Nivîskarên Binxetê

Dîrok: Êlûn 17, 2009, 12:00

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 727

Nivîskarên Binxetê

Nêzîkî deh salan e ku min pişta xwe daye “Binxet”a xwe û berê xwe daye vê hêlana ku di navbera Serxet, Binxet, erd û ezmên de diçe û tê. Ne hêlan radiweste, ne jî çav ji bendemanê diwestin. Wisa xuyaye derfeta vegerê, ji dema ku min texmîn dikir, dûrtir e, yan jî bi temamî dê derfet neyê. Derfeta bi tenê ya niha xuya dike, dê vegereke di tabûtê de be.
Kî êşa wî kesî dizane gelo? Ewê ku bi saxî sînorên welatê xwe li pey xwe dihêle û tenê mîna laşekî dikare derbasî sînorên welatê xwe bibe.
Her çendî sal bi sal tayên girêdana bi cihê “berê” re têne qetandin, mirov bixwaze nexwaze, dûrbûn mirov dajo ber bi korbûnê de. Cihê “berê” dikeve qorzîkeke dil û di wir de xweşik, delal û bi kirasekî romantîk tê xemilandin. Lê her demekê bûyerek, nûçeyek, xewnek yan jî wekî vê carê hevokek dikare wî cihê “berê” ji qorzîka dil derxîne, wî kirasê xweşik û romantîk biçirîne û careke din mirov bîne ber wî rûyê din yê wî cihî. Rûyê berevajî ku dibe sedema dilêşandinê. Ew hevoka ez behsa wê dikim ev bû: “Nivîskariya Kurdî li Binxetê ber bi erebî de diçe.” Berî çend rojan, ji bo Rûdawê, min çend pirs jêre şandibûn, di bersiveke xwe de Konê Reş ev “Mizgînî” da min.
Di navbera destpêka salên heştêyî û hetanî nod û pêncan de, derdoreke berfireh ji xort û ciwanan bi nivîsandina helbest, çîrok, pirsgirêkên zimên, roman û lêkolînan ve mijûl bûn. Wisa jî bi derxistina kovarên temenkin û tevlihev re şiyarbûnek, geşbûnek, qêrînek û rûmetek bi navê wêjeya kurdî li wan deran şax dida. Ez jî di nav de, hinek bi erebî, hinek bi kurdî û hemû bi hev re di civat û şevbihêrk û helkeftinan de digihîştin hev. Piştî hezar teşqele, pevçûn, xirecir û keleman hinek ji me ji wir derketin û li hemû deverên dinyayê belav bûn. Hinek li vir, hinek li wir, bêdeng man. Hinek jî nema dengê me diçû hev. Di dema ku min pirtûka xwe ya yekem bi erebî derxist, gelekan ji van nivîskarên “Binxetê” ku ber bi erebî de diherikin, bi kurdî dinivîsandin.
Îro çi qewimî ye gelo ku wisa berê xwe didin erebî û pişta xwe didin kurmanciya şêrîn?
Berî demekê, bi navê yekî ji wan nivîskarên kurdî, min gotareke rexneyî bi erebî li ser rewşa nivîskarên kurd li Binxetê xwend. Gotar bi erebî ye, di malpereke kurdan de ye, ku du xwendevanên ereb wê naxwînin. Gotar kesekî ji nivîskaran bi nav nake, ji ber vê ez jî wî bi nav nakim. Di gotarê de behsa grûp û komikan dike û komekê ji wan nivîskaran wekî “Mafya” bi nav dike. Erebînivîsan û nivîskarên kurdî hemûyan dixîne yek rêzê û wan wekî (nivîskarên kurd) dibîne. Bi awayekî, vê teyoriya seyr piştrast dike: “Ziman ne girîng e, ya girîng nivîskarî ye.”…û hwd. Ev gotar jî nîşanek bû ji nîşanên rastiya nirxandina “kambax” ya di wê hevoka Konê Reş de diyar bûbû.
Divê ez jî lixwe mikur bêm ku vê gengeşiyê, piştî dûrbûna deh salan, şikestinin din di baskên dil de peydakirin.
Gelo ev rûdan nîşana têkçûna van nivîskaran e ku bi zimanê xwe nikaribûn bibin “tiştek”, ji bo bidestxistina şerefa nivîskariyê berê xwe didin zimanê serdestan?
An jî ev nîşana têkçûna zimanê kurdî ye li Binxetê?
Serxet ji Binxetê ne dûr e. Demeke ne dirêj di ser biryara nivîskarê serxetî Îlhamî Sîdar re derbas nebûye, ku ji tirkî ber bi kurdî ve biçe. Anku ber bi xwe de biçe.
Yan, em jî mîna bav û kalan, vê bibêjin: “Dinya wisa ye”?
Hinek lixwe vedigerin, xwe dibînin. Dev ji biçûkayiya, di malên cîranan de, diqerin û li mezinayî û nirxên xwe yên hundirîn digerin. Hinek jî ji biçûkayiya xwe direvin, li derveyî xwe, li malên cîranan, li mezinayiyê digerin.
Kî biçûk dibe, kî mezin dibe, gotina dawî ji çavkaniya asta afirandinê tê û ber di dilê dîrokê de diherike.
Dilê min jî bi ser wê “Binxet”a min ve ye, ewa… ji roja ku ez jê dûrketime, ew jî ji xwe dûrdikeve.

Çavkanî: Rûdaw-Hejmar 11.

helimyusiv@hotmail.com


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019