Miço Kendeş, dengekî resen yê stranbêjiya kurdî

Dîrok: Êlûn 15, 2008, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 716

Miço Kendeş, dengekî resen yê stranbêjiya kurdî

 

Naskirina min bi Miço kendeş û dengê wî re vedigere dawiya salên heştêyî û destpêka nodî. Ji ber tunebûna zanîngehan li herêmên kurdan li Sûriyê, hemû xwendekarên ku lîse diqedandin berê xwe didan yan Helebê yan jî Şamê. Lê ji ber ku Heleb nêzîktir bû, piraniya xwendekarên kurd xwe li wir digirtin. Xanî kirê dikirin û bi hesanî mirov dikaribû nasbikira ku kî ji ku derê ye.
‘Wisa bajar bi bajar’ nav li ser zimanan dihatin gerandin, Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Dirbêsiyê, Tirbesipiyê, Serêkaniyê, wisa jî Efrînê û Kobanî. Di nav wê xirecira siyaset, wêje, huner û xwendinê de, Fakulteya Hiqûqê jî bûbû sedema naskirina gelek xwendekarên nû. Di nav wan de Miço Kendeş jî wekî xwendekarekî ku ji hemûyan bêhtir dişibiya me. Ango mijûliya wî bi tiştekî din re, ji bilî xwendinê, hebû û ew tişt giringtirîn mijûliya jiyanê bû. Ji bo me wêje, edebiyat bû, ji bo wî jî huner û stran bû. Bêyî ku em plan bikin, min dît ku me xanî bi hev re kirê kiriye û bi rojê em bi çîrok, roman û helbestan re mijûl in û bi şev jî bi stran û muzîkê re. Dengê Miço yê gur, germ û bilind giyaneke nû dida stranên Mihemed Arifê Cizîrî. Geh stranên folklorî digotin, geh jî yên xwe, lê di her du cureyan de jî taybetiya dengê wî dikaribû giyaneke din, çêj û tameke din bide stranê. Bi vê tenê jî qayîl nedibû, car caran bi helbest û nivîsan jî beşdarî wan rojên qelebalix yên jiyana me ya dema xwendinê dibû. Ji xwe ez di vê nivîsê de qala tevlihevî û pevçûnên biçûçik yên li ser keçik û pirtûkan nakim ku hetanî bi wan jî Miço rengekî din dida wan pevçûnan. Wê demê çiqas giranbin jî, lê niha bûne bîranînin ku tenê dikarin kenekî sivik li ser lêvan bihêlin.
Di nav wê germayiya mijûlbûna bi wêje, edbiyat û hunerê re xwendina zanîngehê li ber lingan çû û her yek ji nivîskar û hunermendên wê demê da pey qedera xwe û xwe siparte warekî cuda. Ji wan jî Miço Kendeş niha li Siwêsrayê dijî.
Miletê kurd miletekî wisa ye ku gelekî kêm nivîsandiye, niha jî gelekî kêm dixwîne, lê her dem axiviye û her dem jî guhdarî kiriye. Ji çavên xwe bêhtir guhên xwe bikar aniye. Ji ber vê, ji her kesî bêhtir stranbêjên xwe nas dikin. Medya û çapemeniya kurdî jî wisa, di bin bandora vê rewşê de ye. Wekî mînak reklama ku ji bo CD’yeke nû tê kirin, eger ji bo pirtûkekê bê kirin, kêm be jî, lê wê tîraja firotina wê pirtûkê bilind bike. Lê, pirs ev e?. Ev reklam ji kê re û li ser çi pîvanan dibin?.
Bersiva pirseke wisa mirov dajo ber têgihîştina hinek rastiyên tal. Yek ji wan ew e ku pîvan ne resenî û asta hunerî ya wê berhemê ye. Ev jî dibe sedem ku hunermendên xwedî asteke bilind, di nav miletê xwe de, li ber siyê bimîne.
Serboreya Miço Kendeş jî yek ji wan mînakên berbiçav e. Piştî derketina wî ya derveyî welêt, dema mirov nûçeyên konserên wî dişopîne û dinere kê guh daye vî dengê resen, mirov li nûçeyên bi zimanê frensî, îngilîzî û hetanî erebî jî rast tê ku wî wekî nûnerê strana kurdî û bi navê Kurdistanê pêşkêş dikin, lê qet haya medya kurdî ji vê yekê tune ye.
Wekî mînak, di vê mehê de wê Miço li Parîsê bistirê, wisa jî li Tûnisê.(1).
Balkêş e ku dengê wî ne bi mohra sûriyeyiyê ne jî bi ya tirkiyeyiyê di van qadên biyanî û navneteweyî de nayê herimandin û wekî dengekî kurdistanî tê binavkirin, lê li Kurdistanê û di nav van derdorên bi muzîk û strana kurdî re pêwendîdar re cihê vî dengî li ku ye gelo?.
Pirsa ku li pey vê nivîsa min veşartiye, dibe ku hinekî giran be. Ne girêdayî dengê yek hunermedî ye, ji wê bêhtir, mirov dikare wisa vê pirsê bike:
Wê kengî resenî, asta hunerî û xweşikbûn bibin pîvanên me ji bo xwedîderketina li dengê stranbêjekî yan jî li pirtûka nivîskarekî?


(1) ji bilî wê, malpera Miço Kendeş li vir tê dîtin:
http://www.m-kendes.ch/


helimyusiv@hotmail.com


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019