Dîrok: Pûşper 1, 2008, 12:00
Nivîskar: Helîm Yûsiv
Dîtin: 929
Ev zêdeyî bîst salan e ku li welatê kurdan şerekî zehmet û dijwar heye. Di vî şerî de bi hezaran bûyer, qewimandinên hêjayî nivîsandinê, rûdanên nû û guhertinên kûr di dilê civakê de serê xwe rakirin e. Eger em di pencereya nivîsandina wêjeyî re li vê mijarê binêrin, wê nirxandinên cuda derkevin. Ji tunebûna tu tiştê hêjayî gotinê dest pê dike, wê hetanî bi hebûna berhemên mezin û nemir zencîra van nirxandinan dirêj bibe. Dibe jî ku rastî di navbera van her du nirxandinan de bicihbûyî be. Di vê der barê de her dem pirseke şaş tê kirin, pirseke ku naveroka wê bi vî rengî tê ristin, çima romanên mezin ên wekî vê bûyera mezin di jiyana kurdan de dernakevin. Di baweriya min de beramberiyeke wisa mirov dajo ber dergehên bersivên şaş. Eger mirov xwîn, ked, xwêdan û tekoşîna giyan û bedenên bi hezarên mirovan û bedelên wan yên mezin bide beramber pirtûkekê, bêdadiyek mezin di der heqê her du aliyan de tê holê. Ji lew re divê pirs jî nekevin gerînoka tevliheviyê ku bi awayekî ji awayan şermezarkirin û biçûkxistina nivîskaran û berhemên wan bi xwe re tîne. Ji ber vê pirsa ku ez dixwazim di vê der barê de bikim jî girêdayî çarçoveya rasteqîne ya wêjeyêye, da ku em nekevin wî cihê ku mirov tiştekî ji wêjeyê bixwaze û wêje nikare bike û jê nayê xwestin jî ku wê rolê bilîze.
Eger em hinekî din ji mijara xwe nêzîk bibin, wê hûrbînî me bajo ber pirsa li rewşa berhemên ku di van bîst salan de li ser vî şerî hatine nivîsandin. Dibe ku ji derveyî taqeta min be ku ez dîmenekî giştî û zelal bidim, ji ber ku ez di der barê hemû berheman de ne xwedî agahiyên berfirehim, lê di sînorê agahdariyên xwe de ez dikarim balê bikşînim ber bi yek ji baştirîn nimûneyê van berheman û bi taybetî, di warê romanê de.
Romana ku bi tesadufî kete destê min û navê xwediyê wê di nav qelebalixa gotar û malperên înternetê de nayê dîtin.
Romana girê şêran e û nivîskarê wê Menaf Osman e.
Ev roman di sala 2003'yan de, di nav weşanên Aramê de li Stenbolê, derketiye. Di der barê xwediyê romanê de tu agahî di pirtûkê de nehatine nivîsandin. Roman ji 435 rûpelan pêk tê.
Roman li ser jiyana şervanên kurd e ku zêdeyî bîst salan e li çiyayên Kurdistanê şerekî aloz dimeşînin. Gava navê romanê li ber çavên min ket, bala min çû ser wan nivîsên siloganîk û yên ji kûrahiya giyan û rihê mirovan dûr. Bi xwendina romanê re hêdî hêdî ew gumanên ku navê romanê bi mirov re çêdikin li ber avê diçin û xwendevan xwe dibîne ku ew li hember nivîskarekî wisa ye ku di karê xwe de serwext e û di daketina nav kûrahiya mejî û rihên kesên romanê de xwedî serboreyeke têr tijî ye. Her wisa di gerandina tayên tenik ên ku tevnê romaneke dirêj dihûne de, xwedî tiliyin sivik û hostayiyekê ye. Ji bilî zimanê romanê ku bi bûyeran re bê likumandin diherike û dûrî lîsk û mecazên giran diçe. Wisa xuya ye ku nivîskar bi xwe di honandina rewş, tevger, atmosfer û nakokiyên psîkolojîk yên kesên romana xwe heta dawiyê serdest e. Baweriyek wisa bi mirov re çêdike ku ew qala beşekî ji serboreya xwe ya di şer de dike, lê bi awayekî ku destê xwe datîne ser detayên biçûçik û tenik yên hindirê şervanan. Balkêş e ku nivîskar xwe berdaye wî aliyê tarî ji mejî û giyanê şervanan ku carnan şerekî mezin di navbera gotin û kirinên wan de çêdibe, carna jî ronahiyê davêje ser wî şerê di navbera bîr û baweriyên siyasî yên kesên xwe de ku li hember hewcedariyên wan yên rûhî û cesedî dibin kelemên dijwar. Nivîskar, ne bi çavên siyasî, belê bi çavên wêjeyî kesên romanê ku hemû ji der û dora wî ne ji me re pêşkêş kirine.
Ji bo ez dirêj nekim, di warê nivîsandina / romana şer / de, mirov li ber nimûneyekî serkeftî û hêjayî ye.
Wisa jî ev roman bawerî dide mirov, ku mirov li ber nivîskarekî kurdî serkeftî û bi hêz e, lê di hemû kêliyên xwendina vê romanê de pirsekê dev ji min bernedida.
Pênc sal di ser derketina romana wî re derbas bûne, lê xwediyê Girê Şêran, Menaf Osman kî ye û niha li ku derê dimîne gelo?
Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs
Hêzîran 19, 2010Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj
Gelawêj 20, 2014Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod
Adar 8, 2011Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i
Rêbendan 27, 2019