’Li ser riya Mehmed Uzun tenê ez heme’

Dîrok: Befranbar 15, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 828

’Li ser riya Mehmed Uzun tenê ez heme’


Helîm Yûsiv

Di hevpeyvîneke xwe ya bi kovara “Deus ex Maçina” a Belcîkî re, nivîskarê kurd Firat Cewerî, xwe û nivîskarên kurd bi vî awayî pêşkêşî belçîkiyan dike...

(Di salên ko ez derketim derveyî welêt de hem li welêt hem jî li diasporayê hejmara nivîskarên kurd pir kêm bû. Yên ko bi kurmancî dinivîsandin çend kes bûn. Ji xwe ew jî dû re hatin Swêdê. Mehmed Emîn Bozarslan bû. Dû re min û Mahmût Baksî û Mehmed Uzun hevdu nas kirin. Mixabin, herdu jî mirine û niha li goristaneke Diyarbekirê veşartî ne. Yên vê dawiyê jî hemû piştî min derketine.) 13/1/2008-nefel.com.(1)

Bi vê pêşkêşkirinê, mirovê ku tiştekî li ser edebiyata kurdî nizanibe dê wiha têbigihêje ku salên 80’î, hatina Firat ya Siwêdê, tenê ew û du nivîskarên din hebûn. Ew her du nivîskarên din mirin û ew tenê maye. Jixwe evên din hemû piştî wî hatine. Ango ji wî nifşî di Edebiyata Kurdî-eger em bêjin kurmancî-de tenê ew heye.
Vê dîmena tirajedî du bîranînên min ên biçûk bi her du nivîskarên mirî re anî bîra min.

M. Baksî
Dema min dest bi karê televizyonê kir, mêvanê min ê yekem yê bernamê (Gava sêyemîn) Mehmûd Baksî bû. Di wê bernamê de Baksî got ku wî yekemîn roman bi kurdî derxistiye. Gava min qala Erebê Şemo kir, got ku ew li Derveyî Kurdistanê bû û bi tîpên kirîlî nivîsandibû, ez li ser Kurdistanê dibêjim. Gava min got li Kurdistanê berî wî Îbrahîm Ehmed û Rehîmê Qazî hene, got ku ji başûr in û soran in û ez li ser Kurdistana Tirkiyê dibêjim. Gava min got ku li wir jî Şivanê Kurd bi tîpên latînî di salên heftêyan de derketiye, got ku ew li ser Kurdistana bakur û yên ku li Siwêdê bûn dibêje, gava min got dîsa jî romanek bi navê Zeviyên Sor berî romana wî ya Hêlîn hebû, hindik mabû ji acizî dev ji bernamê berde û dest bi dijûn û xeberan bike.
Di berdewamiya bernamê de Baksî digot Mehmed Uzun jî heye, lê ew piştî min hat. Firat Cewerî jî romaneke wî wergerandiye û pereyên wî xwarine ji ber vê yekê, digot ku ew bi Firat re naaxive. (2)

M.Uzun
Dîsa di bernameyekê de, min ji Mehmed Uzun re got ku navê “Bîra Qededê” navê destnivîseke romanê ya Celadet Bedirxan bû, got ku na, ev nav wî çêkiriye, wî afirandiye. Gava min got ku di pirtûkeke Konê Reş de ev agahî, berî derketina romana wî heye, got ku Konê Reş nikare ji wî çêtir zanibe. Her û her li ser gotina xwe ma û ev rastiya bi belge nepejirand.(3)

Ji vê hêlê de Mehmed Uzun mînakeke berbiçav bû ku her dem û her gav di nivîskariya kurdî de tenê xwe didît. Eger mecûr dibû qala çend nivîskarên mirî dikir, yan jî nivîskarên sax lê ji zimanên din, mîna Yeşar Kemal. Di hemû hevpeyvîn û axavtinên xwe de ev agahiyên (tirajekomedî) didan pêş. Min romana kurdî çêkiriye. Romana kurdî bi min dest pê kiriye. Min zimanek afirandiye. Edebiyata kurdî ya modern bi min dest pê kiriye.
Hetanî gihijşe wê radeya ku ev (agahî) li cem hin derdoran bûbû mîna rastiyekê û di kovareke mîna ya Gulistan de ku li Stenbolê derdiket navê wî bi navên Cervantes û Dante re dihate beramberkirin. Wiha xuyaye vê xwepesindana ku mîna balonan li her derê difiriyan, li hinek derdoran xwediyên xwe didîtin û ew mîna rastiyan pêşkêşî me dikirin.
 
Niha jî ev mîrasa giran a ku pêşengiya wê rehmetiyê Mehmed Uzun dikir di vê hevpeyvîna bi nivîskarê kurd Firat Cewerî re xwe dide der. Eger em miriyên berî wî deynin aliyekî û yên li pey wî deynin aliyê din. Di wê dema ku Firat Cewerî qal dike de, ez dixwazim tenê du navan bi bîr bînim ku ne mirîne û ne jî piştî wî hatine. Di helbestê de Rojen Barnas û di çîrok û romanê de Bavê Nazê.

Rastiyeke nivîskariyê û hemû kesên ku bi hunerê re mijûl in heye ku xwe û berhemên xwe baştirîn mînak di meydana mijûliya xwe de dibînin. Heta radeyekê ev diyarde tê fêmkirin, her wiha tê pejirandin jî. Ji mafê her nivîskarî ye ku xwe wiha bibîne, lê dema ku ev diyarde li cem hinek nivîskaran mezin dibe û nirxandinên (kor) têne kirin. Wê gavê pêwîstiya hişyarkirinê tê holê.
Min nedixwest ew mîrasa giran a Mehmed Uzun bibe ji nesîbê dostê min Firat Cewerî.

***

(1):Hevpeyvîna bi Firat Cewerî re dikare li vir bê xwendin
(2): Ev bername di 11.11.2000 de, di MezopotamyaTV de hate weşandin.
(3): Ev bername di 17.03.2001 de, di MezopotamyaTv de hate weşandin.

 

helimyusiv@hotmail.com


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019