Nexşeya siyasî ya kurdan di şoreşa Sûriyê de

Dîrok: Êlûn 20, 2012, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 633

Nexşeya siyasî ya kurdan di şoreşa Sûriyê de

Gava ku pazdehê Adara 2011‘an, ya ku wekî roja destpêka şoreşa Sûriyê tê hesibandin, bi ser kurdan de hat, heft sal di ser serhildana wan a duwazdeyê Adara 2004’an re derbas bûbûn. Di wê serhildanê de, yekem car bû, di dîroka Sûriyê de ku peykerên Hafiz Esed têne hilweşandin. Sînorên serhildanê di herêmên kurdan de ma û di encamê de rêjîmê destê xwe yê hesinî roj bi roj li qirika kurdên ku li sûriyê dijîn hişktir kir. Vê rewşê heta sala derbasbûyî dewam kir. Ji ber vê, piştî vêketina çirûskên vê şoreşê li Derayê, di demeke kin de, agirê serhildana di bin ariya zordariya rêjimê de, serê xwe rakir û bajarên kurdan yeko yeko, kêm zêde, tev li meş û protestoyên komî bûn. Meşan bi awayekî  heftane destpêkirin û vê dawiyê, bi belavbûna bûyerên xwînî re li seranserê Sûriyê, bûn meşên hema hema rojane.
Mirov dikare du sîmayên giştî bide beşdariya kurdan di şoreşa Sûriyê de. Yek jê (nasnameya sûrîbûnê) ku mîna hemû deverên Sûriyê kurdan jî di rojên înan de meş gurrkirin û sembol û ala serxwebûnê hilgirtin. Aliyê din jî (nasnameya kurdî ye), ku kurdan xwestin taybetî û cudahiya xwe jî di vê beşdariyê de bidin pêş. Di vê çarçovê de, ji kurdayetiyê bêhtir, partîtî derkete pêş û rengê wan partiyên kurd û girêdanên wan ên bi partiyên kurdistanî re, çi bi hêzên Bakur re û çi bi hêzên Başûr re, bêhtir berbiçav bûn. Her wisa bi nîşandana nexşeya siyasî ya kurdan di dema şoreşa Sûriyê de, dîmen zelaltir dibe. Ev nexşe bi vî rengî ye:
Ji partiya yekem ya kurdan ku li Sûriyê di sala 1957’an de çêbû, zêdeyî pazdeh partiyên ku ji hev du hatine parçekirin, hebûn. Ev partî di nav du koman de hatin cem hev.

- Encûmena Niştimanî ya Kurdî:

Kongreya damezirandinê li Qamişlo di 26.10.2011’an de, li dar ket. Destpêkê ji yazdeh partiyan, hejmarek ji hevrêzên xortan û kesayetiyên serbixwe, pêkhat. Vê dawiyê, ji nav wan yazdeh partiyan du partî (Azadî û Çep) parçebûn, hejmara wan bû sêzdeh û pişt re sê partiyên din jî tevlêbûn. Bi temamî hejmara partiyên encûmenê gihîşte şazdehan.(1)
Wekî din, berî tev li encûmenê bibin, çar partiyên parçebûyî, ligel çend hevrêzên xortan, komek bi navê Yekîtiya Hêzên Demoqrat yên Kurd di 22.12.2012’yan de ava kirin.(2)
Partiya Şepêla Pêşerojê ya ku Mişel Temo avakiribû, yek ji partiyên vê hevbendiyê bû, lê ew tev li encûmena niştimanî ya kurdî nebû. Her wisa piştî kuştina Mişel Temo, ev partî jî ber bi parçebûnê ve çû.
Daxwazên rêxistinên vê Encûmenê cihê ne, ji wan:
Federasyon -Otonomî ji bo Kurdistana Sûriyê - mafê çarenûsî ji bo gelê kurd, di çarçova yekîtiya axa Sûriyê de – Sîstema nenavendiya siyasî (Siyaseta herêmê, ne ji navendê bê birêvebirin) –Naskirina neteweya kurd di destûrê Sûriyê de, wekî pêkhatiyeke bingehîn ji pêkhatiyên gelê Sûriyê..

- Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û rêxistinên wê yên mîna tevgera civaka demokratîk-Encûmena gel ya Rojavayê Kurdistanê û yekîtiya Star ya jinan.
Daxwaza van rêxistinan demokratî ji bo Sûriyê ye û xweseriya demokratîk ji bo Rojavayê Kurdistanê ye.

- Hêza sêyem ya ku bûyerên nû ew bi xwe re anî, rêxistinên hevrêzên ciwanan in. Li her herêmeke Sûriyê, ji bo birêvebirina kar û barên meşên komî û karê şoreşê bi tevayî rêxistinên bi navê (Tensîqiyat)an çêbûn. Di herêmên kurdan de jî, di demeke kin de, bi dehan hevrêzên xortan hatin avakirin. Hetanî bi partiyan jî dest avêtin vî karî û her aliyekî hevrêzên nêzîkî xwe çêkirin. Piraniya wan ciwanên nûhatî ne. Bernameyeke siyasî ya zelal ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pêşeroja Sûriyê di nav destên wan de nîn e. Piraniya wan bi vê baweriyê tevdigerin ku bi hilweşandina rêjîmê re, wê rêjîmeke demokratîk bê û wê kurd mafên xwe yên rewa bidestbixînin. Ji ber vê taybetiya wan û tunebûna projeyekî neteweyî li cem wan, hêzên muxalefeta erebî û yên îslamî destên xwe dirêjî van hevrêzên ciwanan kirin û beşek ji wan xistin bin bandora xwe. Bi taybetî ew der û dorên ku hemû mafên kurdan di hemwelatîbûna Sûriyê de dibînin. Her wisa dibêjin ku niha ne dema behskirina mafên kurdan e û ya girîng ew e, ku em hemû bi hev re rêjimê birûxînin.

- Ji bo nexşeya siyasî ya kurdan zelaltir bibe, divê em behsa komek kurd bikin, ku serbixwe ne, di Encûmena Niştimanî ya Sûrî de ne. Xwe wekî koma kurd di encûmenê de bi nav dikin. Serokê vê encûmena ku di bin bandora rêxistina –birayên misilman-(ixwanulmislimîn) de ye, jî kurdekî serbixwe ye. Ev kom xwe wekî kesin Sûrî pêşkêş dikin û di heman demê de, tev ku nûneriya kurdan nakin, dîsa jî xwe wekî (koma kurd di encûmenê) de bi nav dikin. Lê bi tu awayî ev (koma kurd) bi kurdan û partî û rêxistinên wan re tevnegeriyaye.
Ev kom ji hêla kurdan ve wekî nûner nayêne qebûlkirin, lê ji hêla derûdorên îslamî yên muxalif ve û bi taybetî rêxistina Birayên Misilman û Encûmena Niştimanî ya Sûrî ve, wekî dekorekî kurdî têne bikaranîn.
Ji bo rewşa kurdan û kar û barên wan ê siyasî, girîngtirîn gav lihevkirina Hewlêrê bû.


Peymana Hewlêrê
Di roja 11.06.2012’yan de, li Hewlêrê û bi piştgiriya Mesûd Berzanî (Serokê Herêma Kurdistanê), di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê de, peymanek hate eşkerekirin. Di vê peymanê de hate lihevkirin, ku ji her du encûmenan birêveberiyeke hevbeş bi navê ( Desteya Bilind ya Kurd) bê avakirin û ew deste komîteyên xwe yên hevbeş li seranserê herêmên kurdan li Sûriyê ava bikin, da ku kurd bi yek dengî tevbigerin û bi eniyeke yekgirtî beşdarî vê qonaxa dîrokî ya ku Sûriyê têre derbas dibe, bibin. Da ku rê li ber kurdan vebe, di pêvajoya guhertinên Sûriyê û çareserkirina pirsgirêka kurd de, xwedî rol û gotin bin.
Ev  peyman di demeke wisa de hat, ku şoreşa Sûriyê qonaxa bêçekbûnê li pey xwe hiştibû û li Şamê û der û dora Helebê, piştî Dera, Hims, Hema û Idlibê, şerekî giran destpêkiribû. Vî şerê giran û rizgarkirina hinek herêman ji hêla artêşa azad ve, siya xwe avêtibû ser bajar û herêmên kurdan jî. Ev yek bû sedem ku kontrola rêjîmê li wir jî sist bibe. Bi vî awayî rêjîm neçar ma ku piraniya leşkerên xwe bikişîne herêmên ku şer lê germ e û hêzên muxaberatan jî li herêmên kurdan yan xwe bêdeng kirin, yan jî xwe ber bi kêlekê ve kişandin, lê nema wekî berê, mudaxeleyî tevgera siyasî ya xelkê kirin. Li herêmên xwe kurdan xwestin vê valayiyê dagirin û dest bi vekirina navendên ziman û çanda kurdî kirin. Ligel ku hêzên rêjîmê hîna, bi awayekî ji awayan, kêm zêde, li ser karin. Ji ber ku ji hêla rêxistinî ve Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji hemû rêxistinên din amadetir bû, bêhtir hevalbendên wê ev valayî dagirtin û ji bo parastina herêmên kurdan Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ava kirin.
Piştî peymana Hewlêrê û avakirina Desteya Bilind ya Kurd tê hêvîkirin ku hem ev yekîne û hem jî komîteyên din yên ragihandinê, yên ewlekariyê û yên xizmetê hemû karekî hevbeş di bin sîwan û birêveberiya Desteya Bilind de, bikin.
Heta niha û piştî derbasbûna sê mehan di ser peymana Hewlêrê re, ew hêvî zêde xurt nebûye û nîşanên wê yekê hene, ku wê pêkanîna xalên peymanê li ser erdê, ne hesan be. Nîşana herî berbiçav jî ew e, ku heta niha sembol yan ala desteya bilind neketiye şûna sembol û alên partiyên ku ew peyman îmzekirine.
Her çendî rewşa kurdan di tabloya şoreşa Sûriyê de hinekî tevlihev xuya bike, lê dîsa jî pêşeroja wan ji pêşeroja hemû miletê Sûriyê nayê cudakirin. Berê Sûriyê li ku derê ye, ne ev xwîna rojane dirije, ne jî ev toz û dûmana ku firokên şer, bombebaran û hilweşandina avahiyan bi ser serê xelkên vî welatî de li pey xwe hiştiye, dihêle ku mirov karibe dîmenê siberoja vî welatî zelal bibîne.
15.09.2012

.................................................................................................

Partiyên Encûmena niştimanî ya kurdî li Sûriyê ev in:
(1) Partiya  demoqrata kurd li Sûriyê (elpartî)- Nesredîn Ibrahîm
(2) Partiya demoqrata kurd li Sûriyê (elpartî)- Ebdulhekîm Beşar
(3) Partiya çepê kurd li Sûriyê- Mihemed Mûsa
(4) Partiya çepê demoqrata kurd li Sûriyê- Salih Geddo
(5) Partiya yekîtiya demoqrata kurd li Sûriyê- Ismaîl Hemê
(6) Partiya Azadî ya kurdî li Sûriyê- Mistefa Oso
(7) Partiya Azadî ya kurd li Sûriyê- Mistefa Cuma
(8) Partiya demoqrata kurdî ya sûrî- Cemal Şêxbaqî
(9) Partiya wekhevî ya demoqratî ya kurdî li Sûriyê- Ezîz Dawê
(10) Partiya niŞtimanî ya demoqrata kurdî li Sûriyê- Tahir Sifûk
(11) Partiya yekîtiya demoqrata kurd li Sûriyê- Şêx Alî
(12) Partiya pêşverû ya demoqrat li Sûriyê- Ebdulhemîd Hac Derwêş
 
Partiyên yekîtiya hêzên demoqrat, ku tev li encûmena niştimanî ya kurdî bûn ev in:
(1) Partiya yekîtî ya kurdistanî
(2) Partiya rêkeftina demoqrata kurdî li Sûriyê
(3) Tevgera reform û guherandinê
(4) Partiya demoqrata kurdî li Sûriyê
…………………………………………………………………………………………………..
Ev gotar di roja 15.09.2012 de, li bajarê Lozanê, li Siwêsrayê, di şeva ku Komeleya Îsmet Şerîf Wanlî organîze kiribû de, hate xwendin. Gotar ji hêla Bedran Dere ve, li firensî hate wergerandin.

helimyusiv@hotmail.com

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019