Nifşê bêjî - 4: Qeyikên romana kurmancî di nav pelên siyasetê de

Dîrok: Gulan 24, 2010, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 675

Nifşê bêjî - 4: Qeyikên romana kurmancî di nav pelên siyasetê de

Romannivîsên ku di qonaxa 1990 – 2000 de derketin

Ez dixwazim di destpêkê de, li Bakur û Rojava, dîmenekî giştî ji rewşa siyasî re, ragihînim. Ew dîmenê ku di pencereya ziman, çand û wêjeya kurdî re, tê dîtin.

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, di van salan de, pêşketinên dîrokî hatin holê. Pêşketinan di dema Ozal de û piştî rakirina qedexeya li ser kurdî, bi awayekî berbiçav rûdan. Heta radeyekê be jî, lê têkoşîna kurdan ji bo bidestxistina mafekî bingehîn ji mafê mirovan, bi vê yekê encam da. Rojnameya heftane "Welat" di 22'ê reşemiya 1992'an de, bi kurdî hate weşandin, bi "Welatê me" berdewamkir û "Azadiya Welat" wekî yekemîn rojnameya rojane 15'ê gelawêja 2006'an de dest bi weşanê kir.
Dezgehên kurdan yên mîna Enstîtu û navendên çandê hatin vekirin. Kovarên mîna Rewşen,  JiyanaRewşen û Rewşenname derketin û bi derxistina kovara W'yê berdewamkir. Weşanxaneyên kurdan dest bi weşandina pirtûkên kurdî kirin, li Stenbolê destpêkir û li Amedê dewam kir. Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZPKurdî) hate damezrandin û ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê kurd daketin meydanan. Li derveyî welêt jî yekemîn televizyona kurdî ya satelit MedTV di 15 gulana 1995'an de, dest bi weşanê kir, bi MedyaTV, MezopotamyaTV û bi Roj berdewam kir. Ji bilî vê tevgera medya û weşanê ya organîzekirî, bi dehan kovar û rojname û çalakiyên ziman û çanda kurdî hatin holê. Ev aliyekî meselê bû.
Li aliyê din jî, ev hemû hewildan di warê guherandina zimanê siyaseta kurdan ji zimanê serdestan ber bi kurdî de, biserneket û di qada siyaseta kurdan de, ew zihniyeta ku zimanê serdestan dide pêş her û her ma desthilatdar.
Li aliyê dinî sînor, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê tevgera siyasî roj bi roj dibû piçik û parî. Her partiyeke kurdan bû du û sê û çar partî. Zimanê siyasetê yê nivîskî erebî bû, lê geşbûneke berbiçav di derxistina kovarên kurdî de çêbû û hêdî hêdî vê geşbûnê cihê xwe da çilmisandin û sistbûnê. Bi awayekî fermî zimanê kurdî qedexe mabû û pirtûkên kurdî, bi çapeke xerab, bi dizî û bi zehmetiyên mezin dihatin çapkirin û belavkirin.
Li her du aliyên sînor dijwarî lidarbû. Li Bakur şerê çekdarî, gihişte asta xwe ya herî bilind û bi avakirina rêxistinên çete û kujerên rewşenbîr û welatperwerên kurd re dewletê rûyê xwe yê herî qirêj û gemar diyar kir. Li aliyê din ê sînor jî jenosîda spî di asta xwe ya herî bilind de bû. Bi bilindbûna asta berxwedana kurdan ya dijî dagîrkerên welatê wan re, asta berhem û karê wêjeyî yê kurdî, roman jî di nav de, kete asteke din û nîşanên xweavakirin û pêşdeçûnê li ber çavan zelal bûn.

Mirov nikare vê qonaxê wisa bi temamî ji qonaxa berî wê cuda bike, ne jî ji ya piştî wê. Piraniya romanivîsên ku di van salan de derketin, bi taybetî yên di salên dawiya vê qonaxê de, bi awayekî çalak beşdarî berhemdayîna qonaxên pêşiya me bûn, wisa jî berdewam dikin. Mebesta me ji vê dabeşkirinê, danasîn û destnîşankirina xalên hevbeş yên van nifşên romannivîs yên ku beşdarî pêşdebirina pêvajoya romana kurdî bûne. Ez dixwazim destpêkê, wekî danasîn, navên hemû romanivîsên ku di vê qonaxê de derketin, ligel navên berhemên wan û sala weşandina berheman, li gor demê, rêz bikim:

1- Azad Ehmed (Bavê Şîhîn)
1- Yên Perîşan – Beyrût – 1991.
2- Berxikê kesk - Semakurd-2008

2- Medenî Ferho
1- Berxwedan Jiyan e – AbeCe - Belcîka-1994
2- Mîza Mihemed - Nûdem-1995
3- Xaltîka Zeyno - Doz-1998
4- Marê di tûr de - Pêrî-1999
5- Xewnên pînekirî – pêrî – 2001.
6- Dora Bacinê bi dare - Tevn - 2007
7-çîroka me - do – 2009.

3- Bûbê Eser
1- Gardiyan - Roja Nû-1994
2-Jiyanek- Bajar – 2004.

4 - Hesenê Metê
1- Labîrenta Cinan – Welat-1994.
2- Tofan -Apec - 2000.
3- Gotinên gunehkar Avesta – 2007.

5- Xurşîd Mîrzengî
1- Sînor – Jîndan-1995.
2- Ristemê Zal – Rewşen – 1999.
3- Belqitî - Komal - 2004

6- Mihemed Dehsiwar
1- Çirîskên Rizgariyê – Newroz-1995

7- Ihsan Colemergî
1- Cembelî Kurê Mîrê Hekarî - Apec-1995

8- Silêman Demîr
1- Sorê Gulê - Nûdem-1997
2- Koç - Roja Nû-1998
3- Piştî bîst salan - Doz - 2007
4- Kassandra – Avesta – 2010.

9- Mustafa Aydogan
1- Pêlên Bêrîkirinê - Nûdem-1997

10- M Beşîr
1- Sofî Remo – Medya-1999.

11- Lokman Polat
1- Kewa Marî - Helwest-1999
2- Fîlozof - Helwest-2002
3- Rojnamevan – Pêrî - 2002
4-Robîn – veng – 2004.
5- kodnav viyan – Helwest – 2006.
6- Parola operasyonê – Helwest- 2008.

12- Zeynel Abidîn
1- Binefşên Tariyê – Doz-1999
2-Girava stêrkên vemirî – Evra velag-Berlin – 2004.
3- Bigrî heval- Evraverlag-Berlin- 2007.

13- Îbrahîm Seydo Aydogan
1- Reş û Spî - Doz-1999
2- Leyla Fîgaro - Mîr-2003

14- Fêrgîn Melîk Aykoç
1- Mamosteyê Zinaran – Rewşen-1999.
2- îlên li ber pûkê – rewşen- 2002

15- Laleş Qaso
1- Se şev û sê roj - Nûdem-1999
2- Wêran – Pelda- 2002
3- Xezeba Azadiyê - Pelda-2000
4- Ronakbîr - Pelda-2003

16- Helîm Yûsiv
1- Sobarto – Avesta-1999.
2- Tirsa bê diran – Avesta- 2006
3- Gava ku masî tî dibin – Lîs- 2008.

17- Bavê Nazê
1- Çiyayên bi xwînê avdayî – 1978
2- Stockholmê te çi dîtiye bêje - Förtattores Bokmaskin-1987
3- Dara pelweşiyayî – Duhok 2002- Lîs 2010.
4- Miriyê heram - Lîs - 2009.

18- Şahînê Bekirê Soreklî
1- Wendabûn - Instituya Kurdî Beşê Elmanî-1987
2- Veger - yekîtiya nivîskarên Duhokê - 2006


Ji bilî Mehmed Uzun û Mehmûd Baksî ku her du çûne ber dilovaniya Xwedê, berhemên Bavê Nazê û Şahînê Bekirê Soreklî, li kêleka çîrokê, di warê romanê de jî berdewam kirin. Ji ber vê yekê, me navên wan jî li navên vê demê zêde kirin. Wisa jî, ne bi navê Nûrî Şemdîn, ne jî bi navê Birîndar nema tu roman derneketin.

Taybetiyên vê qonaxê di pêvajoya romana Kurdî de

- Romana Kurdî ji qonaxa ku mîna alaveke siyasetê be, derbasî qada wêjeyê bû. Bi her awayî ber bi xweseriyê de çû. Ji nav lepên mijarên siyasî û jînanîgariya kesayetên dîrokî xwe berda qada civakî û derûnî ya kurdan. Ji siyasetê naveroka xwe ber bi rengîniya jiyanê ve ajot.

- Ji hêla teknîk û honandinê de, cudayî û sûdwergirtina ji teknîka romana nûjen ya zimanên din, hêdî hêdî, diyar dibû.

- Piraniya nivîskarên vê qonaxê hewldan ku nebin qurbanên siyaseta dewletên dagîrker, wisa jî nebin alavên piropagandaya siyaseta kurdan.

- Zimanê romanê ber bi resenî û asteke bilindtir de çû û bi demê re, kêm zêde dikarîbû li ser Kurmanciyeke Standard bê axavtin.

- Her çendî hinek ji van nivîskaran berdewamiya qonaxa berî xwe bin, hinekên din jî bi awayekî çalak beşdarî qonaxa ku wê bê de bûn. Vê yekê rê, bi temamî, li ber wan dîtinên ku romana kurdî nedidîtin, girt. Roman Kurdî bû rastiyeke wêjeya kurdî ku, hêjayî nirxandin, rexnekirin û diyarkirina astên cihê û cudaye.

 

.................nivîs didome.....................

 

Xeleka dawî ya bê, wê li ser "Romannivîsên qonaxa salên 2000 heta 2010" be.

 

***

 

Ev nivîs di kovara W'yê, di hejmara 31'ê, di dosyaya li ser romana kurdî de hatiye weşandin. 

helimyusiv@hotmail.com

 

**

Beşên vê nivîsê di Diyarnameyê de:

Nifşê bêjî - 1: Qeyikên romana kurmancî di nav pêlên siyasetê de 

Nifşê bêjî (2): Romannivîsên navbeynkar an yên “pir” 1980 – 1990

Nifşê bêjî -3: Qeyikên romana kurmancî di nav pelên siyasetê de

 


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019