Mirî Ranazin 20 salî ye

Dîrok: Sermawêz 13, 2017, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 832

Mirî Ranazin 20 salî ye

Sal 1996 bû. Hezîran bû.
Yekem pirtûka min a bi kurdî hat weşandin. Wê salê nû Weşanxaneya Avestayê dest bi weşanê kiribû û bi bergê xwe yê zer li Amûdê gihişt ber destên min. Ew hestên xweş, ew hêsirên ku nivîsandina bi zimanê dayikê, bi kurmanciya şêrîn, xistin çavên min, ji bîra min naçin. Berî “Mirî Ranazin” du pirtûkên min ên çîrokan “Mêrê avis” û “Jinên Qatên Bilind” bi zimanê erebî li Þamê derketibûn. Lê kêfxweşî û çêja derketina yekemîn pirtûka min a bi zimanê dayikê rê li ber wê yekê vekir, ku ez her du pirtûkên xwe yên din jî rasterast bi kurdî amade bikim. Ez bixwe navê wergerê li vî karê ku min kir, nakim. Ji wergerê bêhtir, ew vegerandina çîrokan ya ji bo zimanê wan ê resen bû. Di wan salan de  di navbera Amûdê û Helebê de, diçûm û dihatim. Li Zanîngeha Helebê tevgereke wêjeyî ya berbiçav bi zimanê erebî hebû. Wisa jî li Bakur û Tirkiyê di dema Ozal de û piştî destpêka salên notî, qedexeya giran ya li ser kurdî hate sivikkirin û bi sînor be jî kurdan li Bakur dest bi derxistina rojnameyên mîna “Welat” û “Welatê me”, kovarên mîna “Rewşen” û “Jiyana Rewşen”  kirin. Her wiha nû dest bi avakirina weşanxaneyên kurdî kirin. Vê derfetê em li çapkirina pirtûkên kurdî, bi çapeke bi rêk û pêk, germ kirin. Nexasim ku hemû kovar û pirtûkên kurdî yên li Rojava û li Sûriyê derdiketin, hem bi dizî û zehmetî û hem jî bi çapeke pir xerab derdiketin. Wekî ku tê zanîn, heta salên du hezarî jî înternet li seranserê Sûriyê qedexe bû, wisa jî telefonên destan. Anku ji nivîsandina çîrokan zehmetir, şandina wan ya Bakur û Stenbolê bû. Kurdî li her du aliyan qedexe bû û di navbera Amûdê û Mêrdîn û Nisêbînê de jî tenê mayîn û kozikên leşkerên nobedar yên li ser sînor hebûn. Di riya hin heval û dostên ku ji bo karê xwe yên taybet diçûn Stenbolê, çîrokên “Mirî Ranazin” ji bo Weşanxaneya Avesta hatin şandin. Çîrok bi xeta dest hatibûn nivîsandin û wisa ji weşanxanê re hatibûn şandin. Ji ber tunebûna derfeta têkiliyeke rasterast, min bersiva hemû pirsên Abdulah Keskîn yên di derbarê sererastkirina destnivîsê de, di riya telefona mala me ya Amûdê re, dan. Bi wî awayî, di sala 1996’an de û wekî yek ji pirtûkên destpêkê yên Weşanxaneya Avestayê “Mirî Ranazin” hate weşandin.
Gava duyem piştî çapkirinê û belavkirina li bakurê Kurdistanê, derbaskirina pirtûkê ya rojavayê Kurdistanê bû. Wan salan, wekî van salan û wekî herdem, derbaskirina pirtûkên kurdî di deriyê Nisêbînê û Qamişlo re pir zehmet bû. Yan jî bi temamî nedibû. Rêya din deriyê “Babulhewa” yê di navbera Helebê û Îskenderûn, Hetayê de bû. Li Helebê min ajovanekî “şofêrekî” otobusekê dît ku hem ajovanî û hem qaçaxçîtî di navbera Sûriyê û Tirkiyê de dikir. Piştî min pêre li hev kir ji min re got ku di otobusa wî de “depoyek” mezin heye, tenê ji bo malê qaçax e. Ji her kesî weye ku ew depoya benzînê ye, lê ya rast ew embareke ji bo malê qaçax e. Ji ber wê pere pir xwestin û min jî qebûl kir. Piştî çûna yê ajovan hevalê ku ez pê dabûm naskirin, ev agahî jî da min:
- Tişteke ku wî ji te re negot, ezê ji te re bêjim. Hayê nobedarên sînor yê her du aliyan jê heye. Ew her du alî jî kirî ne.
Bi vî awayî dilê min kete cih, ku wê pirtûkên min bi selametî bigihîjin aliyê din ê sînor û wê derfeta belavbûna pirtûkê ya li Binxetê jî bi dest bikeve.
Sal 1998 bû.
Sedsaliya rojnamegariya kurdî bû. Sed sal di ser derketina yekemîn rojnameya kurdî “Kurdistan” re ya li Qahîre derketibû, derbas bûbûn. Bi vê helkeftinê ez ji hêla dezgehên kurdî yên li Stenbolê ve ku ev çalakî organîze kiribûn hatim vexwendin. Ez bi wê otobusa ku wê “Mirî Ranazin” ji min re bi dizî di sînoran re derbas bike hatim Tirkiyê û li Stenbolê beşdarî wê helkeftinê bûm. Di nav dezgehên ku helkeftin amadekiribûn û vexwendin ji min re şandibûn Navenda Çanda Mezopotamya (NCM) jî hebû. “Teatra Jiyana Nû” ku girêdayî vê dezgehê bû dest bi lîstina şanogeriya Komara Dînan Þermola kiribû. Komara Dînan navê çîrokekê ji çîrokên “Mirî Ranazin”e. Kesên çîrokê hemû dînên Amûdê ne. Li Navenda NCM ez bi lîstikvanên ku rolên dînên “Komara Dînan” dilîstin re civiyam. Ez li ser taybetî û şeklûşemala “dînên” Amûdê yên di çîrokê de yeko yeko axivîm û li gor wê ji nû ve lîstikvan ji bo şanogeriyê hatin hilbijartin. Yek ji rojên herî xweş di jiyana min de ew roj bû, gava li ser dikê “dînên” min ên di çîrokê de hemû ji nav rûpelan derketin, hibr û murekeba li ser cilên xwe daweşandin û ji nû ve li ser dika şanoyê, li ber çavên min, hatin jiyanê. Yekemîn car bû ku şanogeriya “Komara Dînan” zindî dibînim. Balkêş bû, di serdanên min ên Bakur de, wê demê gava ku hevalên bi min re dixwestin min bi hinekan bidin nasandin, nedigotin ev nivîskarên “Mirî Ranazin” e, digotin; ev nivîskarê “Komara Dînan” e.
Bi vegera min a Amûdê re, heftsed dane ji “Mirî Ranazin” bi qaçaxî sînorê Serxet û Binxetê derbas kirin. Wisa jî bi qaçaxî li Rojava hatin belavkirin. Di sala 2000’î de duyem çap ji hêla Avestayê ve derket.  Di 2013’yan de çapa xwe ya sêyem jî, ji hêla Weşanxaneya Peywendê ve, li pey xwe hişt. Wisa jî li tirkî û farisî hate wergerandin. Di van bîst salan de, gelek bîranîn û bûyerên girêdayî vê pirtûkê qewimîn, lê ew hestên germ yên "pirtûka ewilî", mîna hestên "dilê ewilî" dubare nabin.
20 sal derbas bûn û mirî hîn di xew de ne.

Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019