Mêrek bi qasî çiyayekî, Hisên Çawîş

Dîrok: Pûşper 24, 2016, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 841

Mêrek bi qasî çiyayekî, Hisên Çawîş

Dem dawiya salên heştêyî ye û destpêka salên nodî ye. Cih Amûdê ye. Xirecira navbera her du aliyên sînor e. Sînorê Serxet û Binxetê ku hem bi têlên rêsayî û hem jî bi kozikên leşkerên Tirk û bi mayînên di bin erdê de çandî hatiye asêkirin. Wan salan ji bo xwendina hiqûq ez çûbûm Helebê, lê pişti qedandina ezmûnan vedigeriyam Amûdê. Wan salan yeko yeko pêjna şoreşgerên ku ji Bakur dadiketin dihat û di nav xelkên Binxetê de karê xwe yê siyasî dikirin û xort û keç hêdî hêdî ber bi kampên perwerdeya çekdarî de dihatin şandin. Di wê demê de, li Amûdê û der û dorên wê, navê hevalê "Îmam" li ser devê her kesî bû. Vê dawiyê hat naskirin ku Îmam û Herekol her du navên xortekî dêrikî bi navê Hisên Çawîş e.

Li Amûdê ew mal bi mal digeriya, xort û keç li hev dicivandin, kom bi kom xwe lê digirtin û ber bi qadên şer ve, hem li Bakur û hem li Başûr bi rê diketin. 

Di wan çend mehên ku li malê dimam, Hisên Çawîş li Amûdê ji nişke ve xuya dibû û ji nişke ve winda dibû. Carekê ji caran ji ber çavan winda bû û nema xuya kir. Nûçeya girtina wî ya li bakurê Kurdistanê û ketina girtîgehên Tirkiyê hinekî ji nûçeya şehadetê siviktir bû. Di girtîgehê de panzdeh şanzdeh salan ma. Ji girtîgehê, ne ber bi rehetiyê ve, ne jî ber bi deştê ve, lê belê ber bi çiyê ve bi rê ket. Bejna Hisên Çawîşê ku li Amûdê "Îmam" bû, di nav şervanan de bilindtir bû û bû Herekol. 

Bi hatina 19'ê tîrmeha sala 2012'yan re û bi belavbûna bêhna Azadiyê re li rojavayê Kurdistanê re careke din, di refê pêşîn yên hêzên parastina gel YPG de, Hisên Çawîş wekî serkêşekî payebilind, ji berê bêhtir, bixwe bawer û wêrek û xwedî helwesteke cegerdar li meydanên herî xeternak hate xuyakirin. Di wê navberê re, bi axaftin û şîroveyên xwe yên realîst û bi wê helwesta xwe ya berz, mirov digot qey ew li her derê ye. Di alavên ragihandinê de, li pêş, di qadên şer de li pêş, her wisa ji qada çand û hunerê jî û bi taybetî ji ya helbestê, ne bê par bû. 

Li Rojava tenê di rojên giran de dengê wî bilind dibû, lê cihê ku ew lê xuya dikir pêre jî serkeftin mîsoger dibû. Di demeke pir dijwar de û di rojin ku deqe bi deqe Rojava zarokên xwe yên ciwan wekî şehîd bi rê dike de û di roja salvegera azadkirina Rojava de, di 19'ê tîrmeha 2016'an de, di bûyereke tirafîkê de, Hisên Çawîş her du çavên xwe yên bendewarên azadî û serxwebûnê li jiyanê girtin û ji nav me bar kir.

Hisên Çawîş, mêrekî wiha bû, di sekna xwe de gava li ber çavan bû mîna çiyayekî bilind û berz bû. Her wisa gava ne li ber çavan bûya û navê wî dihate gotin, rasterast çiya dihat bîra mirov.

Oxir be fermandarê mîna çiyayekî

Oxir be Hisên Çawîş



Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019