi tirkî dinîvisîne Yavuz Ekincî re hebû. Ew nivîskarê kurd bi tenê yê ku di nav nivîskarên Tirkiyê de hatibû pêşangehê. Ligel wî bi weşanger û helbestvanê tirk ê dilgerm Adnan Ozer re çêja qehwê xweştir bûbû.
Min û nivîskarê kurdî ku li Frankfurtê dimîne Fêrgîn Melîk, me berê xwe da cihê dezgehên almanî û em di nav deryaya xelkê de winda bûn. Cudayiyeke mezin di navbera wir û cihê kurd û ereban yê bêdeng de, hebû. Ji wir jî em dest vala venegeriyan û hêdî hêdî dema vegerê nêzîk dibû.

Kurd û Pêşengeha Frankfurtê

Di pêşengeha îsal de jî, mîna salên din, her ew pirs di serê min de diçû û dihat:
- Çima kurd jî bi çand, kutur û wêjeya xwe, salekê nabin mêvanê pêşangeha Frankfurtê.?
Ji nav her çar perçeyên Kurdistanê, pirseke wiha tenê dikare ji hikumeta Başûr û ji Wezareta Rewşenbîrî bibe. Dema mirov li lîsteya mêvanan dinêre, diyar e ku salê welatek dibe mêvan. Ji ber ku Katalan dewleta wan, mîna kurdan, tune ye, di 2007’an de bi navê çanda katalanî bûn mêvanê rûmetê. Îca, kurd jî, tunebûna dewleta wan, nabe sedem ku gaveke wiha navêjin. Bi navê çanda kurdan Wezareta Rewşenbîrî û bi piştgiriya hikumeta herêma Kurdistanê dikare serî li aliyên têkildar bide. Ji bo pejirandina gaveke wiha, herî kêm pênc sal jê re divên. Ji ber ku ji niha xuyaniyê êdî mêvanê 2011’an Island e, yê 2013’yan Brezîlya ye û yê 2014’an Fînlanda ye.

Pêşniyazek ji bo hikumeta herêma Kurdistanê

Wekî tê zanîn, bi her awayî çapemeniya cîhanê bi çand, kultûr û wêjeya welatê mêvanê rûmetê ve mijûl dibe. Bi dehan bernameyên TV’yan û gotar û nivîs li ser wî welatî têne çêkirin. Bi sedan pirtûkên wêjeyî ji bo almanî û îngilîzî têne wergerandin û bi dehan nivîskarên welatê ku mêvanê rûmetê ne li Frankfurtê dibin mêvan û li ser çand û kultûr û wêje û pirsgirêkên wan tê axaftin. Bi gotineke din, ew welat, ew milet bi wêjeya xwe ve, di pencereya pêşangeha Frankfurtê re, derbasî qada cîhanê û çapemeniya wê dibe.
Ev jî pêşniyazeke ji bo hikumeta herêma Kurdistanê û wezareta wê ya rewşenbîrî ye, ku vê pencereya şaristaniyê li ber kurdan û wêje û kultûrê wan vekin.
Bê guman, hemû îmkanên pêkanîna karekî wisa giran û berfireh li cem kurdan peyda dibin, lê wê dengê vê pêşniyazê biçe kesî yan na?.
Em ê vê yekê ji demê re bihêlin.

Dem dema vegerê bû

Ber bi êvarê de, em careke din li cem wargeha Kurdistanê digihêjin hev. Bi çenteyên ne vala, ne jî tije, em vedigerin malên xwe.
Gelo, her sal wê çend kurd bi çend pirtûkên xwe, yên bi zimanê xwe tenê, bên wargehekê li Frankfurtê vekin û vegerin, çend kurdên din pêşwazî bikin û dîsa vegerin. Yan jî wê rojek bê ku kurd û Kurdistanê li Frankfurtê û li hemû cîhanê bikin mêvanê rûmetê.
Carinan mirov xewnan jî bibîne, baş e.

***

Têbînî:
Agahî û hejmarên di nivîsê de xwe dispêrin malpera fermî ya pêşengeha pirtûkan ya Frankfurtê.

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019